Peyva Kurdmanc, Mezra Botan, Nûh Pêxember û Cûdî..

Konê Reş 

Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref de bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji xwe re dît. Di Qurana pîroz de jî hatiye: (We estewet elell Cûdî), anko keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye..Jixwe dibêjin ku peyva Mezopotamya ji heyamê Yûnan û Romanan de ji Mezra Botan hatiye girtin..!

Hem jî di nav Kurdan de belve û dibêjin; di heyamê tofanê de, dema keştiya Nûh di ser çiyayê Şingalê re derabs bûye, li çiyayê Şingalê ketiye û konek têde hatiye vekirin. Marê reş xwe kiriye gulofîtek û ew kon girtiye.. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe, şaxek ji dara zeytûnan, wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re aniye û ji wê hinge ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê!.
Hem jî dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina () a kurdî hatiye, bi wateye nûbûnê. Ji ber ku dinya di wê hingê de ji nû ve hatiye ava kirin… Dema ku Nûh û her heştê hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, ji xwe re di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heştêyan ava kirine.. Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye avakirin û jêre gotine Şarê Nûh anko bajarê Nûh an şarê Nû. Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, anko (Kurd Man li Cî).
     Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyan ji ereban re ye..
Gelo hûn çi dibêjin?!

Konê Reş, 28.01.2015, Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…