Sîkolociya dîl û bendan

Kasî Yûsiv
 
Ji kevin de kurd hatine xapandin,hîna ji dema aşûriyan, û di dema cengên giran de li herêmê, kurd li milê kîjan alî bana ew bi ser diket, ji ber ku kurdistan şanogeha şer û pevçûnan bû, bi binketina herî mezin behra kurdistanê bû, ji rûman û sasanîyan hetanî Tirk û rûsanjî  

çawa xelkê sûd ji kurdan dîtine, ji Furs û Misilman û  Tirkan.
Jiber ku kurdan her tim xwe ji seriyê xwe mezintir didîtin, lê beramberî vê yekê xwe ji dijminên xwere biçûk dikirin, û serê xwe ji bo wî dijminî didane ber kêrê, ev yek jî divegere sîkolociya kurdan û xwezaya kurdistanê ya asê, di pendên xwedejî ev yek amaje pê kirine , bavik û kalikên me kurdan dema ku dibêjin: geyayê hewşê tehle.
 
Di welatê mede gelek nimûne hene hin yê ji bavê xwe baştir û ew gul li ser tên gotin,û hin yê weke  bav, ew ser bi ser ji wanre tê gotin, û hinê dî  ji bav pîstiri ewjî gû li ser ji wanre tê gotin.

Di dîroka kurdistanêde gelek caran kurdan bi destê dijminê xwe girtine li dijî şoreşger û serhildêrên kurd yên ku serî li dijî wan dagêrker û dijminan  rakirine,û ew şoreş şikandine
gelek carên dî  kurd bûne du alî her aliyek bi destê dijminekî digirt ,ji ber ku bextê kurdan ji roja rojde reşbû dijminê wanjî gelekbûn; û kurdistan di her buyereke dîrokîde di rojhilata navîn de mîna qurbana li hevhatina imbiratoriyên wê demê;yanjî xelat ji vî alî bo aliyê dî dihate pêkhatin, yanjî em dikarin bibêjin kurdistan bûbû weke mala li dev rê, her kesê diçû û dihat ew didît û mereqa dest bi ser danîna wê dima, ji ber ku ciyê wê yê ciyopolîtîkî ji dema  keştiya nûhê pêxember silavê xwedê lêbin, ew kiribû nîşan û çepera her rêbiwarekî.
Vêce kurd ji herkesîre dibûn paşmêr,û peya,û destek ,pirsgrêka  xwejî  ji bîr kiribûn,me piştî şerefxanê bedlîsî, û ehmedê xanî, û bedirxaniyan, ramanên netew perest nedîtin, hetanî hatina ubeydillahê nehrî, û şêx seîd ê pîran,û melle mistefa yê berzanî, û şehîd qadi mihemed, ji piştî berzanî û virde kurdan karîbûn hin maf bi destên xwe bigrin,ji ber ku kurdan li kurdistana iraqê bi rêveberiya berzaniyan şoreşeke bê rawestan pêxistibûn, û armanca wan avakirina gewdekî, laşekî  kurdistanî serbi xwebû,tevî ku rewşa êkonomiya nav netewî ne pur alîkarbûjî lê ewan xalên giring cî bi cî kiribûn.
Îro di rewşa kurdistana sûrîde keyseke mezin,û şensekî baş ji bo kurdan hatiye ,lê mixabin yê ku îro kurda dibê û tîne,dijminê kurdaye,hêjî kurdan li vî parçî tobe nekirine,ji alîgirtina dijminê xwe,beşar esed serokê xwîn rij yê ku di dema hukumdariya wîde bi sedan kurd hatin kuştin,û bi hezaran kurd girtin,îro kurd tên sirgun kirin,bi fermana wî,û ciyê kurdan vala dimîne,roj bi roj,gereke kurd destê xwe nexin destê wî,li aliyê dîtir erebên sunne,ewjî nêrîna wan li ser pirsgirêka kurdan pur dijware,û hestên wan dijmiatî tên nasîn bi piraniya  siyasetmedarên  ereb yên sunne kurda dibînin wek xulam ewjî ne kêmî beşar esed pîsin.
 Wêjeya roviyên belek,kiltûra marên pitpitkî di pêvdan û xwe reng kirinê de li hev dikin hember tune kirina kurdan.
Ji wilo hêviyamin ewe kurd destê hev bigrin,kurd hevdû tune nekin,û pişta hev bigrin
Keysbazên  ku li hespên ezeziyê siwarin ,û hevsarên wan li gorî bihna berjewendiyên wan ên kesatî sist dibe anjî tê kişandin,li gor  bayê xurt di leqin û di meşin,ewin yên  ku mala hevalên xwe wêran dikin, û ya xwe di şûna wîde ava dikin,kesên ku tiştekî nabînin, û nabihîzin ku ne li gorî berjewendiyên wan bin,mirovên li bendî ketina hevalekî xwene, da pêl cindekê wî bikin û bostekê xwe hildin,çewt ramanên wan,xeyala wa ya bêmar,wijdanê wan yê veremûkî,pozê wan yê ku na şewitê,çavê wanî birçî,serê wanî tewandî,her dimîne simbola kesê bê rûmet û  dîl.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…