Omîdek li ber bayê

Reşad Şeref

ji xanima wîre mereq bû, ku gavekî ji malê dûr bikeve. Xwedê mala feqîriyê hilweşîne. Kurd dibêjin:{Ne rizqê kur li bave û ne rizqê bav li kure}.Lê binemala wî hetanî kalikê sedan jî xizan û belengaz bû.
timî rêncberî û beniya xelkê dikirin. Kufletê malbatê pirbûn, ew jî diramiya û ji xwere digot: gelo ev qedera meye ??? Yan jî ji hovîtî û nezaniya meye ?.
Bi rastî min bi wan cil û bergên xwe, ên qetyayî û peritî şerm dikir ku biçme civata xelkê û şevêrkan. Jina minjî kêmanî ne dikir, şev û roj di serê min de, dikir pite pit. Min .., ez ji we naveşêrim serê xwe pêl dikir ber xwe de û xwe hîz dikir.
Wesa.. wesa temenê zarokan giha dibistanê. Min biryar da ez wan bişînim dibistanê. Jina min kire qîr û qiyamet û got: Tu karekî ji xwere nakî tê van zarokan jî ji destê me derxî, ev kiryar ne li xweşa Xwedê tê û ne li ya beniya.
Min ji xwere got: Ezê tuxûbekî ji vê malbatê re deynim. Di vê navberê de, rijîmê digot: Gundê we piçûke eger şagirtê we hebin bişînin gundekî din. Min kirasê hîzîtiyê çirand û du zarok bi vêkre şandin dibistanê. Min rûniştina malê li xwe qedexekir, çi karekî çetin û zehmet hebûya min dikir. Lê dema ez bi êvarî dihatim malê û herdu zarok didîtin bi cil û bergên xwendinê ve, ez hêrs dibûm weke mirov li pêş ala kurdistanê raweste.
Beşê seretayî tewaw kirin. çavên min ji toza nezaniyê zuwabûne, dilê min bû pelek agir hevrikî bi sewdayê min re dikir ..
Ezê çewa zarwên xwe bişînim bajêr û bi mehan ji min dûrbikevin. Dilê min li ser sê kuçikan dikeli, zanistî, hovîtî û hejarî. Gotina feqe Hesen hîn zimêna wê di guhê min de ye: {qelem zure, qelem zêre}. min pêl li dilê xwe kir, xwendevanên xwe rêkirin bajêr, bo xwendina navendî berdewam bikin.
cesaret bi minre peydabû, ez diçûm civata gundiyan. Sinore şermê avête pişt xwe.  hino..hino rûmetek ji minre peyda dibû, gundiyan bi tinaz û gernejîn digotin: Dema kurekî te bibe tixtor wê şilqa li me bide, bextê tene bila me ne êşîne.
hûn nizanin çendê ez ber xwere diçûm, minjî tinazê xwe dikir: Hingî wê bibe ay û ofa we, û xwe bavêjin bi tor û bextê min.
Birahîm çendî derdê xizanî û karên cifa dikşand lê, dilê wî bi pêşerojek ronî germ dibû. Jiyana xwe li herêmek hejar, bê guhdan, bi zicîra Erebî dorpêç kirî didomand. Xem û sawîrên wî xwendina herdu zarokên wî yên cêwî bûn, weko çiyayek bi nîvîre bibe dudo, wesa li wan dinerî.
Diya wan, zarokên li malê bi nanê tisî xwedî dikirin. Dema xwîşka wan digot: Dayê mejî  mîna cîranên xwe divê em goşt bixun. Dayê lê vedigerand: Weyla te por kurê, xwendevanê mala bavê te ne hazirbin wê çewa di ber dilê mede here.
Rojekî li danê êvarê, Birahîm li nav zilaman guhdarî radyo dikir, biryarek ji serkanê rêjîme derket, dibêje: Ji ber rewşa serhildanên vê buharê, dibistan û zanko hemî karê xwe radwestînin û divê xwendevan bizîvirin malên xwe. Birahîm ji koma zilaman veqetî bê xatir, berê xwe da malê. Ket hundirê hewşê bi kêra xwe ya tûj serê du mirîşkan avête dera han.
Jinikê bi ser xwere lê nerî, kêra bi xwîn di dest de dît newêrî bêje, kuro ma tu dinbûyî , lê birahîm derfet neda û got: Bi lez şîvê çêke, xwendevanên te îro mêvanin.
Rewşa welêt hin bi hin têk diço, saloxên xirab kat bi kat, gur dibûn. Diya xwendevana, şîv amede kir, zarokên piçûk li hawîr dorê laliyê rûniştin çavê wan li terqîna derî bû, kesekî ne diwêrî destê xwe dirêjî xwarinê bike. Dê û bav, bê deng diçûn û dihatin. Zarokê li dora laliyê,bê şîv ketin xewê, û tu pêjin ji derî ne hat.
Swêsra
reshad2008@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…