Bedrî Paşa Bedirxan, waliyê Horan û Colan bû

Konê Reş
 
  Nizanim ji kengî ve ye ku min navê Cizîra Botan, Mîrê Botan û Birca Belak bihîstiye.. Ji biçûkaniyê ve, ev nav di mala me de dihatin gotin, nexasim dema ku me li çîrokên mîrekên Botan guhdarî dikir.   Erê, di wî biçûkaniyê de, bi rêzgirtinek mezin, me li çîrokên mîrê Botan guhdarî dikir.. Me kes ji wan mezintir nedidît û wiha mîrekên Botan û koşka wan Birca Belak di çavê me de mezin man û bi me re mezin bûn. Hisreta naskirina neferekî ji malbata Mîrê Botan û dîtina Birca Belak ji me re xewin û xeyal bûn.

 Ta vê paşiyê, di sala 1989 an de çavên min bi dîtina emîre Rewşen xanim Bedirxan kil bûn.   Erê, dema ku mirov navê Cizîra Botan seh dike, pêre pêre navê Mîrê Botan, Mîr Bedirxan û zarokên wî têne bîra mirov û her wiha Birca Belek, Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor û Bekoyê Ewan.. Çiko hunandinek xurt van navan û kurdewariyê bi hev ve girêdide..
Ez ne bawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..
  Ev wêneyê hûn dibînin, yê mîr Bedrî Paşa ye. Kurek ji kurên Mîr Bedirxan bû. Di heyamê îperatoriya Osmanî de, ew waliyê herêma Horan û Colan bû. Bedrî Paşa, bavê Samiya xanim bû, diya Rewşen xanim Bedirxan, anku kalkê wê ye. Ev wêne li mala Rewşen xanim Bedirxan daliqandî bû, min bi kamîreya xwe kişandiye.
Konê Reş, Qamişlo, 15.01.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…