Piştî 57 salan çavên min li seydayê Cegerxwîn digerin

Konê Reş 

   1 – Bi hatina bîranîna 57 saliya damezirandina Alpartî di nav kurdên Rojava de û guhertina dîmografiya bajarê min Qamişlo, çavên min bêtir li seydayê Cegerxwîn digerin.
 2 – Cegerxwîn, 57 salan pîkol û berxwedan di ber ziman û hebûna kurdên Rojava de kir.. Rêxistinên me ji 57 salan ve di diyaloga; hêk ji mirîşkê ye an mirîş ji hêkê ye?! Serî li wan hatiye gerandin..
 3 – Piştî 57 salan, Xwedêgiravî, ji berxwedana rêxistinên me, hê jî nikarin wek Cegerxwîn bervedêriyê di ber gelê xwe de bikin, hê jî çûkên xelkê li ser bênderên me şer dikin..

4 – Di sala 1957an de, Cegerxwîn sekretêrê Alpartî, yê ku doktor bû di felsefeyê de rexne dikir, piştî 57 salan, doktorên me sekrekêrên rêxistinên me yên ku heyranên canê xwe ne, pesin û şabaş dikin..

 5 – Cegerxwîn di zimanê erebî de melevan bû û tev nivîsên xwe bi zimanê kurdî nivîsîn, rêxistinên me, tev axaftina wan bi zimanê kurdî ye û ji 57 salan ve çapemeniya wan bi zimanê erebî ye?!.
 6 – Cegerxwîn, 57 salan şerê şêx, axa û began kir, piştî 57 salan, rêxistinên me di destê zarok û neviyên wan de ne.
   Konê Reş, Qamişlo,
 28.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…