Li rojavayê Kurdistanê Deselatdar ji berê hovtir e

Cankurd

Min ji zû ve digot û dinivîsand, ku rêjîma zorbaz di nêv gelê Kurd de jî, hinde kes û komik kirrîne, ji xwe re bi kar tîne, û wê rojekê evana bibin hesinekî sorkirî, wê govdê gelê me û yê tevgera gelê me daxdidin, wê hebûna me wekî neteweyeke cuda ji ya Ereban hilweşînin, wê li ser me bibin darê lêdanê, wê me pereng-perengî bikin.
Mixabin û sed car mixabin, gelek siyasetmendan ji min re digotin, tu nabînî çi guhartin çêbûne, em tev êdî bûne bira û kesek nema dikane me ji hevdu verê bike. Hinde kesan, ku îro bi dengê bilind me li ser dijwariya, ku heye, hoşiyar dikin, li ser koçkên Paltalk û di komêntarên xwe de, li ser nivîsên min, gelek peyvên nebaş bo min digotin an dinivîsandin… Hinek kadroyên partiyan jî ji xwe re dikeniyan û dikirine tîqetîq, dilşad dibûn, û kenê xwe bi min û bi ên wekî min dikirin.

De ka binêrin, li Rojavayê Kurdistanê, paş sê salan ji destpêka serhildana gelê Sûrî ve, û paş avakirina „ Xweseriya demokratî“ çi heye!

Li Rojavayê Kurdistanê nema tu bi azadî dikanî ala xwe ya neteweyî hildî, manşêtên, ku bi navê PDK-S ji aliyê „Asayîş“ê ve tên rakirin û dizîn, lê yên ku bi navê malbata Esed in, nayin rakirin… Ev kiryarên Naziyan tîne bîra me…

Li Rojavayê Kurdistanê nahêlin tu bi roja jidayîkbûna rêberê Kurd ê herheyî, Mele Mustefa Barzanî, şabibî, hema komikên Baasiyan bi cejna avakirina partiya xwe ya nijadperest û dij bi gelê Kurd, dikanin li her derekê bicivin û piştvaniya xwe ji malbata Esed re bînin zimên…

Li Rojavayê Kurdistanê, navenda bi navê şehîdê Kurd ê xebatkar û niştperwer Nasreddîn Berhek tê tarûmar kirin, hema kesek destê xwe navêje pûtê Hafiz Esed, ê ku di dema wî de gelek projeyên tunekirina gelê Kurd bi cîh hatîne…  

Li Rojavayê kurdistanê, nahêlin xebatkarên Kurd, ku bi salan dijî nijadperestiyê xebitîne ji başûrê Kurdistanê vegerin malên xwe, lê kesek ji wan Erebên „Alghamr“, ku hatin û zevîn û dêrînên Kurdan bi darê zorê standin, naye bi dûrxistin ji gundê, ku ew wekî zorbazekî tê de daniştiye…

Li rojavayê Kurdistanê, Kurdê ku rexneya deselata „Neteweya Demokratî“ bike, wê bite binçavkirin, lêdan û leşwêrankirin û kuştin, lê belê kesên ne Kurd in, dikanin bi keyfa dilê xwe gotinên xwe bibêjin, kesek ji wan naye girtin û binzorkirin, ta Baasî yên, ku Kurd wekî sewalan didîtin û em tev nizim dikirin…                                                                                                                    
Ma van bûyer ne besin? An pêwîste ez gelek tiştan bo we bibêjim?

Li Rojavaê Kurdistanê, gelê me nema di bin zor û setema van hêzan de, ku hîn ji Daiş û Nusre bêtir zorbaziyê li wî dikin, raweste û va rewşa ne „demokrat“ û bê azadî dipejirîne… PYD bi rastî ser rûyê xwe yê rastîn, wekî hêzeke, ku alîkarê rêjîmê ye, bi aşkereyî dide xuakirin…

Ji ber vê yekê, ez ji xûşk û birayên xwe yên bakurê Kurdistanê dipirsim:    „Birano, ma eve bihayê ewqas xûn, a ku gelê me li rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya we dayî, ma eve nirxê ewqas şehîdên me ji law û kiçên şervan li çiyayên Gabar û Cudî û li deştên Botan? Ma eve biratiya zaroyên Mîdiya, Kardox û Mîtan?   Qey hûn dengê xwe nagihînin Qendîl û Imranliya, ku ji gelekan re bûye qîblegeha siyaset û zanînê, li hember vê çewsandinê, vê rûreşiyê û vê nandoziya, ku PYD di ber malbata Esed de dike, û hûn nabêjin: êdî bese, ev setema ku bi seriyê gelê me tê kirin, bi destê hinekan, ku xwe wekî şervanên azadiyê didîtin û îro bûne destikê zorbaziya neyarê mirovatiyê, Beşar Esed?“ 
Bese, biran, xûşkino… Kezeba gelê me li Rojavayê Kurdistanê ji van kirinên wekî yên neyaran, hate çirandin û sotandin.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…