Rustemê zal û dew

  Siyamend Brahîm
Siyamendbrahim@gmail.com

Bîrewerên jiyanê û agahdarên dehkeriyên tiştan û razên kar û barên jiyanê  dizanin ku xurtbûna ne tenê pergala wê mirovên bi pere an jî bi zend û bendên badayê ku li yaniyên werzeşî tên xwedî kirin, lê hişmendiya mirov bi tevdîr û bişaftina tiştan bi rengekî ji zanebûn û aramiye.

Di vê çîroka folklorî nimûneyeke ji aramî û tvdîra tiştan berz dike, bi şîn û vîn mirov rûmeta xwe vedigerîne, û dive tu caran bêzarî nekeve dilê wî.
Rustemê zal çû şerê dêwan, îcar dêw zor Rustem bir, Dêwê sipî Rustem dîl   kir û ew bi zincîran girêda, ji nan û avê pêve ne didayê, ta ku qels û jar bibe.
   
Dêwê sipî her roj ji sibehê ta bi êvarê li nêçîra xwe digeriya, her ku êvar dihat ban Rustem dikir.
Ha Tu çawayî?
Ez ezim, Tu tuyî?
Dibêjin Rustem ji birçîna kete hale mirinê, jar û qels bû, Rojekê pîreka Dêwê sipî hate cem Rustem û jê re digot Ha Rustem, Her êvar ku mere min ji nêçîra tê male û ji te bipirse tu çawayî?
Tu dê bibêjî  Ez ezim tu tu yî?
Tu dîlî û girêdayî ye, û ew ji sibehê heya êvara li nêçîrê serbest û azad digerî,
Rustem jê re gote:
Ka ezê çi bikim? gava êvar bê, wê ji te re bêje:
Hey dêwî tu çawayî
Tû yê bêjî hey dêwî
Ez perîşanim, Ez ne bi qasî teme, Tu ji min xurtirî, wê dilê wî bi te bişewite,  îcar wê ji min re bêje
xwarina baş bidyê  pişt re wisan  Rustem ji dêwê sipî re
gote û her rojekê qazek di nêv rûn de qelandî dixwar
Dibêjin heya çill rojî xwarina xweş dida Rûstemê zalê, ew di nav zincîra xwe de xurt û qelew bû,
Piştî çill rojî êvarekê dêw ji nêçîrê  dihate ban kiriye û gote
Tu çawa yî

D cî de Rustem hema xwe rewjiqand her perçak ji wan xelk û zincîran hemî şikandin û azad bû.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…