«Çiyayê Kurdan» Dergehê Kurdistana Azad e li Ser Derya

Salar Salih / Hesekê

Çiyayê kurdan li rojavayê Sûriya yê, giringtirîn devera istratîjiye sebaret Rojavayê Kurdistanê, çiku li ser derya sipî ya naverast dikeve, li parêzgeha Laziqiyê li tenişta rêka serekî ya navbera Helebê û Laziqiyê dûrî şarê Laziqiyê bi 50 ta 55 kîlomitran, û ji rexê dergehê gundê Eko ve serpereştiyê li ser deşta xabê ya zengîn dike, herweha ji layê rojhilat ve gundên Idlibê û çiyayê Zawiyê ye, li wê deverê jî gundên kurdan berdewam in wek zincîrekê ji çiyayê kurdan û ta Kurdaxê (Efrînê), di navbera wan de Ereb û Turkman jî hene, bilindahiya çiyayê kurdan ji 300 mitrî destpêdike û ta 1600 mitrî, jiber vê yekê jî rêjîma Ba`as nikare devera çiyayê kurdan desteser bike û tenê ji dûrve ew bi balafiran û mûşekan topbaran dikir.

İstratîjiya cihê devera çiyayê kurdan sebaret miletê Kurd ku dê bibe dergehê Rojavayê Kurdistanê li ser derya sipî ya naverast, herwisa di paşerojê de dê bibe dergehê Kurdistana azad li ser derya sipî ya naverast, û ev yek giringtirîn armanc e ji layê istratîjî ve, ku dergehê Kurdistana azad li ser derya vebe.
Çiyayê kurdan ji layê rêveberî ve girêdayî ye parêzgeha Laziqiyê, û di navbera du nahiyan de parve dibe:
1. Nahiya Selma : gelek gund têde ne, wek : selma û dorîn û kom û maroniyat û bisofa.
2. Nahiya Kenseba : û gundên wê jî pirrin, wek : kenseba û şilf û îdo û bille û ara û broma û eko û nehşeba û geliyê şêxan û berze û kebatê.
Piraniya akenciyên çiyayê kurdan kurd in, ji çaxa Selah Eddîn Eyûbî de, li wê deverê niştecîbûne, hejmara wan zêdetirî 200,000 kes heye, kurdên çiyayê kurdan di navbera çar êlên kurdî ên mezin de parve dibin, êlên Mûşan û Ûcan û Kîxya û Şêxan, piraniya kurdên wê deverê zimanê dayikê yê kurdî jibîrkirine û bi zimanê erebî di-axivin, ew jî bi egera siyaseta erebkirinê ya ku rêjîma Ba`as a şofînî himberî milletê kurd li Sûriya dişopand, lê ji layekî dî ve kurdên devera çiyayê kurdan nasnameya xwe ya netewî kurdî jibîrnekirina, û ta nuha dibêjin em kurd in.
Ji destpêka şoreşa Sûriya ve, şoreşa azadiyê û rûmetê li dijî rêjîma Ba`as, milletê kurd li devera çiyayê kurdan beşdarî şoreşê bûn, û dixwestin ku rengê kurdî di şoreşa wan de diyar bibe, herwisa welatiyekî kurd ji çiyayê kurdan daxwaz ji partiyên siyasî kurdî kiribû, ku hezar bedle ( cil ) ên pêşmerge ji wan re bihinêrin çiyayê kurdan, daku bi cilên kurdî beşdariyê di şoreşê de bikin, çiku daxwaza wan ew e ku nasnameya kurdî ya çiyayê kurdan biparêzin.
Bi sedema lawazbûna partiyên siyasî kurdî li devera çiyayê kurdan û qelisbûna çalakiyên wan, û jiber siyaseta erebkirinê ya ku rêjîma Ba`as a şofînî li dijî milletê kurd bikaranî, û qedexekirina ziman û rewşenbîrî û nasnameya kurdî, kurdên çiyayê kurdan zimanê dayikê jibîrkirin ji bilî hindek pîremêran ên ku hîn bi zimanê kurdî di-axivin, lê ewan nasnameya xwe ya kurdî jibîrnekirine û ta nuha dibêjin em kurd in, lewra di vê qonaxê de û jiber giringiya devera çiyayê kurdan sebaret Rojavayê Kurdistanê, û herwisa Kurdistana azad di paşerojê de, divêt partiyên siyasî kurdî istratîjiyeke nû derbarî çiyayê kurdan bişopînin, nexasim di warê ziman û rewşenbîriya kurdî, û herwisa di warê parastinê de, û avakirina bingehên rêkxistinên siyasî kurdî li wê deverê, daku çiyayê kurdan û milletê kurd li wê deverê vegere himbêza xwe ya suriştî, û bibête pirê dan û standina Kurdistana azad bi Cîhanê tevdî re di paşerojê de.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...