Xurtemêrên Kurd, gef li jinên emekdar şerm in!

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Min dixwest li zilamekî Kurd rast bêm, ko gef li jinê ne kiriye, hem çekê xwe ê kilasîk bikar ne-anî be “Ez ê jineke din bînim“, destpêk ji min heta tu di pêximberan re derkevî.
Eger bi tinazî be an jî bi rastî be, beranber vê hevokê ko jin bi tinazî bibêje ” Ezê jî, ji xwe re mêrekî din bikim” yekser çekê xwe ê xurtemêriyê bikar tîne û destê xwe ji sîlakê re amade dike.

Em zilam, bi piranî di kemperiyê de qels in, di mafdanê de bê dad in; di tinazan de jî durû û duber in. Heke jina me zana, xurt û jîr be, ev hemû dibin fakterên hevrikiyê bi zilamekî re bi taybetî ko kêmtir be ji van saloxdanan, bê guman bi çi şêweyî be ewê diltengiya xwe diyar bike.
Kemperî anko hemberkirin û pîvana çê û neçê, çê û çêtir an pîs û pîstir jî dibe.
Me xwe fêr ne kiriye ko em dîtin, nerîn û şîretên jinê bipejirînin. Tê bîra min dema bavê min, ji diya min re digot ” Filan tiştê ko te gotiye di ser qayişa te re, ez nakim.”
Bi giştî, tucarî bawer nakim ko jina Kurd karibe vê gotinê di rûyê mêrê xwe de bibêje, eger ne ji tirsan be jî, bi piranî ji rêza kesayetiya xwe û rêza mêrê xwe na bêje, an jî ketiye kultûrê ko divê jin li mêr venegerîne, an jî desthilatî herdem stemkar e û her mafî li hember xwe têk dibe.
Di 23.03.2008an de jina Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xatûn Nebîla Barzanî bi Lîn Çînî re civiya; ev nûçe di ragihandin û medya de belav bû, dibe gelekan ji me ev gav pîroz kir, tev ko tiştekî gelekî normal e, lê belê civaka kurdî her tiştî sosret dibîne! Jin di nerîna min de di avakirina civakê de ew hêmana bingehîn e. Heke jin di doza mafê xwe de ne pêşeng be, dê zilam (peya) bi delîvedîtin (istixlal) wî mafî binpê bike.
Min dixwest xanim Nebîla, ji wilo bêtir bi rola xwe bileyista, bi taybetî di parastina jina Kurd de, ya ko ji her aliyan ve mafê wê tête çewisandin.
Bi giştî, eger jin xebatê di Sendîkeyên mafparês ên jinan de bikin, dêmek bandora wê di guherîna civakê de bêtir e, çimkî jin hesta civakê û dil-lêdana wê ye.   
Taybetmendiyeke civaka me heye xesma di nav rêber, rewşenbîr, nivîskar û kesên ko çav li ser wan in, em pir dibêjin û kêm dikin û ev egera kêmbaweriyê bi beşdariya me di azadkirina civakê de bi giştî û a jinê bi taybetî dibe, anko”Em dibêjin lê napêjin“.
Xwezî me ji bîrgeşekî wek Qadî Mihemed sûd bigirta, ew bi her saloxdanê pêşewa bû, bi dan û standina xwe di civakê de û di mala xwe de jî her ew bû, digot û dikir.
Mîna Xanim hevjîna Qadî şêrejineke hêja bû, û rola wê di damezirandina Yekîtiya Jinên Demuqrat ên Kurdistana rojhilat de balkêş û diyar bû.
Di hevpeyivîneke xwe de Mîna Xanim gotiye: (Qadî ji min re got: Biralê divê tu di rêxistina jinan de bi roleke bingehîn rabe! Mîna Xanim lê vedigerîne: Ez jineke nexwendî me, çawa dê karibim bi vê rolê rabim? Qadî pêkol (sûr) bû li ser xwendinê, ji ber vê yekê ji Mîna Xanim re got divê tu û hemî jinên nexwendî xwe fêrî xwendinê bikin, tu jina serokê komarê yî dema tu dest bi doza mafê jinê bikî, bêguman dê bandora te li jinan bêtir hebe).
Peywendiya jin û mêr di malê de bi gefan çareser nabe. Wek ko mêr dixwaze sînoran ji her tiştî re deyne, herweha jin jî dixwaze heman sînoran deyne.(Kes ji kesî çêtir nîn e). Eger sînor hebin, divê ji jin û mêr re weke hev hebin.   
Hin dibêjin demên berê di navbera jin û mêrê Kurd de rêz bêtir hebû, dibe ji hêlekê ve wilo bû, lê bi giştî ne bi vê nerînê re me, gerek em ji bîr nekin ko berê zilam mîna axa bû û jinê her kar dikir (Danheva pûş, bêrîvanî, şûştin, xwarin, kilandina dew û bi dehan karên malê…) dawî li dûv ewqas westandin, ko ” bê-ageh” şaşitiyek bikira, têr lêdan dixwar (zilamên berê hemî bi dar bûn). Piştî wê kezebreşiyê jî bi zorinde têkiliya zayendî jî pê re dikir.
Ez hêvîdar im, em tev li şaşitiyên xwe û şaşitiyên bav û kalên xwe mikur bên, eger ne wa be em dê nikaribin planên xwe ên evroj û paşerojê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bicî bînin.
Bi kurtî û vekirî Xwedê bi xwe jî, ji stemkariyê hez nake û na pejirîne, tu olan jî rewa nekiriye. Bila têgihiştina me ji azadiya jinê re firehtir be, eger em civakeke azad dixwazin, ew civaka azad bi azadiya her du çengan firandina wê pêk tê.     


Jêder: avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…