Kurd û balindeyê Fonîks ( Phoenix ).

Mizgîn Hesko

Belê…Li gor piraniya jêderan û pir ji mîtologiyên cuda cuda, balindeyê Foniks ( Phoenix) peyda bûye. Ew hezar salî li buhıştê bi xweşî jiya ye.
Ta ku temenê wî pir mezin dibe, kal û pîr dibe , ji jiyê xwe ciz dibe û êdî doza mirinê dike. Ji ber ku li buhiştê mirin nîne , ew berê xwe dide erdê ( Zemîna me ) li ser dareke bilind hêlîna xwe ava dike û li benda berbanga roja din dimîne, ku roj dihile , çîvçîvê dike û strana Xwedawendê rojê distrîne.
Xwedawendê rojê bi hespên xwe tê û ji bin nalê hespan çirawîskeke agirîn tavêje hêlîna Foniks. Hêlîn tevî balinde dişewite. Paşê ji nav xweliyê çêlîkekî rengîn çê dibe , baskên xwe diferidîne û ber bi rojhilatê ve difire.

Bê guman me xwest em hinekî çîroka Fonîks ji xwendevanan re şîrove bikin, lê mijara me ne balindeyê Fonîks e, belê ev her dimîne dastanke mîtologî û sîmbolîk.
Aya em dikarin xwe neviyên heman Fonîksî bibînin, bi min ev sîmbolekî pir hêja ye.
Salane sal û êdî ez bi xwe hew dizanim , me çendîn sal in , ku em tevî mirinê, enfalan, fermanan , tevî kuştinê û hewldana ku em ji kok ve bihêrivin, tevî her tiştî …Kurd ji holê nayên rakirin…her mirinekê û em ji nav dûman û xweliya xwe derdikevin û dijîn.
Lê ta vê gavê , tevî jidayikbûna ji nav xweliyê …ne em rewa dijîn û ne jî em dimirin…dêmek çi…..?
Hezarê sala ne ku me hezar şoreş hebûn û hîn hene, ne em dimirin û ne jî tevgera azadiya Kurdistanê divemire. Me hezar mêr û serokên hêja hebûn û hene, ango yên birêvebirên milet û her qunaxeke şoreşgerî û welatperwerî, lê çima em biser nakevin…?
Tekez dijminê me pir bihêz û xurt e, û em jî ne li ser hev in, nabin êdî yek deng û yek armanc û daxwaz. Lê ma hew êdî sedemê evê şikestinê ev bitenê ne..?
Ne siyastmedar im, ne jî bi siyasetê ve mijûl dibim, lê belê dixwînim û dişopînim…!
Gelo ma ta kengî, kîjan serdemê , em ê xwe bi van gotgotên xir û xavî bixapînin…êdî pêdiviya me bi siyastemedarên rastteqîn heye, ew dikarin ji nav qata xortan derkevin, mebest bi rengî akadîmîk û zanistî. Mebest û bi wateyeke herî zelal …pêdiviya me bi xwendevan û pisporan heye, bi tezeyên bilind heye , derçûyên Zangoyên bilind, pêdiviya me bi wan kesan heye , yên ku baş bûyeran dixwînin û baş dişopînin û baştir şîrove û analîze dikin. Ew kesên xwendevan û zane , xwedan hiş û wijdanê zanistî, ku bûyeran dixin xizemeta milet û berjewendiya welat .
Îro û di çerxa enternêt û kompîoteran de, pêdiviya me Kurdan bi xebatkarên weha heye , ên dikarin entenêt û mîdyayê bilivînin, baş bikarbînin û bixebitînin.li gor daxwaza dem û dewranê bilivin û bi zimanên cîhanê bi””””””””axifin.
Belê … em hîn ne dewlet in, lê ku me aqil hebe, êdî me jêderên aborî hene, divêt ew ji bo peydakirina kadroyên zanistê bêne xepitandin.
Pir girîng bû û hîn jî girînge ,ku em rastiya hebûna xwe, wekî hêzên çegdar( pêşemerge û şervan )  ku- li şûn cîhanê bi giştî şerê Terorê dikirin û hîn dikin- bi kar bînin û bikaribin li gorî ku berjeweniya me dixwaze , em vê xizmetê pêşkêşî cîhanê bikin. Aya çima bi hin peymanan em ji leystika navnetewî derneketin….?
Li Reqayê… YPG û YPJ bi sedan şehîd dan,,,,aya PYD weko mînak ez wan tînim zimên, aya li hemberî ev ê xwîna pîroz wan çi qezenc wergirtin…?
Ma ev pir ne rewa ye, ne hêjayî guhdan û bersivînê ye….?
Havîna 2012 – an em li Kurdistana Îraqê bûn,,,Duhok û Hewlêr pir avedan û ava bûbûn. Diyar bû êdî û ev ciyê serbilindî û şanaziyê ye ku Kurdên wî rexî ,êdî dikarîbûn ji xêr û bêra Petrola xwe werbigirin û li kolan, li pirojeyan, li camiyan, li parkan û bazaran xwedî derkevin û modernîzim bikin,,,lê gelo ji vê qezincê , çi li avakirina hiş û kesayetiya kurdî durist dihat xerckirin…?
Çi ji bo saxlemî û pêkanîna mirovên tendurist dihat kirin…..?
Bê guman ez bixwe van mînakan ji pir mînakên din tînim ziman, ji ber ku ev mijar û mînak hêjayî guhdanê ne…yan hîna jî divê em bibêjin,kurd bê dewlet in..! Bê her tiştin.
Erê xwendin divê bê kirin lê pêkanîna ciyê xwendinê, şert û mercên wê divê bêne kirîn.
Eger hat û Kurdistanek ji her çar rexan hat ragihandin, ma ne divê em bikaribin wê weko qezenceke herî pîroz biparêz in. Parastin û nemaze di vê sedsalê de êdî hew bi feyleq û leşkeran bi tenê dibe, divê me kesayetiyên jîr û zane hebin ku bi zîrekî rêberiya me bikin.
Hîna em ê bijîn, hîna em sêwiyên Foniks ji nav xweliya şikestinên xwe derkevin,,,lê ma hema ev tirajîdiya dê weha berdewam be û bes.
Belê pêdiviya me bi jiyana rastteqîn heye, ku em xwedan dewlet bin û êdî ne ji bo girî û şikestinan em mirî bijîn. Jiyana ku em dijîn û qaşo em navê jiyanê lê dikin…Gelo çi jiyan e….?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…