Av. Azad Yildirim bû serokê baroya parêzeran

  Baroya Parêzeriya (Avûkat) Mêrdinê demek dirêj bi bêdengiya xwe bala mirovan dikişand. Demên ku li derûdora Mêrdînê agir dibariya, li dadgehan bêhiqûqî pêk dihat, xelk li girtîgehan zêde dihatin hiştin, îşkence li kesan dibû, mirov dihatin wundakirin û kûştin, baroya Mêrdînê bê deng dima, anjî bi dengek qels derdiket pêş. Weke dezgehek demokratîk dikarîbû karên hêja bikira, lê zêde nebû…

Belê, pirsa hiqûq û demokrasiyê herdem dibûn mijarên niqaşê. Neslên nû ku nirxên demokratîk pîroz didîtin, êdî qîma xwe bi pîvanên klasîk nedihanîn.
 Di vê çarçevoyê de, bihêzkirina komîteya rêvebir li baroyê ferz bûbû. Ev rastî eşkere dihate dîtin. Di kongreya nû ya baroya Mêrdînê de, di dema niqaşkirina xebatê û binûkirina rêvebiriyê ev pirs hatin niqaşkirin.
Du lîsteyên cewaz ketin dengdanê. Lîsteya yekem, di bin serokatiya Şeyhmus Kasap de beşdarî hilbijartinê bû. Lîsteya duwê, di bin rêvebiriya Azad Yildirim de bûne berendam.
Di rêvebiriya baroya Avûkatan ya Mêrdînê de giraniya bajariyên herêmê pir giran bû. Lê demek e, xebatên Yildirim bala gelek kesên hiqûqnas dikişand û wî cihê xwe di dilê bajarî û gundiyan de çêkir.
Avûkat Yildirim, bi piştgiriya bajarî û gundiyan bû berendam û bi lîsteyek nû beşdarî hilbijartinê bû. Di hilbijartina ku di serê hefteya derbasbûyî de pêk hat, beşek mezin ji endama beşdar bûn. Piştî hilbijartinê, lîsteya Kasap 38 deng û ya Yildirim 59 deng girt.
Avûkat Azad Yildirim bû serokê nû yê baroya Mêrdînê. Wî, li ser pirsên demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê axaftinek bi wate kir. Axaftina wî bala gelek kesan kişand.
Şaredarê Mêrdînê Beşîr Ayanoglu jî beşdarî hilbijartinê bûbû. Wî û gelek kesan serkevtina Yildirim pîroz kir û soza piştgiriyê dan. Serkevtina Avûkat Yildirim bû cihê kêfxweşî û serbilindiyê…
Av. Azad Yildirim, birayê siyasetvanê nasdar Doktor Kamîran Yildirim û helbestvan û nivîskarê hêja Serkan Brûsk e. Ji eşîra berfireh ya bavûkalên wî ku Herêma Omeriya rêve dibir, hejmarek bilind kesên hêja ji aliyê dewletê ve hatin seqetkirin, îşkencekirin û kûştin. Lewma neslên nû û kesên mîna Yildirim, pirsa mafê mirovan cidî digirin û dixwazin ku li herêmê kirinên bêqanûnî bi dawî were.

EuroKurd News – eurokurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…