Zimanê Dayikê, yan zimanê Dayik

Xalis Misewer

Di her peyv û helkeftinên xwe yên ku di mijarên zimên de tênin bi lêvkirin, yan nivîsandin, em kurd dibêjin: Divabe em bi zimanê Dayikê biaxivin yan binivîsin, yan dibên divabe em zimanê Dayikê biparêzin. Gelo ta kîjan radeyê ev peyv yan firêza (zimanê dayikê) ji hêla wateya ibistmolocîk û wêjeyî ve, rast tê wezîfedarkirin û bikaranîn? Ango weke em dibînin, ku kurd di helkeftinên zimên de, resenya ziman mina zimanê dayika biyolocîk didin nasîn, û jê re
zimanê dayikê dibêjin. Lê bêgûman emê di şîrovekirina xwe ya di vê mijarê de bidin xuyakirin ku, ev peyv bi wateya xwey ibistmolocîk û wêjeyî ve, gereke zimanê dayik  yan mak  bê bikaranîn?. Ango em dibînin ya rast ewe ku, ev herdûk peyvên dawî, ji dêvla peyva zimanê dayikêdi axavtin û nivîsandinên me de bêne danasîn.

Dêmeke divabe em nasbikin, ku ev herdû peyv yan herdû firêzên ha (zimanê dayikê yan zimanê dayik) bi wateyên xwe, ji aliyê ibistmolocîk û wîjeyî ve ji hevdû cudane.
Ji ber ku dema em dibêjin: Zimanê dayikê, bêgûman em vê peyvê bi awayeke şaş bikartînin.  Ji me weyê ku bi vê peyvê, emê reseniyeke  dîrokî bidin zimên,  ango tê wê manê ku dayikên miletan bi awayekî resen ziman afirandine yan parastine, û ji pêsîrên xwe  zarokên xwe pê şîr dane. Lê bêgûman helwêst û giringiya ziman, tiştekî ji vê cudaye.
Di dîrokê de tê gotin ku, bikaranîna ziman di dema mirovên nêçîrvan de, ji bîst hezar sal virde destpêkiriye, û hinbihin pêşketiye,  ew jî dema ku yê nêçîrvan diçû nêçîrê û dizîvirî malê, ewî ji xizmên xwe re herdûk tilyên xwe yên pêşî dianîn ber hev, yan jî xêzik li ser axê çêdikirin, ango digot îro min bi qeysî van tilyan yan bi qeysî van xêzikan nêçîrkiriye. Yan jî dema  fîzevîza bayekî xurt nîşan bida, bi dev û lêvên xwe di fîkand û mina dengê bê derdixist….hwd.
Lê em karin bêjin ku, dema mêrê nêçîrvan fêrî navê lawir û tiştên çolê dibû, di eynê demê de jî, jin yan dayik fêrî navê tiştên malê û çandiniya dedora mala xwe dibû. dêmeke jin û mêr herdûk di warê zimên de bi hev re afirenêr û alîkarbûn.
Li gorî vê encamê, gereke em di axavtinên xwe de nebêjin zimanê dayikê, em reseniya ziman bi dayikê bi tenê ve girênedin, ji ber ku kok û hebûna zimanan ne bi dayika biyolocîk ve girêdaye.
Tevlî ku ziman zanê Emrêkî (Naûm çomiskî) dibêje: Dibe ku zarok di zikê diya xwe de bingeha zimên vêre peyda bibe. Lê hê ev tişt libal tu zanyaran teqze nebûye, ji ber wilo em nikarin zimanê zikmakî jî lêbikin. Dêmeke ya rast ewe ku em bêjin, zimanê dayik yan dêk yan mak , ango zimznê miletan mina zimanê dayik ji miletê xwe re tê bicih kirin. Dîsanê ku, em vê şîroveyê ji xwendekarê xwe re bêhtir famkirin bidin, emê vê nimûneyê bînin ziman. Dema piranya miletê cezayirê zimanê Firensî bikartanîn, ji bilî hin xelkên gund û koçeryê mabûn bi zimanê xwey Erebî dipeyivîn, di vê mijarê de zimanê Firensî zimanekî biyaniye ji miletê Cezayirê re, lê zimanê Erebî ji hemû miletê Cezayirê re, zimanê mak yan dayik  ( ) têgotin, ne ku zimanê dayikêye ( ) weke ku em kurd bikartînin. Di eynî wê wateyê de jî, dema em kurd bi gelek zimanan bipeyivin, mina Erebî, Farisî Tirkî, Ingilîzî…hwd. Wê demê tê gotin ku evna ji me Kurda re zimanin biyanîne, lê zimanê kurdî ji mere zimanê mak û  dayike . Û ev xêzik wan tiştên me gotibûn baş diyardike:

Zimanê Kurdî  Zimanê  Erebî Zimanê Inglîzî
zimanê dayikê Loxet- el-um ( )  Mother (native)language
zimanê dayik El- loxet- el-um (( The mother((native)language

Zanyarên Ereb firêza jêr (El- loxet- el-um (( ) di lebat û karên xwey wêjeyî de bikartînin, û tucaran ya li jêr(Loxet- el-um ( ) ) ku bi wateya zimanê dayikêyê bikarnaynin. Ango Ereb jî di vê mebestê de zimanê dayik bikartînin. Bi Ingilîzî jî wehaye ku (The mother((native)language) bi wateya zimanê dayik û make jî bikartînin. Li vir û li gorî vê lêkolîna me, em digihêjin vê encamê:
Zimanê dayik, yan zimanê dêk yan zimanê mak ew peyvên rast û dirustin ku, hêjaye em di lêkolînên xwey wêjeyî û ibistmolocîk de bikarbînin, lê ew firêza zimanê dayikê  em wê dibînin ku, şaştiyeke ibîstmolocîke ku di wêjeya kurdî de herdem têbikaranîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…