Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de «Xelek 19» Pirojeyên talankirinê û pergala kurdî

Dr.
Ehmed Xelîl
 

Werger:
Heyder Omer


Heyder52@hotmail.de

 

Dêmek Kurd, bi
welatekî perçekirî û dagîrkirî, û bê dewleta xweser derbas sedsala bîst û yekê
bûn, ev yeka jî, bê guman, pergaleke matkêş e, û berhema sê hêmanên sereke ne:
Hêmanê xweyîtî, hêmanê herêmî û hêmanê navdewletî. Me berê hêmanê xweyîtî rava
kiribû, û rola wî di lawazkirina hişyariya netewî û nebûna dewleta kurdî
de diyar kiribû. Di van rûpelên jêrîn de jî emê hêmanê herêmî vekolin, gelo çawa
di berhemkirina pergala kurdî ya susret de hevpar bû?

Ҫandên
talankirinê li rojavayê Asiyayê:


Piraniya dîroka
mirovaniyê nakokiya ji bo erdnîgariyê ye, ev jî, bê guman rastiyek e. Cîgehê
ciyopolîtîkî yê Kurdistanê ji bo Kurdan xişm û bobelat bû; Kurdistan ketiye
navbera çar deryayan: Deryayên Qezwîn, û Reş û kendava Somerî (Farisî / Erebî)
û deryaya Spî, her weha ketiye navbera çar deverên giring jî: Aryana ji hêla
rojhilat de, Anadol û rojhilatê deryaya Spî ji hêla rojava de, Qefqasiya ji
hêla bakur de, û Mezopotamya ji hêla başûr de. Evî cîgehê isteratîcîk Kurdistan
ji dewletên rojavayê Asiyayê kiribû nêçîreke nirxbiha, nemaze ji bo ewên ku
hizra talankirinê û împeretorî ew bi rê ve dibirin.

Divê sê lingê
(êkologiyan û çadan û polîtîkan) ji bîran nebe, ji ber ku ew ji bo ravakirina
dîroka mirovaniyê, bi gelemperî, û pergala kurdî  bi taybetî gelek giring e, ji bextreşiya
Kurdan bû, ku ewana li rojavayê Asiyayê bi sê pirojeyên talankirinê re, ku  berhema çandên êkologiyên xizan bûn, rû bi rû
bûn,  û wan pirojeyan jî polîtîkayên
dagîrikirinê, yên ku li ser Kurdan metirsiya giran bûn pêk anîn, û  piraniya wan polîtîkan hîn jî tên xebitandin.
Her sê pirojeyên talankirinê jî ev in:

Pirojeya
Farisî:
Ji sedsala (8 b. z) de
Faris li başûrê çiyayên Zagros cînarên pêşiyên me bûn. Dîrokzan William Durant
dibêje: “….û ev herêm hema hema bi tevayî biyabanî û çiya ne, çemên xwe kêm
in, sermaya xwe giran e, û germa xwe jî ziwa û bi şewat e, ji ber vê yekê jî
xêr û bêrên xwe têra nişteciyan nake, vê lomê xwe pal didin ser tiştên
,
ku ji derveyî welatê wan, di riya bazirganiyê û talanê re tên
”(1).
Her weha dîrokzan Harvî Porter jî dibêje: “Derdora nîvê welêt biyababî bû,
bi kêrî tiştekî natê, yê mayî jî, ji bilî delavên deryayê, di nav çiyan de, xakên
biçûk di bûn, teng û germ bûn, hinek jê bi kêrî zeviyê tê…
”(2).

Xizaniya
welatê Farisan çanda talankirinê û dagîrkirina li ba wan peyda kir, Kurd jî
qurbaniyên pêşîn bûn, ji ber ku piraniya navendên şaristaniyê û sermiyanê li
Mezopotamya û Sûriyê û Misirê û rojavayê Anadolê bûn, da Faris bigihênin wan
welatan, divê pêşî Kurdistanê dagîr bikin, bi rastî jî qeralê Farisî Koreşê
duwem, sala (550 b. z) ev yeka bi cih kir.

Pirojeya
Erebî:
Piraniya welatê Ereban
biyaban bû, û êlên wan ji bo berhema  hindik her tim pev diçûn, û di sedsal (7 z) de
pêximber Mihemmed diyar bû, û Ereb di bin sîbera îslamê de dan ser hev, û pê re
jî talankirina welatan, bin navê xwebata ji bo xweda (cîhad) de, bû pêdiviyeke
ayînî. Di vê riyê de careke din Kurd neçareyî dana baca cîgehê Kurdistanê bûn. Piştî
ku Ereban Mezopotamya li hêla başûr ji dest Farisan girtin, diva bû pêşî
Kurdistanê dagîr dikin, da bigihênin navenda împeretoriyê û dest bidin ser, û piştî
ku li hêla bakur Sûriya ji dest Romanan girtin, diva bû bakurê Kurdistanê dagîr
bikin, da bigihênin Ermînya û Qefqasê.

Pirojeya
Tirkî:
Di sedsala (11 z) de, cara
sisiyê bû ku Kurd neçar bûn ku baca cîgehê Kurdistanê bidin koçerên
Tirkmanan (Silcûqan), ewên ku ji biyabanên Asiyaya navîn de hatine. Êkologiya
xizan ewana ber bi dagîrkirina welatên xwedî berhem û sermiyan de têvedan, vê
lomê ber bi rojava de çûn û Îran talan kirin, û da riy xwe ber bi Mezopotamya
de dûz bikin, diva bû Kurdistanê, ji hêla rojhilat û başûr de
dagîr bikin, û ji bo ku bigihênin rojayayê Anadolê û Sûriyê, diva bû Kurdistanê
ji her du hêlên bakur û rojava de dagîr bikin.

Encamên
pirojeyên talankirina Kurdistanê:


Rastî
ew e, ku encamên talakirina Kurd û Kurdistanê xişm û bêtarine mezim bûn, miletê
Kurd, heya îro jî bihayên giran dide; rojhilatê Kurdistanê hîn jî di bin
dagîrkirina Farisan de ye, û bakur jî di bin dagîrkirina Tirkan de ye, û başûr
di bin dagîrkirina Îraqa erebkirî de ye, û her wah rojava jî di bin dagîrkirina
Sûriye ya erebkirî de ye, û heya îro jî ev her çar dewlet li hember avakirina
dewleta kurdî radibin, û ji bo vê armancê tevdîrên xwe tevlihev dikin.

Êdî
ka em hinekê bi hûrbînî xişm û bêtarên van talanan binerin. Piştî kû Farisan
lêvegera me ya polîtîkî (Şahnişîna Med) gêr kirin, dest dan ser sermiyan û
karînên me yên rêvebirinê û leşkerî, û lêvegera me ya ayînî jî (ola Yezdan)
riswa kirin, û Zeredeştî ya fariskirî xistin şûna wê, û navdengiya
qeralê me yê Medî yê dawî Azdehak, ê ku li hember wan rabû, riswa kirin, û dan xuyakirin,
ku ew nexweş bû ye, û  xortan dikuje, û
bi mejiyên wan nexweşiya xwe derman dike. Ji wê rojê de, û li gor tembiya
(şêwra) qeralê wan Qembîz kurê Koreş, Faris li hember heyîna dewleta kurdî ya
xweser radibin(3), û dibêjin, ku Kurd jî Faris in, û zimanê kurdî
zaravayeke farisî ye, û her tim nehêştin civaka kurdî  ji her warên aborî, civakî, û çandî ve  ber bi pêş ve biçe. Ma gelo, di rewşeke
welê de, dê çawa hişyariya netewî kurdî ber bi pêş ve biçe, û dê çawa
dewleteke kurdî ye xweser ava bibe?

Di
serdemên xîlafeta îslamê de rewşa Kurdan kirêtir bû, ji bilî ziyanên aborî û
polîtîkî, pirên wan, hem ji ber tiresê û hem jî ji ber zorê û dana bacê, neçareyî
wergirtina ola îslamê bûn, pê re jî Kurdên misilman bûn neyarên Kurdên ne
misilman, û ewana bê ol dan naskirin. Bi ser de jî hinek Kurdên misilman bûn
misilmanên sinne û hinek jî bûn misilmanên şî-e, û hin caran Kurdên misilman
belayên mezin anîn serên Kurdên ne misilman. Pê re jî Eyzîdî û Elewiyên Kurd belyanê
mezin (talan, kuştin, dizîn) ji dest Kurdên misilman dîtin.

Di
bin sîbera dewleta xîlafetê de, Kurd pêrgî riswakirina mezin hatin, bi ser pêrî
û jinên dîl û du rû de hatin jimartin, û bi şerkariyê û dizînê hatin salixdan(4),
pirên Kurdan dest ji navên xwe yên kurdî berdan û navine erebî hilgirtin,
zimanê kurdî bi alîkî de hate têvedan, û zimanê erebî, di nav Kurdan de,
hilpekî tepela giringiyê, ji ber ku zimanê Qur-anê û bihiştê û dewletê ye, û li
dirêjiya (14) sedsalan, nema tu 3% rewşenbîrên Kurd, ku bi kurdî dinivisînin,
an jî li ser kelepûra kurdî dinivisînin, dibînî. ji ber vê yekê tiştê normal ew
e, ku di navbera Kurdên misilman û yên berî îslamê de qutubireke mezin peyda bibe,
û bîriya kurdî ya netewî bikeve ber dava valkirinê, û hişyariya netewî lawaz û
perçe bibe, û avakirina dewleta kurdî bibe awayekî xewnan.

Silcûq
û merivên wan Osmanî di riya xebata ji bo Xweda (El-Cîhad) de jêhatî bûn, ewana
ev cûreyê xebatê ji bo talakirina welatan û dagîrkirina mirovan bi jîrbûnî xebitandin,
û siltanê Osmanî nasnavê (Xazî) ango (micahid), bi wateyeya xebatkarê ji bo
Xweda, ji xwe re wergirt, pê re jî Tirkên, ku êlên paşvemayî bûn, bûn serdarên
împeretoriyê. Ji bilî ziyanên, ku dagîrkirina Tirkî, ji hêlên aborî, civakî û çandî
ve gihandine Kurdan, gava Silcûqan Kurdistan talan kirin, hukumet û dewletên
kurdî, ku wê hingê hebûn ( hukumeta Rewadî û ya Şedadî û dewleta Dostikî) ji holê
rakirin, û di pey re jî Osmaniyan dest dan ser mîrnişînên kurdî, yên ku di dema
lawazbûna Silcûqan de ava bûbûn, pê re jî riya birêveçûn xweristî di bin sîbera
destlata kurdî niştimanperwerî de, li ber civaka kurdî hat qutkirin, û rêveçûna
hişyariya netewî kurdî ji dûzan ket, û astengiyên mezin li hember avakirina
dewleta kurdî rabûn.

Bi
kurtahî. Pirojeyên talankirinê yên Farisî, Erebî, û Tirkî ziyanên bûjenî
(keresteyî /maddî) û hesteyî yên giran gîhandin miletê Kurd, ewan ziyanan tev
li kêmaniya xweyîtî bûn, û li dirêjiya 25 sedsalan Kurd gîhandin vê rewş û
pergala susret; miletê ku xwedî dîroka kevin û resen e, ji Farisan û Ereban û
Tirkan ne kêmtir e, û tevî vê jî heya nûka di welatekî dagîrkirî û perçe de
dijî, û nikane xwe bide ser hev û dewleta Kurdistana xweser ava bike.

                                       Û çi
dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.

                                                            
                                                              26.
07. 2014 

 

Jêder û cavkanî:

  1. William  Durant: Qisset El-Hedare, 2/409-410.
  2. Havî Porter: Mewsuet
    Muxteser El-Tarîx El-Qedîm, rû 152-153.
  3. Hirodot:Tarîx Hirodot, rû
    247-248.
  4. El-Mesûdî: Murûj Azzeheb,
    2/1228-123. Ibn Kesîr; Tefsîr El-Qur-an El-Ezîm, 7/57-58. Yaqût El-Hemewî:
    Mucem El-Buldan, 3/426-427. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…