Pêşveçûna Mafên Mirovan û Demokrasî-1

Selman Xelîl
Wergêr: Besam Mistefa

Pêşgotin

Di dema me ya niho de, konsêptên (têgehên) wek demokrasî û mafên mirovan ciyê xwe di nava hizra mirovî de girtine. Bê guman, herdû têgehên navborî bi hevre girêdayî ne, û li seranserê cîhanê têne gengeşekirin û vekolandin, û konfêrans û semîner li ser wan tên sazkirin ji aliyê hikûmetan û saziyên civaka sivîl û ramangîr û yasazanan ve.
Her weha, mafên mirovan û demokrasî di zanîngehan de tên xwendin bi mebesta geşkirina bîrewerî û têgihîştinê li rex welatiyan ve û çespandina wan wek prensîbên nêvdewletî ku divêt werin parastin û bikaranîn wekî destkeftên şaristanî ku mirovan di encama ked û xebateke dirêj û mandînenas ji destpêka dîrokê ve û heta niho, bi destxistine.
Hindava vê guhdana navnetewî, bi pirs û arîşên demokrasî û mafên mirovan, em nikarin di rojhelata navîn bi giştî de dûrî bûyerên hawîrdorê rabiwestin, nexasime ku gelên me bêtirîn gel in ku mafên wan hatine pêşêlkirin û binpêkirinê û ji demokrasî û perwerdeyê bê par in û dûrî beşdariyê di karûbarên giştî de ne, ne jî rola wan heye di sazkirina pêşeroja wan de.
Li beramberî vê rastiyê, em bi hewceyî ked û westanên bêhempa ne ji bo ji nûve mirovên me beşdariyê di jiyana giştî ya civakê de bikin.
Bi cîkirina vê erkê dikeve ser milê ronakbîr û saziyên civaka sivîl û întêlîjênsya û siyasetvanan de, her li ser milê çi kesê/a ku xwe girêdayî civaka xwe dibîne, divêt tenê temaşevan nemîne, lê belê beşdariyê bike di bilindkirina asta zanîna civaka xwe û belavkirina çanda mafên mirovan di nava rêzên civakê de.
Di dîrokê de demokrasî
Têgeha demokrasiyê xudan dîrokek dûr û dirêj e, têde rastî gellek wate û şîrove û nerînan hatiye, ku girêdayî cih û dema xwe, û encama reyalîteya civaka xwe bûne. Civaka mirovanî bingeha hizra mirovanî ye.
Kok û jêderên demokrasiyê vedigerin berbi şaristaniya Girîkî (Yewnanî) ve. Şaristaniya Yewnanî xudan dîtinek siyasî û felsefî bû, gellek teore û bîrdozî têde ava bûn ku bûn bingeha şaristaniya mirovayetiyê li seranserê cîhanê. Rehên demokrasiyê vedigerin berbi herdû Arxonan (Arxon waliyê herî mezin yê Atînayê bû) Solon 594 b.z û Klîsnîs 510 b.z li Atînayê.
Yê pêşîn-Solon-zanayek ji her heft zanayên Yewnanê bû, siyasetvan jî bû; Atînayê ew wek Arxon hilbijartibû.
Solon yasayek derxist ku bi navê wî hate naskirin û li hemû cihên giring yên Atînayê hate hilawîstin daku xelkên bajêr wan bibînin û li gor wan tevbigerin. Solon dema sed salî wek qonaxa têstê ji yasayên xwe re danîbû, û piştî wê dikarin werin sererastkirin *1.
Solon desthelatî weha dabeş kiribûn:
      I.     Desthelata cîbicîkirinê (tenfîzî- Arxon): Tenê çîna bilind–malmezin- dikaribûn wê pêk bihênin.
   II.     Desthelata yasadananê (parlemento): Ew jî weha dabeş kiribû:
      I.     Konseya Akilîziya-Konseya Giştî: Tevahiya gel têde cî digire.
   II.      Konseya Çarsed kesî (Bola): Karê wê amadekirina acendaya karûbarên Konseya Giştî ye, tenê her sê çînên bilind yên civakê têde cî digirin, tevahiya gel nedikarî têde cî bigire.
III.      Desthelata Dadwerî. Solon ew weha dabeş kiribû:
1)    Konseya Aryobacos: Ev konseye tenê ya çîna arîstokrat bû, berî Solonî jî hebûye, lê belê wî hin guherîn êxiste nav karûbarên wê de, weha:
A-Parastina destûra (makezagona) Atînayê.
B-Parastina yasayan.
C-Dadgehkirina komplogeran.
2)Dadgehên Hîlî yên gelî: Avakirina van dadgehan xizmeta here mezin bû ku Solonî pêşkêşî demokrasiya Atînayê kir, tevahiya gel dikaribû beşdariyê di van dadgehan de wek sundxwer bike. Dozên giring li van dadgehan dihatin çareserkirin, nemaze yên berdewamkirinê li dijî çi biriyara ku ji aliyê Konseya Aryobacos-ê ve dihate sitendin.
Ji xalên here giring yên yasayên Solonî nehîştina kolekirina deyndarê ku nikare deynê xwe bide, danîna sîstemekê bona parvekirina mîratgiriyê, ku jinê karîbû hin mafên paşmayê bidest bixe ji ber ku wî ew maf ji destê kurê mezin derxist, û di şûna wê de bingeha parvekirina wê jinûve danî. Lê ji aliyê din ve, Solonî sîstema çînên serdest di civakê de wekî xwe hîşt, û qedexe kir ku kole beşdarî nav jiyana siyasî ya Atînayê bibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...