Simbolek ji dîroka kurda ya nêzîk

Kasî yûsiv

Hemû millet yên cîhanê simbolên wan hene, yê mejî weke kurd simbolên me pirin di hemû aliyande, yek ji wan simbolan îro ez wî bi bîr tînim û divim li ser binîvisênim , ji ber ku rola wî hebû di dîroka milletê kurd de, bi taybet ew dîroka nêzîk.

Mirovek bû belkî ji bextê milletê kurdbû, ku ew hate hebûnê di wê demê de,ji ber pêdiviya me weke kurd bi wî erkî hebû ,û ew erk bixwe  di wê dema navkirîde, ku wî da ser milê xwe û pê rabû.
Di wê demêde ku em gelekî bi tenêbûn
Di wê demêde ku hisreta mebû em wêneya halê xwe bibînin
Di wê demêde ku me karçik girtibû di bin darê zorêde û kes nebû ku
Hêsirên me bijmêrê, û li  nalînên me guhdar bikê
Di wê demêde ,di wê çaxêde di wê bê kesiya me de, şivan perwer bûbû
Tîma li hewarhatinê, bi hestên meve, ew hestên perpitî,ew hestên weke pizanê çêlekan ku daleqayî dima ,  xwîn jê dihat,di wan rojên gerim de, di wan rojên sarde, di wê tofana zorde, me xwe ne didît go ne li ber dengê teba şivano.
Ez îro tênim bîra xwe , çawa min xwe amade dikir ji bo guhdarkirina sitiranên te, mîna sofiyekî di hizûra şêxê xwede,em kerdibûn heta ku sitran bi dawî dibûn.
Me hêviyê xwe bi wan awz û wî dengî girêdidan da di wan şevên reş û tarîde ne firin û me bi tenê nehêlin,di bin ezmanê sayî û li ser erda rût de,
Di çaxê paleyî û di demên çandinyêde, di şînî û dawetande,her ewbû. milet di dema syandina ser banan di payizande li şivan guhdarî dikir, û di rojên cejnan dejî şivan hebû, ji bo her kesekî ku li tiştekî xweyî winda digeriya, şivan bi sitranên xwe divaya wîbû, nexweşjî bi guhlêdana dengê wî re pak dibûn û êşa wan kêmtir dibû.
Me tevgereke lawz hebû li gorî demê bû,lê şivan bê zêdekirin dabû pêşiya tevgerê di perwerdekirina xortan, karkeran, û nexasim dilşewityên welat, û milletên xwe.
Weke avdançîkî ku av dida lemên nûhatî, wek kesekî ku mûm ji xelkêre pêdixist di dema tariyêde, sînema me ewbûşanoya me ewbû, radyoya me ewbû, bi rast ez vê dibêjim, herkesî bi kurdî nizanîbûn bixwênin lê bi zarê şivan hînî kurdîtiyê dibûn, herwiha alîkara wî gulistanjî di wê demêde baş akama wê li ser canê me hebûn, em weke hev temenê bindestiyê, hem parê bê pişk, di jiyana b,is ya sitemkar, ev cenga ku hatiye ragihandin li ser hebûna me bi hatina vê partiya ereb ya nijad perest li ser deshilatdariya sûrî re,şivan bi wan sitranên riştî û sitriyayî bi sîsikên hêviye, em ji wê demêve fêrî rengên kurdîkirin di nav rengande, em hînî welat parêziyê kirin, em bi ava zelal û bi axa pakîz dane nasîn, bila kes mafên kesî nexwe, û bila kes keda kesî winda neke, ger ne ji wan sitranên şivanba belkî rengê kurdistana sûrî, îro rengekî dîbana.

Vêce ez di vê kêliyêde divim ji her kurdeki ji kurdistana sûrî , ku werênin bîra xwe wan sitranên şivan perwer, û wan saz û bêjeyên wî di wê çaxa ez behsa wê dikim.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…