Pêkhatina Feqî yê Tîran
ku jêderên tiştek li ser jiyana Feqî yê Tîran gotine, di tenga salbûn û
salmirina wî re li hev nakin jî, lê hemî bi yek boçûnê teqez dikin, ku ew li
Muksê hatiye vê dinyayê. Muksê bajarokeke, li bakurê Kurdistanê ye, xwe bi ser
newqa herêma Hekarê de pal dide. Yaqût El-Hemewî, di mucem el-buldan de vê
herêmê bi lez dide nasîn, û dibêje:
„El-Hekkariye, bi fetheyê û
teşdîd el-kaf (dubare k), r , y, bajarok û nafçe û gund in li jorî Mûsilê, li cezîra Ibn Omer dikeve, nişteciyên
wê Kurd in, ji wan re Hekkarî tê gotin“(1).
Dêmek
helbestvanê me sala (1564 z) li Muksê ji dayikê bû, zaroktî û beşek ji jiyana
xwe di hemêza surûşta wê de derbas kir, bi surûşta Muksê re gelek dost bû û jê
hez kir, evê hezkirinê di helbestên wî de gelek caran rû da ye.
Pêşî
li ba melayên serdema xwe li Muksê xwendiye, nîşanên jîrbûnê, wê hîngê, lê xuya
dibin, di pey re çûye bajarokê Fînikê, û beşek ji jiyan û xwendina xwe di
dibistana wê de derbas kir. Tê gotin, ku ew pirê caran bi tenha diçû ber delavê
çemê Dîcleyê, helbest digotin û li gel surûştê û hêmanên wê daxifî, û hin jêder
teqez dikin, ku dema ew li Fînikê bû, wî helbesta (Ey av û av) li ber delavê
Dicleyê nivisandiye.
Lê
Cezîra Botan, bi navdengiya xwe ya, ku ji hebûna dibistana Sor(2), û
mamosteyên wê, ku helbestvan û zanayên mezin bûn, wergirtibû, wî ber bi xwe de
dikşîne, vê lomê ji bo wergirtina zanînê berê xwe dide Cezîra Botan, pê re jî
rûniştina li wê deverê li xweşiya wî tê. Lê mixabin çi jêderan nedaye
xuyakirin, ku kînga ew çû bû Cezîrê, her weha nedane xuyakirin jî bê çiqas li
wê derê ma bû, tenê ya dupat ew e, ku ew sala (1030 k / 1621 z) li wur bû ye, heye
rûniştina wî wê hîngê berdewama hatina pêşî be, û heye jî ji wur çû bû, û
careke din vegeriya be, çimkê di wê salê de helbesta hevpeyvîna wî û Melayê
Cizîrî hatiye gotin; ev helbest hevpeyvîneke helbestî gelek balkêş e,
Ebdulreqîb Yûsif weha diçe, ku ew di wêjeya kurdî de yekem pêkvegotina helbestî
ye(3). Her weha ev helbesta pêkvegotinê, bi ser ku nîşana
hevtêkiliya dostanî ya her du helbestvana ye,
bersiva wan boçûnên, ku dibêjin Feqî şagirtê Mela yê Cezîrî bû ye, dide,
û nerastiya wan boçûnan teqez dike.
Helbestvanê
me li gelek gund û bajaran geriyaye, wek Muksê û Hêzanê û Fînikê û Cezîra
Botan, vê lomê jî bi nasnavê (Feqî yê Gerok) jî hatiye naskirin. Heye ev gera
wî ya berdewam ji dest rikberiya wî li hember mîran û hukudaran be, ewanên ku
wî wek alavên sultanê osmanî didîtin, loma jî ew ji wî dixeyidîn, dêşandin û
binçav dikirin, û carnan jî dixistin zîndanan. Di helbestên wî de pirêcaran
mirov dibîne, ku ew ji ber havîbûnê (xurbetê) bêhnteng bûye, ev yeka dide
xuakirin, ku havîbûn ne bi daxwaza wî bû, belê ew neçareyî wê bûye, wek ku di
vê gotina wî de diyar e:
Herê beytê, te min wa kir.
Bezirganê qurbetiyê min kar kir.
Welat ber bi welat birim.
Welatê xerîb mihacir kirim.(4)
Dijberiya
tund li hember mîrên fewdal, û gera wî ya berdewam di navbera gelek gund û
bajaran de, dide xuyakirin, ku bicarekê ew ne mîr bû, vê lomê jî em bawer nakin,
ku ew mîrê devereke Hekarê bû(5). Tiştên ku vê boçûna me dadigerînin
gelek in. Wek diyaredeyên jiyana wî ya bê tebat, ku didine xuyakirin ew kesekî
ji piraniya gel bû, pir zana û jêhatî û zîrek bû, bi ser de jî ne hezkirê dirav û malhebûnê bû:
Mal zêr xwe neke bar û cema.(6)
Careke
din jî dibêjê:
Qismet nanek hebana min da.
Nahêlin herim serê sifirê yî jorîn.
Cêva (bêrîk) me da tune diravê qawekê.(7)
Ev jînenîgarî, ji hêleke din de, çîroka hezkirina wî napejirîne;
ew çîroka ku dibêje wî ji keça mîrekî, hezkiribûm û pê re dergîstî bû, lê mîr mercên
dijwar dan ber wî, û wî jî ew mercan pêk anîne, û keçik berîya zemawendê miriye,
vê lomê negîhane hevdu. Her weha ev jînenîgarî mîrîtiya wî wî jî napejirîne(8).
Heye çîroka hezkirinê rast be, ji ber ku Feqî, wek ku helbestên wî diyar dikin,
dilsotiyê evînê bû, lê evîna wî bi serneketiye. Lê dergîstîbûna wî û keça
mîrekî dikeve ber gumanan. Têkiliya wî li gel mîran, wek ku emê di beşên ku wê
bên de bibînin, vê boçûna me dadigerînin.
Wek ku di helbestvanekî Ereb gotiye:
Mirov çiqas cîgeh li dunyayê dipelîne,
Bîriya wî her tim cîgehê yekemîn e.
Feqî
yê Tîran bîra şûnwarê xwe yê xekem dike, piştî gera li gelek bajaran, û mandina
kurt an jî dirêj li hinek waran, çi bi dare zorê an jî bi daxwaza xwe, dîsan
vedigere şûnwarê yekem, vedigere Muksê, bajarê ku li wî çavên xwe li dunyayê
vekiribûn. Tevî ku jêderên jînenîgariya wî vekolane, diyar nekirine, ku wî
zarok bi pey xwe de li Muksê hêştibûn ya
na, lê ev vegera hanê dide xuyakirin, ku wî zar û zîç li Musê hebûne, vê lomê
vegeriye wur, çimkê mirov nikane bawer bike, ku tenê surûşta Muksê sedema wê vegerînê
be, ji ber ku ciwaniya surûşta Cezîra Botan ji ya Muksê ne kemtir e, ewê surûştê
dikarî biba berdêla ya Muksê.
Tevî
ku hema jêderekê jî hebûna zar û zîçên wî naşan nekirine, em zemawenda wî, berî
wê vegerînê dadigerînin, ne ku wek Ebdulreqîb Yûsif dibêje, ku ewî piştî vegerê
jin ji xwe re aniye(9). Belgeya vê boçûna me dadigerîne, ew e ku ew
hîn jî sala (1621) ji Muksê dûr bû, li Cezîra Batan bû, ji ber ku wê sala
helbesta hevpeyvîna wî û Mela yê Cizîrî hatibû gotin, û wê hîngê jî temenê wî
nêzîkî şêst salî bû, êdî nayê bawerkirin ku heya wî temenî bê jin ma be.
Feqî
vegerî Muksê; şûnwarê jidayikbûnê, lê ne dîyar e kînga vegeariye. Em weha
diçin, ku vegera wî piştî sala (1621) bû,
di vê salê de hîna jî li Cezîra Botan bû, û di pey vegera xwe re her tim heya
mirinê, derdora sala (1660) li Muksê ma bû,
û gorna wî heya îro jî li wur heye, û xelk seredana wê dike(10).
Ji
bo oxirkirin Feqî, tê gotin, ku nişteciyên Muksê û yên Hêzanê li hev nekirin,
her alîkî got ku divê di xaka me de were binaxkirin, hinek hişmendên her du
aliyan weha çûn, ku bila ji her alîkî hin kes rabin, bi şev tabûtekê çêkin,
termê Feqî têxin yekê ji wan, û yê din jî bi giraniya Feqî, bi axê dagirin, û
sibê dê her aliyek tabûtekê bibe, di xaka xwe de veşêre(11).
Dûrî
rastî û nerastiya vê çîrokê, ew dide xuyakirin, bê Feqî di nav xelkên deverê de
çiqas jê dihate hezkirin.
Jêder û çavkanî:
- Yaqût El-Henewî: Mucem El-Buldan, 5/480.
- Mîr Şeref Xan kurê mîr Ebdal, ji mîrên Azîzan bû, ev dibistan ava
kir, wê dibistanê xaniyên ji bo razana feqehan (şagirtan) jî hebûn. Biner:
Zivingî, pêşgotin 1/7. - Ebdulreqî Yûsif: Şaîrên kilasîk ên Kurd, rû 41.Divê mirovê vê
boçûnê zû zû bawer neke, ji ber ku wêjeya kurdî ya berî îslamê wenda bû ye, û
heye helbestên bi awayê ya Mela û Feqî tê de hebûn, lê ew jî wenda bûne. - Feqî yê Tîran: Tenbûr, rû 23.
- Herekol Azîzan dibêje, ku destnivîseke (Şêxê Senan) ketibû destên
wî, di dawiyê de hatibû nivisandin, ku ev çîroka helbestî ya helbestvan mîr
Mihemed Feqî yê Tîran e. Biner: Hawar, hej 33, sal 1941. Her weha helbestvan
Cegerxwîn jî ketiyê vê şaşîtîyê, gava gotiyê: Mîr mehê hozanekî Muksî / li
ser Sînem dibêje û dipirsî. Biner dîwana: Sewra azadî, Şam 1954 helbesta
(Şaîrên Kurd). - Tenbûr, rû 1.
- Tenbûr, rû 44.
- Dîwana Feqê Teyran, pêşgotin, rû 18.
- Şaîrên Kurd ên klasîk, rû 31.
- Jêdera
navborî, rû 32. - Heman jêder
û rûpel.