ji kengî ve û ji bo çi ez dinivisînim?

Konê Reş
 
Berî pêlekê mamoste Mehmet Tekçe hevpeyvînek bi min re, li dor çîroka nivîsandinê, ziman û edebiyata Kurdî pêk anî. Min jî, ji wê hevpeyvînê, ev pirs bijart û bersiva wê ji bo we belav dikim:
P. Ji kengî ve û ji bo çi dinivisînî?

B. Li gor min, nivîsandin
mereqe. Her divê mirovê nivîskar serwext û zana be, ji ber ku bê zanîbûn nabe..
Jixwe wek ku hûn tev dizanin pirtûkxaneya Kurdî di destpêka avakirina xwe deye,
anku feqîr û lawaz e, û wek ku diyar e, serwextî û zanîbûna me ji zimanên din
wek Erebî, Farisî û Tirkî kom bûye..

Belê min di bin bandor û şêraniya zimanê dayika xwe
de hez zimanê xwe kiriye û pê nivîsandiye û min ew serwextî û zanebûna xwe a bi
zimanê erebî bi zimanê Kurdî pêkve biriye.. Tevî qedexebûna zimanê kurdî,
qedexebûna pirtûkên bi zimanê Kurdî û qedexebûna pirtûkên bi zimanê erebî li
dor kêşeya gelê kurd, min hewil daye û bi kurdî nivîsandiye.. Pêre jî min bi
erebî jî nivîsandiye.. Bûguman, bandor Cegerxwîn, Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn
Zaza, Qedrî Can û di serê tevan de mamostayên wan Mîr Celadet û Dr. Kamîran
Bedirxan zor mezin e di vî warî de.

 Bi gotinek din nivîskarî û zimanhezî
wek werîsê ji du benan hunandî be, yek bêyî yê din nabe.. Û di her tiştî de
destpêk bi hezkirinê destpê dike û hezkirina durist û aktîv mêraniye.. Sebaretî
nivîsandina min û hezkirina min ji zimanê Kurdî re, dikarim bibêjim ku ji gundê
min Doda destpêkiriye, ev gundê sînorî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê
dikeve, kesî jê ne bi zimanê erebî û ne bi zimanê tirkî zanîbû û bi demê re di
nav agirê van her du zimanan de dihat şewitandin.. Wiha di nav wê trajîdiya
zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedî kirin.. Di
sala 1973 an de min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez!), peyda kir û çend
carekî bi Cegerxwîn re rûniştim, hingê min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran
bi zimanê erebî dinivîsand.. Lê piştî ku min Cegerxwîn dît û min jê pirsî Seyda
tu bi erebî bêtir kare his û hestê xwe derîne an bi kurdî..? Beşişî û li min
vegerand û got: Bi Kurdî.. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî
dilê min.. Di sala 1977 an de bo xwendinê çûm Almaniya Rojava, li wir bişahî
çav rojnameya (Roja Welat) ketim, bi Kurdî û tirkî bû.. Piştî vegera min
di sala 1978 an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di pileyek biçûk de
bû. Bi hatina ronakbîrên Kurd re ji Sovyêta berê wek: Celîlê Celîl, Ordîxanê
Celîl, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdilrehman Tosinê Reşîd.. Şêraniya zimanê Kurdî û
danheva zargotina kurdî bêtir bi min re mezin bû û wê hingê, di rêka mamoste Eskerê
Boyîk re çend carekî helbestên min di rojnameya (Riya Teze) de belav
bûn..

Di
salên 1980î de hin caran berhemên min di kovara (Pêşeng) de belav dibûn,
ewa ku partiya rehmetî Samî Ebdulrehman li sûriyê diweşand.. Belê di sala 1988
an de min bi rengekî aktîv bi kurdî nivîsand û di Newroza 1989 an de min û
hevalekî xwe Kovara (Gurzek Gul), bi Kurdiya Latînî weşand.

Ji bo wan kesên ku bi zimanê
Cizîrî, Xanî û mîr Bedirxanê Botî diaxifin dibivîsînim, ji bo xelkên Qamişlo û
Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê dinivîsim, ji bo wan
lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine, da ku careke din berfa
li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe,
dinivîsînim… Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aştî û aramî, her yek
ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna xwe, Xeca xwe stranan
bibêjin û Edûla Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne…

   Erê, ez ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê
dinivîsînim, ewên ku ji zimanê dayka min fam dikin, ewên ku, ez û wan bi yek
şûrî dikevin û bi yek şûrî radibin, ewên ku ne ji wan be ez tune me û hebûna
xwe di hebûna wan de dibînim, ez ji bo wan dinivîsînim.

Konê Reş, Qamişlo,
08.09.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…