Dilzarê Şemdînî kedeke berbijar û jîyaneke dijwar

M.Emîn Sadûn

Bê guman mirin rê û mafekî xwedayî ye û mirov tev de bê cudayî rêwengî ne li ser wê rêyê. lê sed xwezî li wan mirovan be yên ku bi serfirazî li ser wê rêbarê herin gorê. ji ber mirinek heye bi merd û mêranî, û yek dî heye bi tirs û hejarî .

Va îro salek di ser koçbarkirina helbestvan û nivîskarê kurdê dilgerim re derbas dibe, bi çûna wî re sitêreke geş ji esmanê tore û helbesta kurdî vemirî, pêre jî evîndar û xemxwarên peyva resen û zimanê şêrîn xemgîn û dilbirîn kirin.
 Helbestvan Eswed sadûn Ebdî, yê di hate naskirin bi navê Dilzarê şemdînî, wek helbestvan û evîndarê zimanê kurdî, ne tenê li devera koçeran û Dêrikê dihate naskirin. lê belê ew helbestvan û nivîskarekî bi nav û xuyayî bû di nav gelê kurdistanê de û bi taybetî li Herêma kurdistanê. her weha dihat naskirin ku mirovek hestnazik, xemxwarê kurdîniyê, diltenik û peyîvxweş bû, ked û berhemekî hêja û berketî ji nivîs û helbestan li şûna xwe hêla. ew di binemaleke mirovperwer de,li gundê Quldûman jidayîk bûye û li ser singa dêyeke merd û destê bavekî kurdperwer mezin bûye, ji ber wê jî di destpêka jiyana xwe de hînî buhayê xwendin û zanînê bibû û giha bû wê baweriyê, ku bi rêya xame û pênûsê tenê hiş û hêvî kate didin, kaniyên dil der dibin, derd û birîn derman dibin ,rêyên tarî û dûman ronî dikin,û pêre dergehên girtî vedibin. li ser wê yekê jî rêyek ji reyên nivîsandinê girt û bi wê rêyê zanîn û ziman di nav miletê xwe de belav kir.
Raste, navdarî ji mafê her kesî ye, lê belê her kes bi hêsanî nikare dîwarê navdarîyê bikelêşe û cihekî xwe yê beriz û bilind di nava gulîstana navdaran de bigire, nikare eger ew kes ne xwedan şiyan û taybetmendîyeke bi hêz û nêvnas be.
Helbestvan Dilzarê şemdînî helbestvanekî şoreşgêr û mirovperwer bû, xwe wek pêşmergekî şoreşger dida naskirin, û piştî serbor û serpêhatyeke dûr û dirêj bawerîk wî ya kûr û pijayî bi rêbaza Barzaniyê nemir hat û ji min re got: “şerefeke mezine ji min re ku piştî mirina min dost û hevalên min li ser min bêjin Eswed mirovek Barzanî bû”. li ber çira rêbaza Barzanîyê nemir bîr û boçûnên xwe saz dikir û her wisa dîwarê hizir û ramanên xwe di nejirand, li ser sirûşt û rewşa kurdistanê ya ciwan û parçekirî, li ser dastanên lehingiya gelê kurd û serwerên wê yên zîrek û qehreman helbestên xwe yên ciwan, şoreşgerî û mirovperwerî diristin, bi dilekî gur û gerim berevanîya kêşa gelê kurd û mafê wî yê rewa dikir. Helbestvan û nivîskar Eswed bavê se`edo di pêvajoya jîyana xwe de, di gelek delîv û tengavîyên berteng re derbas bû, tevî tengî û dijwarîya wan delîvan ,ji ya xwe venegera û ji kesatîya xwe jî neket, ji kerwanê xebatê varî nebû û dûr neçû, û her weha dilsarîyê jî cihê xwe di nav kovanên dil û canê wî yê pak û paqij de negirt, şiya bi merd û mêranî wan rojên tehil û tarî li şûna xwe bihêle û ji ciwanîya rehwalîya helbesta kurdî û xizmeta di ber zimanê kurdî de nehat xwar, dilê wî yê gerim bi wan êş û janan re jenî, ji derdan re li dermanî  gera, xet girt û rêbaz berneda, ma berdewam di hînkirin û fêrkirina zimanê kurdî de, ta canê xwe yê şêrîn bi ser bilindî di roja 17/4/2013 an de sipate xakê.
Bi rastî, helbestvan Dilzarê Şemdînî ev pêdarî û berxwedan di demekî de dikir ,dema ku jimara evîndar û xemxwarên peyîva kurdî û zimanê kurdî di kêmê de bûn, di wê demê de helbestvanê dilpak xetîrên helbesta kurdî û pêre ala zimanê kurdî bilind dikir ,û rê û rêbaz li ber nefşê nûhatî û ciwanan ronî dikir.

Di bîrewerîya borîna salekî de li ser koçbarkirina wî re, silaveke gerim ji giyanê wî yê pak û paqij re. yê bi dil pakî bide namire û wê bimîne sax û zindî . vêca Helbestvan Dilzarê Şemdînî tovê xwe di zevîya helbesta kurdî de çand û berhemek hêja li şûna xwe hêla, berhemê keda wî, wê şagirt û hijêkerên wî biçinin û ji wan re wê bibe find û çira,her wextî wê di dilê wan de bijî û di hişê wan de bijene.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xoşhnav Silêman

Pistînên hebûneke bêdawî diqîrin
Ristên helbestan jê der tên
mîna pêleka jenînê derdikeve
mîna xewnên serxweş
Li kuçeyên şevê dimeşin
Mîna awazeke winda
Hûn li benda şevê ne
Bi guhekî ber bi nobedaran ve
Tu li dengên bêdengiyê guhdarî dikî
Weke ku xwendevanekî zimanê gerdûnê
Di çavên tarî dirame
Tu di navbera tîpên wê de mîna tilismên bêşîfre digerî.
Hemî alfabeyan çêdikin
Û ji peyalên…

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…