Xalis Misewer
Di her peyv û helkeftinên xwe yên ku di mijarên zimên de tênin bi lêvkirin, yan nivîsandin, em kurd dibêjin: Divabe em bi zimanê Dayikê biaxivin yan binivîsin, yan dibên divabe em zimanê Dayikê biparêzin. Gelo ta kîjan radeyê ev peyv yan firêza (zimanê dayikê) ji hêla wateya ibistmolocîk û wêjeyî ve, rast tê wezîfedarkirin û bikaranîn? Ango weke em dibînin, ku kurd di helkeftinên zimên de, resenya ziman mina zimanê dayika biyolocîk didin nasîn, û jê re
zimanê dayikê dibêjin. Lê bêgûman emê di şîrovekirina xwe ya di vê mijarê de bidin xuyakirin ku, ev peyv bi wateya xwey ibistmolocîk û wêjeyî ve, gereke zimanê dayik yan mak bê bikaranîn?. Ango em dibînin ya rast ewe ku, ev herdûk peyvên dawî, ji dêvla peyva zimanê dayikêdi axavtin û nivîsandinên me de bêne danasîn.
Dêmeke divabe em nasbikin, ku ev herdû peyv yan herdû firêzên ha (zimanê dayikê yan zimanê dayik) bi wateyên xwe, ji aliyê ibistmolocîk û wîjeyî ve ji hevdû cudane.
Ji ber ku dema em dibêjin: Zimanê dayikê, bêgûman em vê peyvê bi awayeke şaş bikartînin. Ji me weyê ku bi vê peyvê, emê reseniyeke dîrokî bidin zimên, ango tê wê manê ku dayikên miletan bi awayekî resen ziman afirandine yan parastine, û ji pêsîrên xwe zarokên xwe pê şîr dane. Lê bêgûman helwêst û giringiya ziman, tiştekî ji vê cudaye.
Di dîrokê de tê gotin ku, bikaranîna ziman di dema mirovên nêçîrvan de, ji bîst hezar sal virde destpêkiriye, û hinbihin pêşketiye, ew jî dema ku yê nêçîrvan diçû nêçîrê û dizîvirî malê, ewî ji xizmên xwe re herdûk tilyên xwe yên pêşî dianîn ber hev, yan jî xêzik li ser axê çêdikirin, ango digot îro min bi qeysî van tilyan yan bi qeysî van xêzikan nêçîrkiriye. Yan jî dema fîzevîza bayekî xurt nîşan bida, bi dev û lêvên xwe di fîkand û mina dengê bê derdixist….hwd.
Lê em karin bêjin ku, dema mêrê nêçîrvan fêrî navê lawir û tiştên çolê dibû, di eynê demê de jî, jin yan dayik fêrî navê tiştên malê û çandiniya dedora mala xwe dibû. dêmeke jin û mêr herdûk di warê zimên de bi hev re afirenêr û alîkarbûn.
Li gorî vê encamê, gereke em di axavtinên xwe de nebêjin zimanê dayikê, em reseniya ziman bi dayikê bi tenê ve girênedin, ji ber ku kok û hebûna zimanan ne bi dayika biyolocîk ve girêdaye.
Tevlî ku ziman zanê Emrêkî (Naûm çomiskî) dibêje: Dibe ku zarok di zikê diya xwe de bingeha zimên vêre peyda bibe. Lê hê ev tişt libal tu zanyaran teqze nebûye, ji ber wilo em nikarin zimanê zikmakî jî lêbikin. Dêmeke ya rast ewe ku em bêjin, zimanê dayik yan dêk yan mak , ango zimznê miletan mina zimanê dayik ji miletê xwe re tê bicih kirin. Dîsanê ku, em vê şîroveyê ji xwendekarê xwe re bêhtir famkirin bidin, emê vê nimûneyê bînin ziman. Dema piranya miletê cezayirê zimanê Firensî bikartanîn, ji bilî hin xelkên gund û koçeryê mabûn bi zimanê xwey Erebî dipeyivîn, di vê mijarê de zimanê Firensî zimanekî biyaniye ji miletê Cezayirê re, lê zimanê Erebî ji hemû miletê Cezayirê re, zimanê mak yan dayik ( ) têgotin, ne ku zimanê dayikêye ( ) weke ku em kurd bikartînin. Di eynî wê wateyê de jî, dema em kurd bi gelek zimanan bipeyivin, mina Erebî, Farisî Tirkî, Ingilîzî…hwd. Wê demê tê gotin ku evna ji me Kurda re zimanin biyanîne, lê zimanê kurdî ji mere zimanê mak û dayike . Û ev xêzik wan tiştên me gotibûn baş diyardike:
Zimanê Kurdî | Zimanê Erebî | Zimanê Inglîzî |
zimanê dayikê | Loxet- el-um ( ) | Mother (native)language |
zimanê dayik | El- loxet- el-um (( | The mother((native)language |
Zanyarên Ereb firêza jêr (El- loxet- el-um (( ) di lebat û karên xwey wêjeyî de bikartînin, û tucaran ya li jêr(Loxet- el-um ( ) ) ku bi wateya zimanê dayikêyê bikarnaynin. Ango Ereb jî di vê mebestê de zimanê dayik bikartînin. Bi Ingilîzî jî wehaye ku (The mother((native)language) bi wateya zimanê dayik û make jî bikartînin. Li vir û li gorî vê lêkolîna me, em digihêjin vê encamê:
Zimanê dayik, yan zimanê dêk yan zimanê mak ew peyvên rast û dirustin ku, hêjaye em di lêkolînên xwey wêjeyî û ibistmolocîk de bikarbînin, lê ew firêza zimanê dayikê em wê dibînin ku, şaştiyeke ibîstmolocîke ku di wêjeya kurdî de herdem têbikaranîn.