Şûngir û Berdêl

M. Hec Kebe

bê gûman ger hest û ramanên merovekî li ser kîn û tundiyê hatibin avakirin, ew nikarê bi lez xwe ji pîsiyên derûnî jî xelaskê, bi taybet heger pergala xwe bi ava hovîtiyê hatibê avdan wê çaxê hîn paqijkirina govdê wî yê genî û çêkirina xwe bêtir çetintir dibê.
 Ji vê da tê xuiyakirin ku em di rewşeke ku hîç tendurustiya derûnî têde nîne, û em li hember ejdehakî ne, û Bi rastî dijminê  miletê sûriyê dijminekî ne hêsane
ger di dema şer û cengê de bê, an di demên ku hêminî carna  siyên xwe davêje qad û meydanên welêt, çimkî ji destpêka şoreşa guhartinê de, ew jî  mina maran qalçqê xwe her demekê digugêre, û alav û lîstikên xwe jî teqledikê wek ku dizanê û jê tê xuwestn, û heya niha ew karê torên serê xwe jî li her cihekî bimeşînê, lewra gelê sûriyê ketiye girava ku veger jî jêre nemaye, çimkî ew her carê ku dixwezê tajana zîvirandinê bi xwede hîn bêtir bataq dibe, û cî an şivîlên  poşmaniyê jî  giş bi hevra hatine  birîn, lê ê ku gelê vê xaka ku roj bi roj bi xuwînê tê şuştin karbê bike , tenê baweriya hêzên ku xwe berpirsiyarê guhartinê dibînin, û ew ji xwe serê xwedî  xem û bar û qiswet hatine dîtin, ew tenê Karin vê pirobilêmê serast bikin, lê helbet di çarçoveya gangaziyên xwe da, û bi tayîbet gava asoyên ramanên xwe  paqij û aşkere û açiq bin, çimkî ji mij û moraniya ku bi şoreşa guhartinê re derketiye holê, mirovê sûrîyê nema dost û hevalan ji hev cuda  dike, ji ber  pir cara bejîkan cilê şervanan bi ser bedena xwe da brdane, û segan dinav  rêzên artêşa azad da xwe bi cîkirine, û ji şilopeliya ku li çarçoveyî welêt hatiye qewmandin şaş bûne, di nirxwendin û beranberkirina hêzên ku hîn cirîta xwe li ser zemîna sûriyê dikin, ji ber pîsî wek jîyanê ye ew jî herdem cil û riftarên xwe digewirê, ji ber ku domandinê di pêlanên xwe yên genî da dibînê , çimkî ku eger ne wanî be ew namîne serdarê dernexûniyê.
 Û Bê guman  ne tenê daêş  berdîlê rijîmê ye ,çimkî wê rêxistinê bi kiryarên xwe li qad û meydanan bi xwe xa cîblaq kirî, û tazî kirina wan helbet wê bandora xwe li hemî  war û devran bike, lê girînge ku derfet nekeve rêkeftinên din ku ciyê wan bi hêsanî  bigrin, ji ber desthelat hîn berdewame di pêlanên xwe yên rojane da , û tim jî ê xiniz û nokerên xwe di nav gel û şoreşgeran  de biçînê, îro daêş li gêçikê ye û dibera hêzên parastina gele û siba cebhet el nesra ye û ji pêra hin din ê werin afrandin, ku karibin her car şûna artêş û togayên dewleta bê sinc bigrin, û ev rewşa han wê berdewam  bibe û zû nayê rawestandin, lê herdem jî ê alavên xwe nûjen bike li gorî dema têde.
lewra divê ku xêrxazên guhartinê ger ku nikaribin xêzên şoreşê yên xwar serast bikin, bi kêmanî ew dest nîşankin û haya milet jê bikin,da ku wek her car neyên xopandin, ji ber ku îro ged gûdan egr bi cilên olî xwe pêşkêş kirine, wê siba bi kincên netewiyê xwe bi naskirin bidin, û piştre bi kebûtên lîbraliyê dibê ku derkvin meyîdanê, û her weha heya ku xelk bi tev agahî dibin, û çanda parastinê hêdî hêdî di guh û ramanên wan de cih digirê, û di vê derbarê de dibê ku em bînin venasîn sûda aşkere kirina hêzên radîkal, tevî qurbaniyên gel dane û hîn jî didin bi xopandnina kesên dîndar re, lê wek tê xûyakirin di rûpelên dîroka şoreşên gelan de, wê giyanê pakrewanên sûriyê  bibin xetîrên ronahiyê li pêş welatiyan li seran serî welêt, raste ku dema her merovek tê kûştin dibê ku hin çirûskên xwe jî vêre tên vemrandin, û barkrina her yekî  zirara niştmanekî ye, lê çûyîna wan jî helbet ê sûda xwe li rojên bê bike, çimkî ne ji şoreşê ba wa çiqas gerek gelê sûriyê bû, heya rasteqîniya oldaran  li pêş wan bihata  aşkerekirin, raste nirxê fêrbûn û agahiyê giran bû, lê wane jî dibê ku hîn girîngtir bin, lewra dive ev kesên radîkal ku îro li ber çava ne  û karên wan jî hîn tê temaşekirin, ew bibin nimûne û herdem mînakên wan werin bala mirovên vê xaka pîroz, da ku careke din tariya wan li gûnd û bajaran netê belavkirin, û bi rastî heger ne ji şoreşê ba ramanên welatiyên sûriyê ji toreyên ol û selefiyê bi deh salan  nedihatin rêzgarkirin.
Lê hîn  ê baştir be heger ev panorama ku sê salin berdewame û hîn jî ne diyare ku heya kingî wê bidome ,bibê mînaka şaraziyê, û waneyên şoreşê ji paşerojê re bibê bingeha avakirina hest û ramanên aşitiyê li seran serî welêt û ji pêra li ser wan nirînan  çanda mirovahiyê were avakirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…