Amûda Bavê Mihemed

Bavê Zozanê

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê dûr e. Çemekî piçûk têde derbas dibe bi navê çemê Xenzîr tê naskirin. Amûdê yek ji kevintirîn gund û bajarên herêmê ye, berî 150 salî şên û ava bû. Şûnwarên wê yên dîrokî, şaristaniya wê ya herî kevin dide xuyakirin ku berî 3000 salan Amûdê sentera liv û lebatê bû. Ji wan şûnwaran: 1-Girê Moza 2-Girê Şaxir Bazar 3-Girê Şermola.

Navê wê ji ku hatiye
Bi rastî ti jêderên berçav di nav destên min de nînin, lê hin kalan digotin ku efsaneke kevin dibêje ku qîza padîşahê Mêrdînê xwest kurê xwe yê bêcir ji xwe dûr bike vêce bi darekî ve nêzî deverê ew girêdan, wisa dema karwanan ew dîmen dîtin bû wek çîrokê û behsa Amûd li topraxê belav bû. Hin dibêjin ku nav ji gundê Darê bi xwe hatiye, hin jî dibêjin ku ji amade hatiye, hêjayî gotinê ye ku Amûdê wek deşta Mêrdînê jî hatiye naskirin, wisa jî Osmaniyan bi navê girê Kemaliyê ew nîşan dikirin.

Erdnîgariya Amûdê
Firebûna Amûdê 2 km2 heye, dor 160 gundî pêve girêdayî ye, jimara miletê wê wek 40 000 kes heye bi tevahî Kurd in, tev li hin pêkhateyên Ereb û wisa jî Xirîstiyan. Mijûlî çandiniyê dibin û bi tundî pêve hatine girêdan, loma di her malekê de patozek tê dîtin, ji vê jî girêdana wan bi hesin re zor e, ji destgok û sûndîşa xwe pir hez dikin. Pêvî çandiniyê bêtirî milet li pîşesaziyê kar û xizmetê dikin ta di vî warî de afirandin kirine û hîn jî dikin.

çima Amûda Bavê Mihemed?
Dema ku sînema şewitî, Mihemedê lawê Seîd axa yê Deqorî li çayxanê rûniştîbû, nûçeya êgir zû bihîst, bi lez û bez berê xwe da deverê, bi rê ve lawikê xwe yê ku ji agirê sînemê filitîbû, dît; lawik got yabo ez sax im, lê nesekinî, got: Zarokên Amûdê tev lawikên min in. Belê bi mêrxasiyeke bêhempa xwe avêt nêv agir, dora 12 zarokan ji mirinê rizgar kir, lê ji ber tîna agir ya zêde, hesinê jor yê ban (wek demir bû) bi ser ve ket, hate xwar, di cî de canê xwe ji dest da, bû şehîdê yekem yê sînema Amûdê, navê wî bi tîpên zêrîn di rûpela mêraniyê de hate nivîsnadin vêce wek wefadarî ji miletê Amûdê, ev navê şêrîn li bajarê xwe kirin û bû Amûda bavê Mihemed.

Bûyerên Amûdê
Du bûyerên bi nav û deng li Amûdê çêbûne: 1- Yek jê sala 1936an bû çaxê ku Fransa xwest rewanê welatparêziyê li nik miletê Amûdê vemirîne yan jî bişkîne da ku wê wek dewletek dagîrker erê bikin, qebûl bikin lê tevî ku ew bi balafirên hikûmeta Fransî hatin bombe baran kirin jî, lê milet bi serokatiya Seîd axa Deqorî serhiladana xwe nerawestand wisa jî berxwedana wan her gurr û şên dibû, bê guman ev bûyer bi navê Toşa Amûdê hatiye naskirin.

2-Şewata sînema Amûdê: Ji xwe di 13.11.1960 de qewimiye. Belê şewata sînema Amûdê ne tenê di dil û kezeba xelkên Amûdê de zîldaye, erê sînor û bend hemî xilas kirine ta di her dilê Kurdekî welatparêz de şîn û dipişkive çi li welêt û çi li dervî welêt. Erê bêhna goştê zarokan yên biraştî hîn di pozê Amûdiyan de difûre, dûmana kezeba wan zarokan hîn di sînga dêyan de xîzexîzê dike, qêrîna dayikan hîn di guhê bavan de zimîniyê dike. Xwezî wê carê tenê bavan hêvî û daxwazên zarokên xwe bi cî ne anîba. Xwezî wê rojê Cezair nebûya mêvana Amûda Bavê Mihemed. Xwezî wê rojê lehiyek rabûba sînema li ber bi çûya. Xwezî wê rojê zarok tev bi tayê ketiba dûrî pêşbirka mirinê çûbana.

Navê sînemê
Navê sînema Amûdê Şehrezad bû, dirêjbûna wê 25 metro bû, firehiya wê dor 10 metroyan bû, deriyê wê du felq bû ji hundir ve vedibû dor 30 santî ji erdê bilind bû ango hol piçekî kûr bû, dîwarê wê kelpîç bûn, lê bi çewalên boyaxkirî hatibûn nixumandin wek dekor jê re çêkiribûn. Sînema du qat bû ango loc jî hebû, kursiyên binî ji kelpîçan wek dikê çêkiribûn. Banî bi tepan hatibû pêçan. Navê xwediyê sînemê Ehmed Hesenat bû, şirîkê wî Izo Mako bû, karkerê wan ê ku film dişuxiland û bi kar dianî Qaya bû. Hêjayî gotinê ye ku miletê Amûdê hemî ti gilî û gazin ji wan nekirin, zanîbûn ku gunehê wan di şewatê de tune.

Mesele çi bû?
Wê demê li seranserî komara Sûriyê komcivîn hatibûn damezrandin ji bo piştgiriya şoreşa Cezairê. Helbet bi devê desthilat û ferweriya Sûrî bû, da ku alîkariyek mewdanî ji gelê Cezairê û şoreşa wan re pêşkêş bikin. Amûdê jî bê guman pişkdar bû di vê çalakiyê de, pêvî komcivînan, rêvebirê qezayê xwest ku şagirtên dibistanan jî bê pişk nemînin di vê hevkariyê de loma pêşniyara wî ew bû ku zarokên dibistanên Amûdê hemiyan rêkin sinemayê qena perên wan bilêtan jî tevlî komê bikin û bişînin.

Belê wê roja reş 13.11.1960 şagirtên dibistana Mûtenebî û el Xezalî mecbûr kirin herin sînemê tev li ku wê rojê du caran sînema bi kar hatibû, rêvebirê qezayê, xwediyê sînemê zor kir ku cara sîyem jî wê bi kar bîne û bişuxlîne tevî ku ne bi dilê wî bû çiku zanîbû ku alavên wê makîna wê germ bûye, wisa jî ditirsiya ji zirarên ne li berçav, lê ev bobelata mezin hîç nedihat bîra kesî.

Sînema bi xwe têra 200 kesî tenê dikir, dor du car û nîvê li wê jimarê zarok derbasî sînemê bûn, piştî 20 xulekan ji pêşkêşkirina film, şewata bêbext dest pê kir. Film bi xwe gereke ser Cemîle Bûhêrd bana, têkoşera Cezairê ya bi navûdeng, ji xwe pêşî wek çend parçan li ser xebat û jiyana wê berbiçav kirin, piştre filmê ku ji bo zarokan hatibû çêkirin tev tirs û zor bû hate pêşkêşkirin bi navê (Tawanbariya nîvê şevê) bi lehengiya lîstikvanê Misrî Mehmûd Milêcî bû.

Dîtina çend kesên ku ji êgir rizgar bûn…

Salihê Seyd Şakir
Bilêt bi dor 30 qirûşên Sûrî bû, em hemî zarok bûn yê mezin ji me dor 10 salî bû, kursiyê me wek dika bûn, ez nêzî ekranê rûniştî bûm, min serê xwe hildida ta ku min film didît. Pêşî çend dîmen ji filmê Cemîle Bûhêrd ji me re weşandin, piştre filmê (Tawanbariya nîvê şevê) bawer im piçekî razam xilmaş bûm çavê min ser êgir vebûn ji loj dihat, pir xurt bû te digot qey benzîn pêda kirine, em li derketinekê geriyan, deriyek li rexê qublet hebû bîra avê jî hema pêve bû. Dikaneke piçûk hebû ya (Meqsûdo) bû. Benîşt û dendik difrotin, ruhniyek jê dihat me berê xwe dayê lê me ti fêde jê nekir, li devê derî zarok kom bûbûn pêl hev kiribûn, nizanim çawa ez çûm ser gişan, min bang kir cîranekî xwe li derve bû (Mehmûdê hecî Ebdo) bû, destê min girt ez avêtim li dîwarê bîrê ketim, rûyê min birîndar bû. Şaşîtiya herî mezin ew bû ku dîwarê blokê 8 s.m kesî ew neşikand, eger ew bi pehînekê xistibana, daban erdê bawer im wê çîrok hemî hatibana guhertin.

Endezyar Mihemed Hesen Xalidî
Di eynê rojê de sê caran sînema bi kar anîn, vêxistin. Êvarê dora me bû, dor 700 kesî em derbasî sînemê bûn. Piştî 20 xulekan dengek ji paşê hate me, elektrîk vemirî û dûyekî reş derket, me tiştek nema dît, me nema xwe dît. 4 derî hebûn, 2 li ser celdê bûn û 2 di bexçeyê de bûn. Ez li ber deriyê bexçe sekinîm, piştre teqîniyek çêbû, piştî 15 xulekan banê sînemê hate xwarê. Birayê min î mezin û du zarokên apê min têde şewitîn, ji her malê yek didu çûn. Meheke sax ez li erdê mam, dûyê reş ji hinavê min derdiket, ta niha jî bêhna min diçike û teng dibe. A xirab ew bû ku oda -sala- sînemê dor 35 sm ji erdê nizimtir bû evê nehişt ku zarok zû derkevin, wisa jî ew dîwarê blok yê ku di navbera sînemê û mala xwediyê wê de avakirî bû, ger zû bihata herifandin, bê guman wê zirar hinekî kêm bûya.

Deham Hesen
Hin karmend hatibûn stûbarkirin ku li dibistanên Amûdê yeko yeko bigerin qena şagirtan agehdar bikin ku herin sînemayê wek erkekî neteweyî ji bo piştgirtiya Şoreşe Cezairê. Ez polê heftan bûm, dibistana me û ya keçan ji hev cuda bû, hingê em piçekî bîrewer bûn, tevgera Kurdî ya siyasî çalak bû, ya Ixwanan jî hebû, em wek çep mêldarê şoreşa Cezairê bûn. Min yek wereqe (lîre) ji Selam Ebû Zêd (Bavê Enter) stand ku bi min re di polê de bû ji xalanên min bû, min dixwest çar bilêtan bibirim lê ji ber ku bilêtfiroş bi rex min ve nehat, ez jî li dû wî neçûm, min bilêt nekirîn. Min wereqa Bavê Enter jî lê vegerand. Êvarê gênc Mihdî Ismaîl kurê mela Ehmed bi hewarî derbasî malê bû û got sînema şewitî, hemî şewitîn ez tenê jê filitîm. Nûçê em behitandin. Em hemî bi ser sînemê ve bezîn, em gihiştın lê xwezî em negihiştibana, her tişt hatibû şewitandin, laş bûbûn tiraf kesî ew nas nedikirin. Dawidê Elî kurê mele Ehmed got ku yekî ez kişandim, çermê destê min pê re çû min hêvî jê kir ku careke dî min bikişîne bi zor ez kişandim ta ku jiyaneke nuh ji min re hat nivîsandin, bawer im xortê ez kişandim Mihemedê Axê bû.

Dawî
çend têbîniyên berçav: 1- Pêvî deriyê sînemê yê sereke, yek diduyî din jî hebûn lê ji tirsa ji qerebalixê ji dûmanê zarokan hemiyan berê xwe dabûn yê mezin. 2- Ti kes nehat tawanbarkirin di vê şewatê de. 3- Hemî pêkhatên miletê Amûdê di sînemê de şewitîn lê jimara zarokên Kurdan bêtir bû ji ber ku Amûdê bi tevahiya xwe Kurd e. 4- Pir kes ji êgir filitîn lê di bîrê de wer bûn. 5- Hin yardemiya mewdanî ji hin dewletan hate şandin lê negihişt destê malbatan. 6- Komîtek ji Şamê gihişt Amûdê li nav tirban geriya bê ku tiştekî bixe destê milet . 7- Ti dadgeh, dan û standin bo vê şewatê ava nebûn. 8- Gunehê rêvebirê qezayê ew bû ku hişt sê caran sînema bê bikaranîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…