Penaber

 Brahîm Mehmûd

Têbîn:
Ev helbest û ne helbeste, bêje helwesteke, bêje derbirîneke bê oxir e, bêje qêrîneke di kûraya  giyan de ye. Li gorî daxwaza mirovekî kurdekî penaber bi serê xwe hatiye nivîsîn, hingî rû li ser min daniye. Raste bi navê mine û wiha durêz bûye dakû kula xwe eşkere bike. Tiştekî veşartî nemaye !

B.M
Penaber

Bi tiliya xwe gote wer
Tika tika çûme ber
Xwe zirzitand û bi lez
Ev tu lalî an tu kerr ?
Ev tu çiyî ev tu kiyî
Tu rêwiye bi kude her?
Ez im kurdim kurdiyo
Tu dizanî ji min biqer
Xwe lerizand bi tundî
Bi peiyva kurdiyê qeşmer
De rawest û ne live
Bersiv bide an biner
Tu çi kurdî kurdê çiyî
Ez ne valame ji ter
Ji çi êlê çi nihêlê
Çi daiyk û bavik çi dever?
Ez pûnijîm di cih de
Ez çi bêjim ji efser?
Min xwe naskir di cih de
Ez im ez kotî nefe
Min xwe nedî min xwedî
Bi gotina de ha ji ter
belê belê efendim
ez kurdekî penaber
ez bi hest im lê çi bêjim
ne mirovekim  yekser
penaber im efendim
ne bi ser im ne bi ber
ez bi nav im ni binav
di ustêmindiye  cuher
ez bi nav im lê çi nav
ez mirovek xwlî ser
 ez bi nav im lê çi nav
xweziya min yekî  teter
bi zirzirim dixuya ye
li min negre brayê ker
ne bi rû me ne  bi çav
ne ziman û ne xweser
bi kurdiyê dinasim
bi vê axa zêre zer
bi vê ava bihuştê
lê ji tîna nakim der
em birane wax gidî
biratiya dek û şer
di devê min de xwezî
di dilê min de keser
beyanîme bi kurdî
ka hiner û ka huner?
Bi çil melyonî dinasim
Lê hemî bûne kenser
Ka dijminê ku bi nav
Em dijminê herî her
Li min nêrî ta çefilî
Matmayî gote her

Duhok -29 gulana 2014an

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…