Hilbîn Muhemed Bakir
Yê bijvane!
Li hemî evrazî nişêvan
Payîza temenê min
Li benda roja qermok
Xew giran e!
Hem ji te dîr dikevin
To ji hemiyan dîr dikevê
Tenê…..ez
Ji te hez dikim
Di wexerkirina şevê de
Soreteka pîroz
Li pêş çavên xwe dirêsim
Te nîgar dikim
Ji kevin were
Xewnên negehiştê
Li pişt xwe dihêlin riwêt
Serê xwe danin bi latekê tozgeviskî de
Sax, mirî
Serîk hil dibin
Tenê…..ez
Veşartî me
Ji te hez dikim
Di valahîya hestên min de
Tu digerî
Ez digerim
Semta diguhorin
Hingaftina armancê
Di vê gerdunê de
Xewarebûyên rêyeka tirsnak
Tinê li hêviya dimahiyan
Li singê mirinê diçêrin
Di xewnekê de te dibînim
Di xewnekê de xwe dibînim
Hilawestî!..
Di kurahiya paşmayên borê
Vavartina sêtafkan
Dalehê li êk dî dikirin
Mirov
Xodawend
Li êk d azirinî
Li dêmahêyê….ez
Hê jî hêj
ji te hez dikim