Sefer mirîdê disoz û kurdperwer

M.Emîn Sadûn


Di van rojan de bîreweriya salvegera yekimîn ya koçbarkirina hevalê têkoşer Sefer Sofî  careke dî kul û kovan di dilên xembar de nû kirin, pêre jî tayê ristika derd û xeman di dilê dost û hevalan de qetand û deriyê birînên kelgirtî li piştê vekir.
Raste, mirov tev de li pêşberî mirinê wek hevin û bê cudahî rêwengî ne li ser wê rêyê. lê çûna hin mirovan wek pelek ziwa ji darekî biweşe, deng pê nakeve û kes jî pê nahese. Lê çûna hin mirovên dîtir wek çiyayek biheje, xum xum û nalnal pê dikeve, dilê heval û hogiran dilerizîne û wan xemgîn û melûl dike.
bi çûna sefer re dil û canê hezaran keç û xortên kurdan êşand û bi taybetî dilê hevalên wî di Partiya wî de, ew partiya ku Sefer di nav rêzên wê de bi dilgermî (33) sî û sê salan xebateke gur û gerim bê rawestan borand.
Sefer di binemaleke kurdperwer de, li ber singa dayîkeke dilovan firşik bibû û li ser destê bavekî dilsoz jî fêrî elfabêya jiyana mirovatîyê   hatibû, ji ber wê jî  gelek rêz û rawazên nirx û nazik di kesatiya wî de hatibûn çandin û Ji ber ciwaniya wan rêz û rawazan di hiş û mejiyê wî de cihekî xwe yê bilind di dilê dost û hevalên xwe de digirt. Sefer mirovekî dilsoz û xebatkar bû, cansivik,rastbêj,kurdperwer, xizmetkar û peyîvxweş bû, xemxwar û dilpakê kurdîniyê bû. her wextî di meydana kar û xebatê de kurtkirî bû û di rêzên pêşî de bû, ji xizmet û xebatê bênteng û dilsar ne dibû, sitêra wî geş bû û rûyê wî herdemî bi ken û kêfxweş bû. ew xuya dibû di her nerazîbûn û xwepêşandanan de, her wiha di berhevkirin û serastkirina bizav û çalakiyan de. gotina no, na, nakim, nikarim, xwe bide alî di ferhenga Sefer de cih nedigirtin û bi taybetî dema ku ew kar di xizmeta Partiya wî û kêşa gelê kurd de ba. Ji ber kar û xebata wî ya dilgerim Sefer ji aliyê piçûk û mezina ve li bajarê Dêrikê û gundewarên wê dihate naskirin û li rex wan cihê siyanet û rêzgirtinê bû. Sefer bi şaşika xwe ya sor navdar bû û gelek caran heval û hogirên wî ew bi mirîd û sofiyê Barzanî  binav dikirin û ew jî gelekî bi vê navlêkirinê serbilind û kêfxweş dibû, ji ber bawermendê rêbaza Barzaniyê nemir bû û bawerîk wî bê sînor bi wê rêbazaê dihat, û kar û xebata xwe li ser wê rêbazê dişopand. Çûna mirovekî mîna Sefer xemxwar û xembarê kurdewariyê di vê dema hestyar de ne tenê zererek bû ji malbata wî re, lê belê ziyaneke mezin bû ji heval û hogirên wî re û nexasim ji Partiya wî re, ku îro ji her wextî bêhtir ewê Partiyê pêwîstî bi mêranî, wefadarî, merdî û pisporîya wî di warê leşkerî de hebû. Lê mixabin mirina devbixwîn destê wî girt û ew ji refên hevalan dûr kir.
 Serfer berî salekî di rûdaneke tirafîkê a diltevzîn de li bakûrê kurdistanê canê xwe jidest da û termê wî hat veguhestin ber bi Rojavayî kurdistanê ve  û li cihê jidayîkbûna wî li gundê BaneQesrê ser bi  Bajarê Dêrika Hemko ve, di merasîmeke mezin de li goristana gund hate veşartin.
Mirovên mîna Sefer namirin û dimînin sax û zindî di hiş û dîroka xebata miletê xwe de û dibin çira û mînakên geş ji xebatkar û têkoşeran re di pêvajoya xebata netewî de.
Bi vê helkefta diltevzîn sersaxî ji malbat û hevalên wî re be, û hezar silav li canê wî yê pak û paqij be û cihê wî buhişta dêrîn be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…