Laleş Ebdulrehman
Vincencent Van Gogh ê ku ligel Gauguin xalên wan ên hevpar hene, kurê bawermendekî Hollandî bû, Di wêneyên xwe yên pêşîn de, sermesele di Petatxurekan de, bi bihîstyariyeke erjeng, hewl dabû ku jiyana nefsbiçûk a gel di wêneyê de bi cih bike, Piştî ku Hollanda terk kir û berê xwe da Parîsê, feraseta xwe ya rengan ji binî ve guherand û derbirînên wî berê xwe dan bikaranîneke rengan a balkêş, bi azwerî û bi coş, Tê zanîn ku piştî ku Van Gogh hevaltiyeke demkurt bi Gauguin re kir, qeyranên giyanî jiya û vê serdema bi êş heta xwekuştina wî ya sala 1890’î domiya,
Van Gogh bawerî pê dianî ku hemû realîte tiştên sembolîk in, Tişt û heyberên di wêneyên wî de ji jiyana rojane hatibûn hilbijartin û ev tişt ji bo vê têgihiştinê ne asteng bû, Ji ber ku rastiyeke wilo hebû ku, wî ev nirxekî ku ji nirxên heyî yên ev tiştên hanê dida ev tişt û heyberan, Yek ji wêneyê Van Gogh ê herî balkêş, ê ku di wêneyên wî de wateyên takekesî hene, yek ji wêneyê wî yê dawîn Qijikên Li Ser Zadên Genim e, Ev wêne wekî yek ji belge û mikurhatina wî ya hilweşandina giyanî û venehewîna wî ya di tu derfetan de ye, Wêneyên bi vî rengî, berhemên wî yên wilo ne ku tê de kelecanên zêde yên Van Gogh tên belavkirin û meyla şibandina hebûna wî ya trajîk xwe didin der, Tu wênesazekî din tune ye ku karibe wêneyên xwe bi heman tîrbûna bi hêrs ava bike, Van Gogh bi ev taybetiya xwe hatiye naskirin û deriyekî din ê giyanî yê wêneyê modern vekiriye,Piştî sala 1890’î tekane wênesazê empresyonîst ê ku li Parîsê ma, wênesaz Degas e, Cézanne, Monet û Renoir li gundan dijiyan, Di vê demê de em dibînin ku li Parîsê Kont Henri de Toulouse-Lautrec, bi meyleke li ser a Degas, di xebatên xwe de girîngiyê dide tevger û fîgurên jinan, Dîsa di sala 1890’î de komeke biçûk a li ser şopa Gauguin, tevgereke wêneyê ya bi navê Nabi ava kirine, Nabi peyveke bi Îbranî ye ya ku tê wateya pêxember, Di danezana vê tevgerê de ya ku Maurice Denis pêşengiya wê dike, hatiye gotin ku deng, reng û peyv nirxeke wan a mûcîzevî ya derbirînê heye, Denis û hevalên xwe nikaribûne ku fikrên xwe li gorî bernameyeke çalakbûnê ava bikin, Bandora wan li ser şêwaza tezyînî ya bi navê Art Nouveau, bi awayekî ne yekser dikare were dîtin, Ji nav wan hunermendên wekî Edouard Wuillard (1868-1940), Pierre Bonnard (1867-1947) xwe li ser wêneyê kirin û li ser feraseteke empresyonîst li hev kirin, Di dawiya sedsala 19’an de li welatên dîtir ên Ewrûpayê hin hunermend hene ku, ev hunermendên hanê di warê avabûna wêneyê modern de, rol lîstine, Sermesele, li Anversê James Ensor (1860-1949), li Berlînê Munch (1863-1944), li Amsterdamê Toorop (1858-1928), li Londrayê Steer (1860-1942), Sickert (1869- 1942), Beardsley (1872-1898), James Whistlerê Amerîkî hene.
Qijikên Li Ser Zadên Genim
Şeva bi heyîv