Encamnameya Konferansa Amedê ya hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK

Di 1ê  pûşbera 2014an de li Amedê, li bin navê Konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî, konferansa damezirandina şaxê HRRK li Turkyayê û Bakur hate lidarxistin.
Ev konferans wek serencama biryarn Kongireya 4ê ya HRRK ya ku di 25/01/2014 li BILEFELDa Elmanyayê hatibû lidarxistin  û bi şêwazeke rêbazane û balkêş giha armancên xwe yên bingehîn.

Di konferansê de bi qasî 48 endaman hem ji Turkyeyê û hem jî ji bajarên bakur amade bûn û endaman rewşa rojane û şêwazên berfireh û bandora rewşenbîran û avakirina saziyên sivîl gotûbêj kirin.
Her wisa bi awayekî berfireh li ser karûbarê rêxistinî ya HRRK bi giştî û şaxê Amedê bi taybetî hate rawestandin.
Di konferansê de komîteyeke kargêr ji boyî beşê Amedê hate hilbijartin û di konferansê de kar û bar û erkên vê komîteyê hatin destnîşankirin.

Amedekarên konferansê rewşa Sûriyayê bi giştî û rojava bi teybetî di berçav re derbas kirin û pêdiviya Rojava bi avakirina sazî,dezgeh, rêxistinên civakî û çandî û sivîl ji hemî deman bêtir dîtin û di heman çarçeweyê de, bihêzkirin û berfirehkirina HRRK jî nirxandin.

Parastina berjewendiyên neteweyî û avakirina seqayên diyalogê  û qedexekirina bikaranîna hêz û çekan di çareserkirina nakokiyên siyasî û rêxistinî de..

Banga me jî ji bo kesên ku di qada rewşenbîrî de dixebitin ku bibin navbeynkar û alîgirên diyalog û hevgirtin û ji hevnêzîkirina hêz û partiyan ne ku bibin alav ji boyî gurkirina nakokî cihêwazî û dijminatiyê.

Pêşinyarên konferansê:

-Derfet ji bo derxistina kovareke wêjeyî.
-Malpereke fermî ji bo HRRK şaxê Amedê.
-Ji bo birêvebirina karê şaxê Amedê yê hevgirtinê rêbazin nû bêne danîn.

Di dawiyê de bi navê komîta rêveber ya HRRK,sipasiya şaredariya bajarê mezin ya Amedê dikin
li ser hembêzkirina vê konferansê her wisa ji bo ked û alîkariya wê ku roleke mezin
di serkeftina karûbarê vê konferansê de lîst.

Komîta kargêr ya HRRK
Şaxê Amedê

01-06-2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…