Bêguman hemû berpirsiyar û serkirdeyên partiyên kurdî baş vê yekê dizanin, ji ber wê jî, çend pirsên girîng û beloq ji aliyê gel ve tên pirskirin: Ma gelo ta kîngê partiyên Kurdî, û nemaze yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî wê ji nokokiyên navxweyî rizgar bibin ? Ta kîngê hêviyên gel wê nîvqurçî bimînin? Ma qey ne bes e, ku her yek dibêje partiya min û ew?! Çima ez, tu û ew nabin em?! Ta çi demê ev partiyan dê hev gunehkar, tewanbar û şermezar bikin?! Çi demê tûrkên wan, wê ji lomeyên bêsûde û negerek vala bibin?! Ma qey nema zikê partiyên Kurdî ji zandina cêwiyan radiweste?! Li danê sibehê perçe dibe, li damê nîvro civîna damezirandina partiyeke nû tê li dar xistin û li danê êvarê jî, daxuyanî belav dibe, û di wê de – Ango di wê daxuyanê de – pirtirînî her tiştekî din, doza yekîtiya tevgera kurdî tê kirin. Ma gelo ev ne tiştekî ji seyrê seyrtir e??!!
Wek xuyan dike hêdî hêdî baweriya gel bi partiyên Kurdî lawaz dibe û çav nîvziwayî bûne. Ji ber wê jî, berî ku gel dakeve kolanan û bêje: Nema ev partiyan nûnertiya min dikin, hêvî ew e. ku pir bi lez partiyên Kurdî, û nemaze yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li xwe vegerin, yekrêziya xwe ava bikin û bibin xwedî yekbiryara siyasî.