Daxwazname cotkarê cerehê sal 1972

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se

Di sala 1972 an de beriya ku Hikumet Ereba  di bin navê Erebê avgirtî de ji parêz giha Reqa bînê parêzgiha Hesekê bi demakî. Parêzgihê Hesekê Sima îl Hukla li devara Qamişlo û Dêrikê digera nexasim li ba Şêxê olî û Şêxê êla û serok eşîra da ku rê ji hatina Ereba re vekê û ji miletê deverê re di got: anîna va malê Ereba tenê ji ber ku gundê wa ketin bin avê de ji lewma emê wa bînin vê deverê û em hemî miletê hevin û em malekin gerek em bi hevre alîkarbin û ji va gotinê xweşê yê ku don û hingiv li ser werkirî ji milet re di gotin. Nexasim ew kesê ku berjewendiyê  wa bi hikumetê re hebûn wa di dît ev fersendekê ku xwe li ber nûnerê ewlekariyê şêrîn bikin….!?
Miletê Qamişlo û der dorê wê bihîstin ku wê parêzger werê gundê Hilwa gundê mala Şêx. Parêzger jî bangeşiyê ji vê yekê re dikê. Ew karê wiye lê di rêya kesê ku bandora wa li miletê perîşan heyî dengê xwe dighînê milet…. Wê çaxê sê partî di nav kurdê Sûrîde hebûn ne wek îro Xwedê wa zêdebikê nayên ji martin… Partiya çep wefdek ji havalê xwe çêkirin bi navê cotkarê Cerehê û emze ji nav milet dane hev da ku bi din Parêzger, parêzger jî di gera xweya bangeşîd e digot: em tev miletekin û tubî cudayî di nav bera xelkê Hesekê û Reqayê û Şamê û deverên dîde nîne û gerek em ji hev hezbikin û va îro birayên we li Reqayê man e di bin avêde û Erdê zêde li vê deverê heye emê wa bînin û vî erdê zêde bi din wa…!?
Em dizanin hin hene di xwazin nêçîrê di ava girkde bikin divê hayê me û we ji van kesê wesa hebê.. parêzger zîreka gotinê xweş ji milet re dibêjê û serê wa  bi paçika mezindikê… Wefdê partiye Çap di daxwaznama xwe de di gotin: em cotkarê devera Cerahên e û heger ku rast erd li vê deverê zêde heye em di xwazin ku hikumet bi dê me ji ber ku em ji bilî xwe feriz tiring û em bê erdin (wek ku dibêjin lêv ji dirana pêştirin) û bi vî rengî daxwaznamak çêkirin ne serî û ne binî û mane li benda hatina parêzger ka wê kengî werê gundê Hilwa.
Roja ku wê parêzger werê gundê Hilwa wefdjî rahişte daxwaznama xwe û berê xwe dane gundê Hilwa. Çûne gund  beriya ku parêzger bighê….
Wefid ji xwere gotin: va hîn parêzger nehatiye deka emê herin daxwaznama xwe şanî Şêx Elwan jî bikin ber ewjî bi xwînê berî ku em bi din parêzger… Dema ku wefid berê xwe dan mala Şêx birê de Şêx Ebdrehîmê Şêx Reşîd û Şêx Ebdilqarê Dêrşewî dîtin wefid ji herdû Şêxa re gotin: em di xwazin Şêx Elwan bibînin.. Şêx Ebdrehîm got: xêre…!?  
Wefid  çîroka xwe ji wan re gotin û gotin: em di xwazin daxwaznama xwe şanî Şêx bikin beriya ku em bidin parêzger ka wê Şêx çi bêjê..
Şêx Ebdrehîm got: deka bidine min ezê bibim ji Şêx re çimkî vê gavê karê Şêx heye piştî ku Şêx bi xwînê û ka wê çi bêjê ezê bînim ji were lê ka ezê we li ku bi bînin… 
Wefid got: emê li nav vê firaza ha li benda tebin û daxwaznama xwe dane destê Şêx Ebdrehîm…
Wefid çû li nav wê firazê rûniştin li benda Şêx ka wê çi bêjê li ser daxwaznama wa…
piştî demakî Şêx Ebdrehîm û Şêx Ebdilqadir hatin û daxwazname di destê wadeye gotne: wefid ez benî kirasê mala Şêx sipiye û em naxwazin ku nuqtek reş lê bikevê…
Mihemedê Murad yek ji endamê wefid bû di cîde li wa vegerand û got: çima ma emê bi kirasê mala Şêx de birîn….!  Herdû rexa gotinê nexweş danê rûyê hev Şêx Ebdrehîm gote: wefid ez nahêlim ku hûn daxwaznama xwe bidin parêzger û heger we dayê û hikumetê hûn negirtin ezê bihêlim Sofiyê mala Şêx li we bixin. Hûn bûne mêr hûnê daxwaznama xwe bidine destê parêzger….
Berdevkê wefid gote: Şêx heger ku em daxwaznama xwe nedinê ber em jinê tebin…
Herdûka hevdû li wir bê minet kirin. Şêx vegera çû û wefid ma li wir ta ku parêzger werê..
Wefid ev kesbûn
1-Tahirê Botî (serokê wefid.
2- Xêredîn Murad.  Yê ku niha sikirtêrê partiya azadiye(indam)
3- Ebdilezîz Enter. (indam)
4- Silêman Hevik. (indam)
5- Ebdirehman Zaza.(indam)
6- Mihemed Murad.(indam)
Gotinê Şêx tiris xiste dilê wefid de. Ew nema ji hikumetê di trsin bi qasî ku ji Şêx û Sofiyê mala Şêx di trsin. Bihev şêwirîn ka em çibkin çi nekin di nav wa û Şêx de bû bê minetî gerek daxwaznama xwe bi din parêzger lê gelo ka wê Şêx çibkê. Piştî ku wefid şêwra xwe kir pîlanek ji xwere danîn.
Pîlan jî eve. Wê Tahirê Botî li pêş bê çimkî ew serokê wefde û evê dî wê li pişt wî bi seknin. Wê haj wî hebin da ku Sofiyê mala Şêx lê nedin. Piştî ku Tahir daxwaznamê bi dê parêzger wê hêdî hêdî bi şûnde vegerin ta ku ji nav milet derkevin û wê herin mala hevalê xwe Zekî rûnin ( mala Zekî li gundê Hilwa ye) Parêzger hat li bin kon rûnişt û li rexê rastê Şêx Ferhan Şêxê Teya rûniştiye û li rexê çepê Şêx Elwan kurê Şêx Birahîm Heqî rûniştiye û Şêx Ebdrehîm şipiya li pişt parêzger sekiniye û bi seda milet li dora wane. Piştî ku silav li milet kirin Şêx Ferhan Şêxê Teya gotinek da û di pey wîre Şêx Elwan jî gotina xwe da dawî parêzgerê mejî gotina xwe got  milet li wa guhdardikê. Wefid jî li pêş berî parêzger sekiniye li benda wîne ku gotina xwe bi dawî bînê da herin daxwaznam xwe bi dinê. Şêx Ebdrehîm li pişt parêzger li wefid di meyzênê. Piştî ku parêzger gotina xwe bi dawî anî Tahir gote: hevalê xwe ezê herim çavê we li min bê. Tahir çû silav li parêzger kir û daxwaznama xwe da destê wî û gotiye em cotkarê Cerehê ne û Şêx Ebdrehîm jî li Tahir dimeyzênê. Parêzger daxwaznama wî vekir û lê meyzand û de destê berdestiyê xwe  gote: Tahir başe daxwaznama te giha. Tahir cardî destê xwe da destê wî û bi şûnde vegera da ku herê cem hevalê xwe. Tahir çavê xwe li hevalê xwe di gerînê Xwedê haval wî bidê. Li  vî alî çavê xwe di gerînê li wî alî di gerînê wa nabînê. Ewa ji hevre gotiye emê qune qune ji nav milet derkevin emê hevdû li mala Zekî bibînin. Zekî hevalekî waye lê ew ne di wefdeye…
hevalê Tahir ji trsa mala Şêx û Sofiya ne çûne mala Zekî berê xwe dane rêya Tirbespiyê di wa firazare çole bir.
Tahir dî wa hevalê wî wê di çin ser rê da ku herin Tirbespiyê mala Ebdrehmanê Zaza. Tahir jî berê xwe da ser rê çû hevdû li Tiberspiyê dûtin lê piştî wa bi qederê kat jimêrekî  dî wa hevalê wî li wir rûniştîne dema ku çav li Tahir kirin bû tiq tiqa wa kenîn….
Demak di sere çû Şêx Elwan şande ji Mele Neyo re.  
wê çaxê Partiya Çep bi Mele Neyo di hate naskirin ji lewma Şêx xwest Mele Neyo bibînê.
Mele Neyo  û Tahir çûne cem Şêx li gunê Hilwa. Şêx ji ware got: heyran min çîroka we û Şêx Ebdrehîm  vê dawiyê bihîstiye  û ez pê de xeydîme û ez bi miletê xwere me tiştê bûye Şêx Ebdrehîm ji ber xwe kiriye ez ne biwîreme û ez hêvîdikim ku hûn şerê me nekin û em jî şerê we nekin  em kurê vî miletîne û herdûka girî û gazindê xwe ji hev kirne………..         

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…