Gelo, rewş û pergala kesayetiya kurdistanî hemdem, li gor vê nêrîna jorîn, çawa ye?
Jiheveqetandina kurdewarî: Metirsiya herî giran, ku dagîrkerên Kurdistanê li dirêjahiya 25 sedsalan pê rabûne, ew e ku wan kesayetiya me ya kurdistanî resen ji dûzan xistin. Werin em jihevqetandina kurdewarî ya jêrîn bidin ber çavan:
1.Kurd ê resen: Di helwest û tevdîra xwe de mirovane ye,ji her warên hişyarî, boçûn û nirxan ve, hem bi gotin û kirin, û hem jî bi hest û çarenûs li gel miletê xwe hevbest e, karînên xwe bi dilsozî, ji bo rizgarkirinê dixebitîne.
2.Kurd ê serserî (ehmeq): Sergerm û hêrsdar e, li gel berjewendiyên kesîtî, malbatî, êlîtî yan jî partiyetê tevdigere, û wan berjewendiyan di ser bilindtirînên berjewendiyên milet re digire.
3.Kurd ê xulmaş: Nerîna wî kurt e, ponijiya wî sade ye, aloziyan di seraser re şirove dike, nizane pêdiviyan li pey hev rêz bike, bi şaxên tiştan mijûl dibe, û guh nade pêdiviyên bingehîn.
4.Kurd ê nezan: paşvemayî ye, nasnameya xwe û dîroka miletê xwe, kelepor û şoreş cangoriyên wî nizane, li derveyî hevgirêdana kurdistanî rasteqîn dijî.
5.Kurd ê sernizm: Ne xemxwerê doza rizgarkirina Kurdistanê ye, ne bi gotinekê û ne jî bi nivîsekê an bi dana sêntekî an jî bi têkoşînê li meydanên şerî de bervedêriya miletê xwe nake.
6.Kurd ê keysebaz: Heya bi qirikê di ezezîtiya xwe werbûye, miletê xwe di navbera bidestxistina diravan û cihgirtinên bilind re dibîne, ne xemxwerê azarên gelê xwe û doza rizgarkirina Kurdistanê ye.
7.Kurd ê pişaftî: Ji nasnameya xwe hatiye pişaftin, ne bi gotin û ne jî bi xebat li miletê xwe xwedî dernakeve, bi boçûn û ponijî û nirx û hestên xwe ne kurdistanî ye.
Me ev veqetandina hanê ne ji yotobiyayê, belê ji du jêderan wergirtî; yek ji wan jêderan bûyerên dîroka me ji çar hezar sal de, û ya din realîteya kurdî ya hemdem e. Û hatiye zanîn, ku her veqetandinek, çi dibe bila bibe, li ser hin pîvanan tê avakirin, me jî ev veqetandina hanê li ser du pîvanan ava kiriye; nirxên payebilind (mirovanî, wêrekî, cangorî, dilsozî…) yek ji wan e, û ya din jî nirxên, ku Kurd ji bo serkeftinê di cenga rizgarkirinê de, hewcedarên wan in.
Rastî ew e, ku ev pergala bazdanê, ku em tê de dijîn, dide xuyakirin, ku rêjeya Kurd ên resen di civaka me de hindik in, lê rêjeya nimûneyên din bêtir e, ewana hevpişkên çêkirina pergala bazdanê ne, alîkarên dagîrkeran bûn, û hîn jî alîkar in, metirstirîn kend û bend in li hember Kurd ên resen, yên ku ji bo rizgarkirina Kurdistanê dixebitin, mezintirîn bobelata milet in. Gelo, emê çawa vê rêjeyê serast bikin, û çawa kesayetiya kurdistanî resen ava kin?
Avakirina kesayetiya kurdistanî:
Ji bo avakirina kesayetiya kurdistanî resen divê em van tiştên jêrîn bidest xînin:
Zanîn: Thomas Jefferson dibêje: “Eger miletek wusa çû, ku nezan û azad be, hingê ew milet tişekî ne bûye, û dê nebe jî dirame”(1). Gelo, em Kurd çiqas hewcedarên zanînê ne! lê kîjan zanînê?. Zanîna ku li ser realîteyê û zanistê, ne ya li ser yotobiyayê û xurafetan, ra dibe. Mirov bi zanînê dikare xwe nas bike, kesayetiya xwe ji nirxên dagerînê û bazdanê rizgar bike. Kurdekî nezan nikare xwe nas bike, û nikare kesayetiya xwe rizgar bike, ew her dem amade ye, ku bikeve nav destên serseriyê an jî xulmaşiyê, an sernizmiyê, an keysebaziyê, an xiniziyê. Nimûneyên van kesan di dîroka me de gelek in.
anda kurdistanî: (dîrok, ziman, wêje, efsan, folklor…). Bi çanda netewî tu dikarî li gel milatê xwe hevbest bibî, rehên xwe di dîroka deh hezar sal de binasî, bi dirêjahiya hezar salî pêş ve dikarî bi duhatuwa miletê xwe biramî, pê hay bibî, ku tu li gel miletê xwe hevbest î, ji ber ve berpirsiyar î, pê hay dibî, ku divê tu lîsteya xebata xwe berpêş nifşên duhatî bikî. Kurd ê ku çanda xwe ya netewî nizane, Kurdekî bê reh e, Kurdekî bê nasnameya niştimanî ye, Kurdekî bê vîna netewî ye, Kurdekî bê pirojeya netewî ye, dagîrker dikarin bi hêsanî wî nîçîr bikin, û ji armancên dagîrkirinê re bixebitînin.
Nepejirandina çanda dagîrkeran: Dagîrkeran ne tenê beşekî çanda me riswakirin û bêşê din jî wenda kirin, belê bi ser de jî çanda xwe ya tarî bi darê zorê bi me dan pejirandin, nemaze jî di riya ol û rêbazan re. Piştî ku bi zora şûr welatê me dagîr kirin, çanda xwe bi ser me ve kirin, da me ji rehên me hilkin, û me bi tavayî bipişêfin. Vê lomê pêwîst e, ku em xwe ji çanda wan rizgar bikin. Her Kurd ê, ku di bin destlata çanda wan de ye, çiqas bixwaze jî, nikare wek Kurdekî kurdistanî resen bimîne. Şalyarê kar û barên derve yê Polenda sala (1939) gotiye: “Em bi Almanan re xweseriya xwe ji dest didin, û bi Sovyêtan re giyanê xwe ji dest didin”(2). Rewşa me jî ew e, ku bi çanda dagîrkeran re em nasnameya xwe ji dest didin.
Li pey gewreyên xwe: Tevî riswakirina kesayetiya me ya kurdistanî jî, rêberên gewre di nav miletê me de, di her qunaxeke dîroka me de, peyda bûne, ewana nirxên wêrekiyê, lehengiyê, dilsoziyê û cangoriyê gewde kirin, û li gel miletê xwe bestandî bûn. Wek ku tepelên çiyayên me her bilindtir mane, û li welatê me, di buharan de, her tim nêrgiz pişkivîne, û agirê Yezdan her tim pêketî maye, wusa jî gewreyên me her tim, di dîroka me de, nifşek li pey yê din, roniyê didin, bi cangoriyên xwe miletê me, di nav bobelatan de, li ser piyan hêştine.
Xebitandina rexneya xweyîtî: Pendiyarê în Konfoşyos gotiye: “Kesê mirovbend tişê di xwe de dipelîne, lê kesê dagerî li tiştê di kesên din de digere”(3).Biner tu kî yî? Tu Kurdekî resen î? An yekekî serserî yî? An xulmaş î? An sernizm î? An keysebaz î? An pişaftî yî?
Pelandina xweyîtiya te, û karîna veqetandina cihê te, dê bidin xuyakirin, ku tu şiyar bû yî, û te piyên xwe danîne ser riya rast, û te hişyariya xwe ya kurdistanî vegerandiyê, ji nû ve ji dayikê bû yî.Vê carê, bi carekê tu li derveyî miletê xwe û derveyî pirojeya wî ya rizgarkirinê namîn î.
Ey gelê me! Partî û silogan û malhebûn û şervan û çek têra rizgarkirina Kurdistanê nakin. Hêmanê herî giring ji bo vê erkê kesayetiya hişyar û nasnameya xwe dinasê ye, ya mirovatiya xwe diparêze, ya ji bo rûmeta xwe hewsdar e, ya bi jîrbûna bê hempa û bê sînor ji bo welatê xwe bervedêr e. Hêmanên din, bi vê kesayetiyê, hukardar dibin, û ev kesayetî serkeftina pirojeya me ya rizgarkirinê misoger dike.
Kurd ê, ku nasnameya xwe ya resen nas nake, dê çawan bikare ber milet û welatê xwe de bidêre? Kurd ê, ku bi ramana bazdanê dijî, dê çawa bikare, di cengên me yên dirêj de li hember dagîrkirinê, serkeftinan çêke? Kurd ê, ku ji çanda koletiyê rizgar nebûbe, dê çawa bikare Kurdistanê rizgar bike? Kurd ê, ku nirxên dagerînê li ser wî destlat bin, dê çawa bikare helwesta lehengiyê bigire?
Kesayetiya resen rêvebirê gewre peyda dike, siyasetmedarê gewre peyda dike, şervanê gewre peyda dike, ramyarê gewre peyda dike, wêjevanê gewre peyda dike, muzîkvanê gewre peyda dike, cotkarê gewre peyda dike, karkerê gewre peyda dike. Di dirêjahiya dîroka me de, Kurd ên, ku reseniya xwe ji dest dabûn, giringtirîn sedemên têkçûna şoereşên me bûn, serserî û xulmaş û sernizm û keysebaz û revok û xiniz ji nav wan peyda bûn.
Êdî ka em mal û dibistan û zango û sazûman û kamp û civat û lêkolîn û roman û helbest û muzîk û kulam û cil û sîmbol û ala û nav û medya û helwestên xwe tev bikin meydana avakirina kesayetiya xwe ya kurdistanî
Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
18. 08. 2014
Jêder û çavkanî:
(1) Yakovlîv: Ela haffet El-Hawiye, rû 77.
(2) Mistefa Bedir: Eşher El-Extai El-Siyasiyye, we El-Eskeriyye, we El-Istîratîciyye, 1/47.
(3) Omer Ebdilhey: El-Felsefe we El-Fikir El-Siyasî fî El-Sîn El-Qedîme, rû 171.