Salvegera helbestvan Ferhadê Içmo

Bavê Zozanê

Berya demekê min li şêxekê oldar temeşedikir, qê gundiyan jê xwestibûn, piştî temenk dirêj, piştî mirina wî wek mezarekî li ser gora wî  jêre çêbikin û mizgevtekî jî li gund bi navê wî avabikin.

Camêr got: Na ez di bextê we de bim ,vî barê giran navêjin ser milê min, gunehê min ewqasî giran mekin, ez qet jî va awayan hez nakim, ji ber ku çi cara hûn bêne ser gora min wek mirîd û hogiran hûn  ji min re li defê bixin gurmîniyê bikin , qîr û qiyamet rakin ewqasî wê firişte jî li binî cezayê min mezin û gewre bikin.

Bi rastî ez dixwazim bêjim ku hin caran em jî bi rengekî jî rengan gunehê hevalên xwe giran dikin, barekî zêde datînin li ser milê wan, nemaze piştî ku ji nav me koç dikin,Em wan bi  paşnavên berçav yan jî siloganên bê hempa  bi nav û nîşan dikin.

Ez ditirsim ku mîna şêx em cezayê wan di gorê de  mezin bikin vêce em wisa keda wan
li herdû dinyayan bertelef û boş bikin.

Lewra ez naxwazim  Fehadê xwedê jê xweş têxim nav vê rêzê, ji xwe em dizanin ku helbestvanê me bi zimanê kurdî dinivîsand, camêr kesekî pir normal bû rêz û sînor nasdikirin, xwe dûrî bablîsokan dikir, her sibeh min ew didît diçû karê xwe hêdî hêdî di meşiya,dixuya ku kul û derdên wî qederekî ji yên me girantir bûn.

Heyf û zoraş ti kesî wisa bi hêz destê wî negirt di qonaxa nexweşiya wî ya giran de, tenê çend hevalan ew derbasî hêla sînor kirin bê ku piştre wî rêkin devereke  din ta ku ilaca xwe serrast bikê vêce ne kesî bi destê wî girt û ne jî çiya liviyan û ne jî gulê ser şaxan vebûn.

Ferhadê Içmo (1960-2017)60 helbestên wî hatine awazkirin wisa jî ji rexê hunermendên hêja hatine belavkirin û bûne stran.  Bêguman dora 7dîwanê hekbestvanê qedir giran hene:

1-Lêmişta Zozan. 2-Piştî çi. 3-Evîna te. 4-Pelên spî. 5-Qêrîna yekemîn. 6-Landika1û2.7-Rû li rû dîwana hevbeş bi helbestvan Selah Mihemed re 2016.

Hêjaye gotinêye ku Selah Berwarî siysetmedar û nivîskarê kurd ê ji başûrê Kurdistanê baqek hilbijartî jî helbestên Ferhadê Içmo wergirandin ser zimanê Erebî û wek dîwanekê bi navê(Demsalên Evînê)  li weşanxaneya Dar el Yenabîh li paytexta Sûriyê Şamê di sala2008an de da çapkirin.

Divim bêjim ku Ferhad timî hestê miletê xwe di peyva xwede  di hûnand û bi qada xwe ve jî hatibû girêdan, nemaze bi bajarê xwe Qamişlo ve, digot eger carekê hûn min li kuçe û cadeyên Qsmişilokê  nebînin, hûn dikarin vêce bi rehetî serdana gora min bikin.

Erê Ferhad mir lê hîn peyva Kurdistanê li ser lêvên wî mîna sosinekê şil û terr bû, mir û li Hilêlîkê serî danî, Cîhan bi zeheyî didît, digot hêjaye ku mirov têde bijî lê zoraş bû ku merov wê xweşî,şox û şenga wê reş û xirab dikin ,çi bi şer çi bi cengê çi bi kuştinê.

Di  helbesta xwe /Xwezî Dinya/de ,Ferhad aciz dibe ku piştî temen zer dibe, mirov  nû tam û xweşbûna jiyanê nas dikê.

Ferhad digot helbestên min hesanbûna jiyanê û rojên wê yên normal ber bi çav dikin wisa jî wan pirsê jiyanê yên mezin av didin
mîna evînê mîna jînkirinê..

Ferhad jî ber ku hunermend bû dikarîbû peyvan bi afirinê,dikarîbû rîtma helbestê bi tembûra xwere bi dîlan bike, dikarîbû êşa dilê xwîner li ber bay sibê hêdîka birêse, dikarîbû û jî ber evîndarê hozanê bû bi rengê hostakî şareze keziyên helbestê bihûne wilo jî çitûptên wê veke.

Ferhad çûko çûko sefarî dilîland, herdû landikên wî di landikên zarokên mede şax dane ,û ta nihajî di ezmanê mestirîn hozanvanên mede reqs û semayê dikin.

Çûna helbestvanê me bi vî rengê bi lez ziyan û zirareke mezin gihand torevanî û wêjeya kurdî bi giştî û edebiyata kurdî li Binxetê
bi taybetî .

Ji mir gotin li Qamişlo
Dilbera te mest û gêje
Li ser êşa vê dilberê
Yek şîretê, kes nabêje.

Erê Ferhadê Içmo xwedyê şîreta xweş ,hoben û ala herî baş.

jiyana sermedî, behsûd û vîjah bê li te , xodha bi gul û çîçekan Çîkistana te bi xemlênê, çîkên çîk jî jê dûr bikê!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…