Di Banîna 56 saliya Hemza Begê Miksî ( – 1958) de (Qehremanek ji pêşengê rewşenbîrên gelê min)

Konê Reş

Hemza begê Miksî (Hemza Beg kurê Hacî Bekir) qehermanekî pêşeng bû di nav gelê kurd de. Eger navê vî lehengî hinekî di nav tariya salan de mabe jî, lê her ew wek zêrê zer e, çendîn sal di ser navê wî re derbas bin, navê wî nayê zingar kirin, her û her wê navê wî bi nirx û biha di nav dilsoz û wefadarên gelê kurd de bimîne.

Di destpêka çerxa 20 an de Hemza Beg yek ji pêşengên rewşenîrê gelê kurdan bû li Stenbolê.
   Hemza Beg yek bû ji rojnamevanên kurd yên sereke, wî gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêşkêş kirine. Di destpêka sala 1918 an de yekemîn rojnameya kurd/tirkî bi navê JÎN li Stenbolê  weşandiye, hem jî dîbacak bi nirx û biha di gel Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye.. roja (05/04/1958) û li ser dazwaxa wî, ew li gundê Dugirê, di nav goristana welatparêzên kurdan de hatiye veşartin.
Wek ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên komara Mehabadê bû, piştî herifandina komarê reviyabû, xwe li nav Kurdên suriyê, li bajarê Tirbespiyê girtibû û lê dijîya.. Di sala 1958 an de dema ku Hemza begê Miksî çû ber dilovaniya Xwedê, rehmetî Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand:
Mamose Hemza beg
Rehberê fidakar !
Pir kes ji xew te kirine hişyar
Raze bi xoşî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim
15 ê Remezana 1377 Koçî
05/04/1958 Zayînî
Konê Reş
Qamişlo 04.04.1014  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...