Rola rojnamegeriyê di jiyana miletê kurd de

Melevan Resûl

Rojnamegerî di hemî çax û deman de bi roleke aktîf  rabûye û hoyên civakî û siyasî di jiyana miletê kurd de nişan daye , govar û rojname di serdemên kon û tarî de karin e delîveyên herî baş di ronakbîriya civakî û siyasî de bixebite û dergihek fereh di perwedekirina zanîn û xwendinê bi taybet bi zimanê kurdî  belav bike , ev erkê giran dikete ser milê rojnamegerên kurd da ku karibin çanda netewî ber bi pêşve bidin û girseyên milet hişyar bikin , ji layê konevanî ve û hem ji layê naskirina toreya kurdî ve , gavin mezin hatin avêtin , piraniya helbestvan û nivîskaran karîn ramanên xwe raxin ser rûpelên wan , hin têbînî û hin pêşniyar bûn , sûde ji serpêhatiya miletên biyanî wergirtin û ew ji xwe re dikirin mînak , ji layê bizav û xebata çandî û hunerî ve , û li rexê dinê tekoşîna ji bo qizinckirina mafê netewî bû .
 Her çendî xebatkar ne kawir û pisporê vê saziyê bûn jî , lê wan bandorek berfereh di nava civakê de kirin , di du astan de xebat dihate kirin , eva jî hêviyek mezin û bawerîke xurt di nava pirraniya milet de çand .
Belavbûna hejmarek rojname û govarên kurdî asoyên fereh peyde kirin û serencamek di rewşa çandî de eşkera bû  , ev karê pîroz ne bi hêsanî pêşve çû , her demî rojnamegêr di bin gefxwarin û qedexekirinê de ne , li seranserî welatê me lisansa weşanê ji tu pirtûk , govar û rojnameyan re nehatiye dan , ji bilî rojnameya dewletê ya fermî tu rojnamegeriya azad yan opezesyon peyde nabin , di çend salên borî de goşeyek ji bihnvedana rojnamevaniya kurdî re hebû , ango çav jê dihate girtin , lê dezgehên ragihandinê îro pirr bûne û nema mirov li benda rojnamegeriya kaxetî ya qedexe dimîne ,  alavên teknîka nûjen ew sînor derbas kiriye , îro bi dehan kenalên bi zimanê kurdî weşanê dikin û bi sedan malperên kurdî hene , heger dilê rêveberiya wan dezgihan hebe , ew dikarin hemî ragihandin û babetên çandî û hunerî û civakî li gor rastiya wê bixweşînin , cihê daxê ye em bêjin ku hîn ev alavên teknîkî di nava destê mede , di bin bandora hêzên paretiyan de man e û gelek nivîskar û rojnameger ji nedîtî ve têne dîtin , serada partiyan li gorî stratîciya rêxistinan hilbijartina xwe dike .
Tişta herî kirîtîk di nava van alavên teknîkî de ewe ku hîn têkilhevî di ravekirina nivîskar û rojnameger de heye , ji ber ku karê rojnamegeriya bi kawir hîn li seran serî welatê me û di çar parçên kurdistanê de ne rûniştiye , heger li başûr hebe jî lê ew qels û kêmketî ye .
Xala herî giring di weşanên pirtûk û rojnameyan de ew xemsariya ji çand û zimanê kurdî re çima heye ? nemaze perwerdekirina çînên civakê mîna zarok û ciwanan ne di hiş û bîra kesî de ye , pirraniya weşanên xuya yên partiya ne û bi zimanê biyanî ne , em dizanin dibîstanên fermî ji bonî perwerdekirina çand û zimanê kurdî qedexe ne , heta bi qorsên perwerdekirinê di cihê xwe de rawesta ne .
Xuyaye ku partiyên kurdî li nav û dengê xwe digerin , doza milet di rêza duyem tê , ma ne seyre dema em dibêjin ku hejmara miletê kurd li başûrê rojava xwe dighîne 3 melyonan û 16 partiyên wî hene , heyf û mixabin hemûyan li ser hev nekarine dezgiheka ragihandinê yan perwerdekirinê saz bikin . hemî partî di seranserî cîhanê de bi saziyên xwe mezin dibin , lê ka em kurd xwedanê çend sendîka , sazî , komelgeh û yariyan e ?.       
Dema em roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin , pêwiste em wefadar bin bi xwedanê xama zêrîn yê ev roj ji mere bi navkirî ( mîr Miqdad ) û malbata Bedirxaniyên ku pêşîvan bûn û xwedan ked û westan bûn di warê weşan û pênasîna tore ,ziman û çanda kurdî de .
Di vê roja pîroz de ji hemî rewşenbîr û nivîskar û rojnamegerên kurd tê xwestin ku wê şopa pîroz bernedin û her yek di hindama xwede têkildar be bi çand û zimanê kurdî re , hevcotî tore û çanda cîhana pêşverû ya ku me bi miletê dinyayê dide nasîn ,
Bila ev delîve me serderî cîhanê bike û miletê kurd fêrî çanda wî ya netewî bike , hingî emê karibin bi serbilindî bêjin ku me sazî hene û rojnamegeriya kurdî heye .  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...