BEHÎNAME

Nameya Gelê Kurd ji Miletên Herêmê û ji Cîhanê re

Bi Sedên Salan e Gelê Kurd li ber xwe dide, dixwaze wek hemû Miletên dunyayê bi hêminî, armî û serbixwe bijî.
Gelê Kurd aştîxwaz e û tu caran naxwaze kotekî û zorê li tu kesan bike.
Nameya Kurdan ji Cîhanê re li gora hemû yasa û rêdan û destûrên ko ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Asayişa Navnetewî derketine, her Miletekî ko li ser axa xwe ya dîrokî dijî xwedî ziman û kultûrekî taybet e, ji mafê wî ye ko Welatekî wî hebe… Gelo çima em ê ji wî mafî bêpar bin?

Birayên Tirk, Faris, Ereb, Aşûr, Kildan, Siryan û Ermenî, Em destê aştiyê ji bo we dirêj dikin.
Ji îro û pê ve Zarokên me naxwazin bibêjin Em Tirkî, Sûrî, Îraqî û Îranî ne…
Belê dê bibêjin: Em Kurd in û Kurdistanî ne…
Hêjano,
Elmanya welatekî piştgiriya Miletên derbider û perîşan dike, ew Miletên ko ji ber stema Desthilatên xwe ketine alozî û metirsiyê û yek ji wan Miletan Kurdan jî li vir mafê penaberiyê wergirtine, di vê sebaretê de dixwazim Spasî û rêza xwe û ya hemû Kurdan ji Dewlet û Milet û Desthilata Elmanî re pêşkêş bikim.
Spas ji bo Şaredariya bajarê Schleswig li Herêma Schleswig-Holstein ji bo evê danheva me, û spasiyeke taybet ji bo vexwendina min ji aliyê hevalê min Amed Doskî û xanima wî hevala min Şîlan Doskî,
Pir bi hevaltiya we kêfxweş im…
Zor spas

28.08.2014
Ezîz Xemcivîn
Têbînî: Ev name li Elmanya – bajarê Schleswig – li Herêma Schleswig-Holstein bi zimanê Kurdî û Elmanî hat xwendin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…