Gava ku li Qamişloka min Xelk nanê xwe ji çopê hildidin!

  Besam Mistefa
 
Wê rojek bi ser bakur de bê, xelk dê heriya dîwaran ji birçîna bixun!
S.Berekat!

Ev dora nîv çerxekê ye ko li Sûryayê- welatê alim û zanayan berê- salên pûç û hişk bi ser tevahiya xelkên wê de dibarin, bi taybet li ser kurdên wê û navçeyên wan yên ji her tiştî bê par.
Ji roja ku Beesiyan destên xwe danî ser îqtîdarê di riya derbeyeke leşkerî de, Sûryaya geş û xweş ya berê cihê xwe da Sûryayeke yekreng di bin nîrê Beesiyan de. Ha li vir, rêveçûna dîrokê sekinî û berepaş vegeriya.
Hemî xêr û bêrên welêt yên binerd û sererd yên pir, di nav de wek dibêjin her sê zêrên reş –petrol- û zer-genim-û sipî –pembû- ku Xwedê kirine behra Sûriyê bûne para bêrîkên desthelatdaran û xelk ji wan bê par man.
Ji wê demê ve, roj û meh û salên hişk yek li dû yekê bi ser xelkê de bariyan, û her sal xelkê digot” xweziya bi par!”, û bi hatina Beşarî re wek serokkomar rewş hîn xerabtir û aloztir bû, êdî xelk gihîştin xala herî xeternak û bi birçîbûnê re rû bi rû man.
Wek min got, vê rewşa ha bêtir bandora xwe li ser kurdên Sûryayê hîşt û li navçeyên kurdan afata birçîbûnê rûda. Li wî bakurê têr û dewlemend, ku piraniya budjeta welêt jê tête komkirin, kurdên Xwedê li pariyê nanê xwe di nav çopên ku ji ber biyaniyan mane, digerin. Zarokên kurdan ên bêguneh ku ken ji ser lêvên wan hatiye dizîn û birîn, sibehan zû radibin û kolan bi kolan li nav çopeyan li hinek nan û xwarinan digerin da ku zikên xwe pê tije bikin. Xortên di bengîniya temenên xwe de-lê çi temen!-ji ber bêkarî û zordariyê li kolanên Qamişloya “evînê” li nanê ku ji ber dewlemendan maye, digerin û zikê xwe pê haş dikin! Keç û qîzên keşxe ji bêçaretî çopan lihev dixin da hema çi nebe jî gezek nan bidest bixin….

Ev hemî nîşanên beriya qewimîna mezin in, xelk li kolanan li pariyê nên digerin di dema ku desthelatdar û dorhêlên wan di nav xweşî û hêsaniyê de dijîn. Û di dema ku partiyên kurdan nakokiyan geş dikin, û kes nafikire ku saziyeke qenciyê û xêrxwaziyê di vê dema dijwar de ava bike da ku rûmeta kurdan di bin piyan de neçe, efsûs! Lê, kîn roj bi roj di zikên birçî û bê xew de mezintir dibe û di dilan de komîserhev dibe, li benda roja teqîna mezin ku kes nizane wê kengî bê, lê her wê bê!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…