Cîhan şahiyan li dar dixîne… li Sûriyê Zarok tên Kuştin..!!

Merwan Berekat

Dema mirov dibêje zarok, di cî de pêşeroj û berdewamiya jiyana  mirovahiyê li ser riwê guzemîn li bîra mera tê. Dema mirov dibêje zaroktî, di cî de hestên nazik, dilovanî û  rengên tabloya jiyaneke taybet li pêş çavên mirov tê dîtin.  Zarok, ne tenê nifşên pêşerojê ne, lê belê ew nasnameya siperoja miletan e. ji ber wê jî, pir pêwîst û girîng e, ku guhdan û bendewarî bi şêwe û rêbazên zanistî bi zarokan were kirin. Yek ji mercên avakirina civakeke li pêş, lihevhatî û ji nexweşiyên civakî parastî ew e, ku nifşên nûhatî baş werin perwerde û avakirin.
Bêguman pêşketin û geşedaniya civakê di hemû waran de ne karekî ne hêsan e, lê dema ku miletek bixwezibe bingeh û asteke bilind ji wê geşedan û pêşvebirinê re dîne , divê berî her tiştekî bi şêwakî zanisî nifê nû perwerde bike û wî radestî jiyaneke tewşenkî neke. Ji ber ku taybetmendiya derûniya zarokan pir hestiyar û nazik e, lema jî girîngiyeke zorpêwîst heye, ku sazî, dibistan û kargêriyên di warê pewerdeya zarokan de dixebitin hajî vê yekê hebin.
Wekî nas e, ji aliyê sazî û komeleyên mafên mirovan ve  05. 05 ji her salekê Roja Zarokên Cîhanê hatiye binavkirin. Di vê rojê de û li seranserî cîhanê semîner, şahî û çalakiyên curbecur tên lidarxistin, û hertim di wan de tê teqezkirin, ku mafên zarokan werin parastin. Dive di ser mafan wan re netê gavkirin, û yê gav bike, divê ew were sezakirin.
Ma gelo sazî û komeleyên, ku bi mafên zarokan bendewar In, ew wek tê xwestin bi erkên xwe radibin..? Eger ew radibin, ma gelo xwedîderketina wan di yek pîvanê de ye..?
Eger li welatên Ewropî zarokek digrî ew sazî û komeleyan bi hemû kanebûnên xwe li wî xwedî derdikevin, û bi lez çareseriyekê ji pirsgirêka wî re dibînin. Eger di şer û pevçûneke biçûk de mafê hin zarokan tê xwerin, ew radibin û nema rûdinin, ta mafê wan vedigerînin, û kesên ku di dermafê wan zarokan de şaş kirine, tewanbar dikin, û ji dubarekirina wan kiryaran re sînorên tund datînin.
Di hin welatên cihanê de û nemaze li Rojhilata Navîn û Efrîqayê destlat bi hovane mafên zarokan binpê dikin, û bi hezaran zarok tên kuştin, lê ew sazî û komeleyan hema hema deng ji xwe tînin, û li dawiyê davêjin pişt xwe. Dema ku em van nimûneyan didin ber hev, ew ne ji xeyalan e. 
Ev bû sê sal in, ku gelên Sûrî di şoreşa Azadî û Rûmetê de ne. di destpêka vê şoreşê de rêjîma El Be’s destê xwe dirêjî êskence, bincavkirin û kuştina zarokên Sûrî kir, û hîn jî qirêjtirîn kiryarên nemirovane li serê hemû gelên Sûrî û li ser serê wan ên zarokên wan dike. Ma gelo kesek maye ew nizane, ku bi deh hezaran zarokên Sûrî bi top, bumbe û bermîlên teqîner ên ku rojane rêjîm di ser gund, bajarok û bajarên Sûriyê de dibarîne  hatine kuştin? Di vir de em pirs dikin: Kanînin helwestên sazî û komeleyên mafên mirovan..?
Rast e, ku hemû gelên Sûrî û di hemû waran de kiryarên hovane ji aliyê rêjîmê ve li serê wan tên kirin, ji aliyekî din de hilweşandina avahiyan li seranserî welêt, valakirina Bajar, bajarok û gundan, û her weha ya dibistanan jî. Lê zirara mezin a zarokan e. Bi sed hezaran sêwî mane, bi deh hezaran hatinê kuştin, bi milyonan hatine penaberkirin û bi sedan jî di zindanan de rewşa wan nediyar e. Dîsa em pirs dikin: Çi demê sazî û komeleyên, ku bi mafên zarokan bendewar in, wê ji xewê hişyar bibin û wek tê xwestin li hember van kiryarên rêjîma Sûrî ya xweînmij û hovane helwestên xwe bi zelalî bidin xuyankirin..?
Berî du heftiyan çeteyên El Dahiş yên terolîst û tundrewe li gundewarên Kurdan li herêma Babê komkujiyeke hovane kirin û di wê de bi dehan welatiyên Kurd, û di nav wan de komek zarokên Kurd jî hebûn. Di pişt re, zêdetirî 250 zarokên Kurd, ên ku ji ezmûna amadeyî, ji bajarê Helebê vedigerîn, li ser destên wan cete û terolistan hatin girtin. Lê mixabin û sed mixabin sazî û komeleyên mafên zarokan û li seranserî cîhanê bêdeg man…!!!!
Bêguman ci Kurd, çi Ereb û ji kîjan miletî û li kîjan welatî debe  zarok.. zarok e. Çermzer dibe, çermsor dibe, çermreş dibe, zarok.. zarok e, ew xwedî maf e û dvê were parastin.
Gavkirin di ser mafên zarokan re çê nabe, yê ku gav bike divê pêşbirî lê were kirin, û serberdayî nemîne.
Em ji hemû sazî û komeleyên mafê mirivan û yên mafê zarokan pirs dikin: Çima bêdengiya we mafên zarokên Sûrî winda dike..?
Em ji hêzên navdewletî pirs dikin: Çima berjewendiyên we yên siyasî zarokên Sûrî pirtirîn dikojin..??
Em ji welatên, ku kampên penaberên Sûrî li wan hene pirs dikin: Çima hûn mafê zarokên Sûrî dixwin..??
Em ji rikberiya Sûrî pirs dikin: Çima nelihevkirina we temenê êşên zarokên Sûrî dirêj dike, û hêviyên wa zûka bi cî nînin…??

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…