Merwan Berekat
Dilrevînê!
Dema ez te dibînim, tûjbûna nêrînên min ko dibe.
Tenê bi kenê te
kovan, derd û birînên dilê,
ku bi evîna te lêdide derman dibin.
ez bi felsefeya eşq û jiyanê bawer dikim,
û bila tu zanibî…
eger ez kêlîkekê nivişta eşqa te ji buxçika demên xwe derxînim.
Ezê ji dînan werim jimartin
û çîrokên evîna xwe
li ser dîwarên mêristanan nîgar bikim.
Bêje min dilrevînê! Ez çi bikim?
Dema te silav da min û destê xwe kir destê min,
rewnê min velîst
xeyalan nêrînên tî di bedewiya te de gerandin,
carina ew li ser sirtên sîngê şebî dilolijîn
Carina jî..
bi rengê lêvên zirav mijûl dibûn,
û ew wek keçikên serxweş li min vedigerîn.
Dema te silav da min;
xwîn di rehên min de bi mestî geriya,
dil baskên nûjiyanê li hev xistin,
û perda sîngê min veçengand
Ne tenê wisa,
ez hestiyar dibûn,
ku pir ji Neboxizê Babilê bextewartir im.
Belê dilrevînê!
Ji wê rojê de,
her ku ez xwe winda dikim,
an jî bixwezibim xwe winda nekim,
ez destê xwe yê rastê bîn dikim.
Bêje min dilrevînê! Ez çi bikim?