Ji romana min a bi navê (Beriya Mêrdînê; Doda û Qamişlo)

Konê Reş

 Erê, piştî ku xeta tirênê (Berlîn – Bexdayê) hat danîn, me ji hev re got; Serxetî û Binxetî, belê pêwendiyên me wek berê bi hev re man. Wek heyamê berê Menderî ji Serxetê dihatin ava bîra Doda a jorî, pezê xwe tanîn nav firêzeyên Doda, Sada û Çewdara.. Bihara pêrekên wan dihatin kerengan ta ku digihan tixûbê gundê Rengo. Dodayî jî wek heyamê berê keriyên pezê xwe di birin Serxetê; newala Stilîlê, hêrik û qelaçên derdora Menderê, Zorava û Sirêçkê ji bo çêrê..
Çûn û hatina herdu rexên xeta hesin wek berê bû, nîv normal bû. Lê bi demê re, bi dagîrkirina Fransizan ji Sûriyê re, ew xeta hesinî di navbera dewleta Fransî di Sûriyê de û dewleta Tirkiyê de bû sînor û hin bi hin xelkên herdu rexên xetê dûrî hev ketin. Nexasim piştî ku sînor bi du xetên têlên bi dirî li seranserî xeta hesin hatin danîn û qereqolên leşkerî ji rex herdu dewletan ve li seranserî sînor hatin ava kirin. Ji wê hingê ve çûn û hatin bû qedexe. Bû bi dizî, bû bi qaçaxî ta ku di sala 1958 an de li gor peymana di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, sînor bi mayîn, bumbe û têlên bi dirî yên nû hat dorpêçan kirin.
   Dema ku mayîn di sînor de diçandin ez zarok bûm, min jî bi mezinan re ji ser girê Doda li wan temaşe dikir, mezinên gund ji hev re digot; bumbe û mayînên wan wek misîna ne.. Hina digot; wek tasa ne û hina digotin mayînên bi benik in, wek davika ne.. Lê piştî danîna mayînan, ew çûn û hatin hat birrîn; hevdîtin, çûn û hatin bû qedexe û bi qaçaxî.. Berê jî qedexe bû lê ne wiha asê, dijwar û bi xwîn bû.. Vêca qaçaxiyê bi rengekî din destpê kir.. Bihayê derbasbûna mirovekî bo serxetê û vajî wê bihatir bû..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...