Bedreddînê Dîbo (Bedreddîn Mustafa) 1890 – 1984

Konê Reş

Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneye me bi koçkirina wî re tê şewitandin. Berî dor 40 salî, dema ku mirov di sikak û kolanên Qamişlo re dimeşiya pêrgî gelek zilamên bi kum û kolos, ji Omerî, Hevêrkî, Xerzî, Bişêrî, Bûbilanî.. dihat.

 

 Bedreddîn Dîbo yek ji wan bû. Ev wêne, di salên wî yên dawî de hatiye girtin. Bedreddîn Dîbo an Bedreddîn Mustefa, mezinekî malbata Dîbo bû. Malbata Dîbo berekî serekene ji eşîr koçerên Elika, yên herêma Xerzan.

Li gor ku Bedreddîn Dîbo ji seydayê Cegerxwîn re gotiye û wî jî di pirtûka xwe a bi navê (Folklora Kurdî) de, aniye ziman, wiha dibêje: ( …Elika, şeş (6) bavikin. 32 gundên wan hene û nêzîkî 900 malên wan hene. Nêzîkî 5000 mêrên wan derdikevin; Qatîxoka, Cindika, Axika, Mala Sîno, Mala Remo, Mala Dîbo.
Çawa ko di Bişêriyê de çar bavik hene; Sînka, 6 gundên wan hene, mala Nêsir, 6 gundên wan hene, Receba 6 gundên wan hene, Reşkotan 100 gundên wan hene.. Ev jimara han, ji devê Bedreddîn, yek ji mezinê mala Dîbo hatiye guheztin..) Cegerxwîn
Di serhildana şêx Seîd efendî de mala Dîbo jî beşdarî kirin û li rex Şêx Seîd, Almedîna di herêma xwe de vegiritin.. Lê paşê, Kemalîstan beşek ji wan jî wek welatparêzên kurdan yên din, sirgûnî Anadolê kirin.. Di nav wan de, du apên Bedreddîn Dîbo; Silêmanê Mistê, yê ku stranek li ser hatiye gotin û Xelîlê Simê, yê ku di fermana Ermeniyan de, gelek Ermenî û Siryanî parastin û nehişt bêne kuştin… Vê paşiyê ji Anadolê reviyan, hatin welat û dawî ji neçarî, di gel gelek neferên ji malbata Dîbo hatin Binxetê, xwe avêtin tor bextê hikumeta Fransî ya ku wê hingê di Sûriyê de desthilat bû..
Li Binxetê, xwe li Hecî Esed, axayê gundê cumayê girtin û wiha bûn ji akinciyên gundê cumayê ta roja îro.
Hêjaye gotinê ku, Xelîlê Simê li Binxetê bi nexweşiya zirav dikeve, ji bo rehetkirina wî, Ermeniyên Qamişlo wî dibin Beyrûtê ji bo dermankirinê, lê mixabin li wir diçe ber dilovaniya Xwedê, û Ermeniyên Beyrûtê, wî di goristana xwe de a li Burc Hemûd vedişêrin.. Erê, ev wêneyê Bedreddînê Dîbo ye, bavê siyasetmedarê kurd Salah Badardin e.

Konê Reş, Qamişlo, 12.01.015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…