Çenteyê Koçbûnê

Salar Salih  
Piştî ku min karê xwe li saziya ciyolocya bidawî kir, ew saziya ku li taxa Hoş Elba`ir dikeve,ez daketim bazarê li navenda bajarê Hesekê,li ser rêka serekî a ku di nîvê taxa Xiwêran de diçe ez bi metirsî dimeşiyam, çimkî ew pirtirîn tax e ji taxên Hesekê ku şerên çekdarî lê çêbûne, herweha gellek kesên sivîl li ser wê rêkê birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane, lê naçar min da ser wê rêkê jiber ku rêka din a ku di taxa Neşwa re diçe pir dûr e. 
Bazara cil û kelûpelên gundiyan li nîvê bajarê Hesekê dikeve û ji pirbûna mirovan merov bi zehmetî têde dimeşe, nemaze ew cada ku dikana bavê Hozan têde bû tevgerek pir çalak lê hebû, hevalê min bavê Hozan bazirganekî kevnare ye, çente û kincên gundiyan difroşe, herweha cilên pembo yên hundirî, piştî ku silava min vegerand du kursiyên biçûk anîn û em li ser wan rûniştin, wek adeta xwe çaydanek çayê ji çayxanê bo min xwest, û me pirsa rewşa hev kir, bavê Hozan digote min ku tevgera bazarê pir qels bûye , ne wekî dema berî şoreşê ye, tişt buha bûne û nirxê lîra sûrî di asteke pir nizim de derbas dibe beramberî dolarê Emrîkî, di heman demê de jibîr nake ku diyardeya koçbûna miletê vî bajarî bandoreke neyinî li ser tevgera kirrîn û firotinê dike,  lê tenê tiştê bi piranî tê firotin ew çente ne, min bi çavê xwe jî didît ku kesê tên dikanê tenê pirsa çenteyan dikin û tenê çente tên firotin, gellk kes hatin pirsa çenta dikirin ji wan mêr û jin û gênc, bavê Hozan jî bersiva wan dida û buhayê çenteyan ji wan re digot ( 1500,1000,800,500,300…. lîre Sûrî) her çenteyek buhayê wî yê taybet hebû, hineka dikrî û hinin dîtir nedikrîn û diçûn dikanên din bi merema ku çenteyekî erzantir bibînin ku buhayê wî guncaw be ligor rewşa aborî ya dijwar ku şîniyên vî bajarî tê re derbas dibin.
  Bavê Hozan ji wan kesan dipirsî liser sedemên koçbûnê, lê bersivên wan hema yek bûn, ne tenê jiber rewşa ewlehî ya netebût, disere rewşa aborî pir zehmet bûye û derfetên kar li pêşiya mirov kêm bûne û jiyan li vî bajarî pir dijwar bûye jiber nebûna karebê û telefonan û kêmbûna avê û nan û gazê, û buhabûna pêdiviyên jiyana rojane bêsînor, ev sedem tevde dihêlin ku çente tenê ji dikana bavê Hozan bên firotin, ew ji sipîdeyê ta êvarî nêzîkî neh deh çenteyan difroşe, bi pirbûna diyardeya koçbûnê rûwê mirovên vî bajarî roj bi roj tên guhertin û rûwin din dikevin şûna wan, ta radeyekê ku em hest dikin em bûne mirovin biyan li bajarê xwe. 
  Hesekê   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…