CIWANTIRÎN BÎRANÎN

Dildar Şeko

“Sekvan! Belê ez benî? Dapîra te çawa ye? Dapîra min çû ber dilovaniya Xwedê ez benî..”
  Piştî têkçûna Mihabad, rêya man û nemanê li ber me xuya bû. Ji bo maweyekî em vegeriyan Başûrê Welêt. Her çende li vir jî ji bo me tenahî tunebû, lê bi rengekî nihênî demeke diyar em li deverê man. Paşê em gehiştin biryarekê, heta ku helûmerc dest bidin divêt em ji warê xwe bar bikin. Li dûv biryara hatiye standin diviya em çûbûna Sovyetistanê û em bi rê ketin.

 Li devera Mako, li derdora Agiriyê biçûk arteşa Îranê rê li ber me girt. Em naçar man ku bi şer rêya xwe vekin û şerekî dijwar ku mawey çend rojan domand di navbera me û artêşa îranê de dest pê kir. Piştî çend rojan li ser daxwaza Îranê, di encama danûstandinan de rê li ber me hat vekirin û ber bi Rûbarê Arasê ve em bi rê ketin. Helbet, di rê de em tûşî gelek astengan hatin, lê me hemî asteng bi rengekî herî serkeftî li paş xwe hiştin. Nizanim çendemîn roj bû, bi berbanga sibê re em gehiştin perê gundekî Celaliyan.
  Li perê gund malek hebû û digel du hogirên xwe, bi armanca çûna wê malê em bi rê ketin. Pîrejinek li hêwanê, li ber tifikê rûniştî nanê sêlê dipehtand. Li nîva hêwanê jî zarokekî 8-9 salî, li ber wî sênîkek mast, nanê xwe tê dakir û dixwar. Piştî me rojbixêra Pîrê kir, me pirsa rewşa gund û Keyê gund kir. Me ji pîrejinê re got ku em mahkûm in û pêdiviya me bi alîkariyê heye. Pîrê, di destpêkê de bi bêdilî nêzî me bû. Ji me re go: -Ma ne şerm e ji we re, ma hûn fedî nakin ji bejn û bala xwe. Hûn ev zirpeyên han, hûn çi digerin li van çolan? Min go: -Başe pîrê, ka em bi kû ve herin? Pîrê yekser go: -Herin Çiyayê Kurdistanê. Waye li wir Mele Mistefa şer dike. Li şûna ku hûn li van deran bêserî bigerin, herin xwe bi qurban kin ji bo Kurdistanê hey xwelîseran..
 -Pîrê ev kurik çiyê te ye? -Ew neviyê min e. Bavê wî mir, dayîka wî jî çû ser qismetê xwe. Ez neviyê xwe xwedî dikim. -Dayîka min a hêja, navê neviyê te bixêr? -Navê wî Sekvan e -Pîrê, bi serê Sekvan, ez Mele Mistefa bi xwe me. Em şikestin. Em niha derbeder in. Lê bi destûra Xwedayê mezin, heta em bi ser xwe ve tên, emê dîsa vegerin Kurdistana xwe.. Digel dawîhatina peyva min, pîrê tîra xwe ya nanpehtinê danî û bi wan destên arvankirî rabû ser xwe û hat, bi axînk û keseran û bigiriyekî şewat ez himbêz kirim. Piştî ev danûstandina bi pîrê re, gundî bi me hesiyan, Keyê gund hat em dîtin, bi germî bixêrhatina me kirin û karwanê me bi rohilat re derbasî gund bû. Em du rojan li vî gundî man. Gundiyan di xizmetê de hîç kêmasiyek nekirin. Piştî bêhnvedanek dirêj ya bi qedr û bi qiymet, digel dadana tariyê karwanê me bi rê ket. Gava karwaniyan xatir xwestin û derketin derveyî gund, ji ber ku rêya me jî hindik mabû û pêdiviya min bi birnoyê nema bû, ez bi tenê vegeriyam ew mala li perê gund. Hatim dev ew pîra jêhatî û min jê re go: Pîrê, li gerdena me aza bike, çi dibe û çi nabe. Mirin jî heye, piştî salan hevdîtin jî heye. Ev Birno ya min e û ez dixwazim diyarî Sekvan bikim. Heta mezin bibe û jê re bibêje; ev diyarî ya Mele Mistefa ye..
  Piştî vegera welêt di sala 1958`an de, careka din wekû caran tevgera jiyana Kurdewarî ji hemî aliyan ve û bi hemî xurtiya xwe ve dest pê dike. Konferans, Kongre, Rêxistinên Civakî, Leşkerî û yên mayî.. yek li dûv yekê dihatin sazkirin, dihatin damezrandin. Û 11 Êlûnê 1961, şoreşa jiyanê dest pê kir. Sal 1963. Rêberê şoreşê ji bo qoleçana derdorê derdikeve serê girekî raserî derdorê û bi dûrbînê derdorê qoleçan dike. Li vî alî û li wî aliyê çiyê Pêşmerge wek pêlên avê tên û diçin. Hinek bar dikin, hinek bar dadixin. Her wekû govendek ne serî û ne jî binî heye, her kes tevdigere. Û ji nişka ve got.. -Ew çi ye? -Ew kî ye li van deran digere? -Ew li van deran çi digere?.. Û bi lezûbez ji serê çiyê ber bi newalê ve hate xwar. Û yekser çû li paş Pêşmergeyekî rawestiya û destekî xwe dirêjî ser milê wî kir û bi nazdarî got: Sekvan.. Ewê Pêşmerge bi nermî serê xwe zîvirand û bi nermî bersiv da: Belê ez benî.. Piştî vê hevdîtin û vê hevnasînê bi du salan Sekvan beşdarî karwanê nemiran dibe.
-“Pîrê, li gerdena me aza bike, çi dibe û çi nabe. Mirin jî heye, piştî salan hevdîtin jî heye. Ev Birno ya min e û ez dixwazim diyarî Sekvan bikim. Heta mezin bibe û jê re bibêje; ev diyarî ya Mele Mistefa ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…