Mirov dikare ta radeyekê reftara van kesan biguvitîne. Ev kesin ku di biryayar û kiryarên xwe de pirr zelal in. Tûrikên ku dijmin ji wan re tije ce û ka kiriye, xistine situkura xwe û jê dichêrin, lê ev nezelalî û xwexapandin a hinin ji ”aqilmendên” me , ya ku bi navê rexnekirinê, tevgera gelê xwe, li bakur, kirine armanc, ew e ya ku mirov qolincî dike û dihêle ku mirov car caran nêzîkî bêhêviyê bibe û ji xwe bipirse; gelo ev e ya ku hishtiye netewek 40 milyonî nebe xwedan desthilatek serbixwe?. Ev tevgera ku ji 4-5 kesan destpêkir û gihasht astek weha ku chavê bi milyonan kurdên xwejibîrkirî vekir. Tevgereke ku baskê bashûr ji NATO, ev 25 sal in ku bi hêza teknolojiya herî pêshketî ya sedsala bîst û bîstûyekan, sherê wê dike, lê nikariye wê simxur bike. ”Aqilmendên” me bi chavê ku ev cemawer ê bi milyonan her roj diherike kolananên seranserê gund û bajarên Kurdistan, Tirkiyê, û Ewrupa, garanek an keriyekî pez e, ne tishtekî din e.
Mûsa Enter, Wedad Eydin, Mezlûm Dogan, 4 lehengên ku ketin rojiya mirinê ta can û giyanên xwe dan, tenê mirovin fanatîk bûn.
Leyla Zana, Orhan Dogan, Xetîb Dicle û Selîm Sadak, ne kesin xwedan îrade ne, mirîd in ku tenê shashik û erbane ji wan kêm in.
Ez ji ”têkosher” û gernasên van ”aqilmendan” dixwazim ku ew jî, di ber bîr û baweriyên xwe yî pirr ”rast û asê” de, chalakiyek 10rojî ji rûnishtinê, li pêshberî dezgehek ji yên desthilatdaran de, pêk bînin. Ez ji wan naxwazim ku bikevin rojiya mirinê, yan heftiyekê li serê chiyayê Agirî, Xwakurk an gupika Mereto, di bin xaniyên ji naylonan de biqedînin. Ma fîzyolojiya lashê wan ji ya Cemîl Bayik, Murad Qereyilan û Bahoz cudatir e? Yan ji kerema xwe rê, rêbaz û ramanên jênyalî pêshî gelê xwe bikin da hishê wî were serê wî û nede pey birêz Öcelan û ”mirîdên” wî. Ma kî dixwaze rahêje vî barê giran û keda ji xwîn û xwêdanê heger ”aqilmendin” din hebin ku alternatîvin siviktir û kedek arzantir pêshkesh bikin?
Dema mirov hinin ji rojname û malperên zer ên van ”aqilmendan”, ku bi nûche û shîroveyên seyr tên dagirtin dixwîne, yekser lê tîne der ku hûnandina wan ji 3 kaniyên sereke der tên. Mixabin ku kaniya yekem kîn û chavnebarî ye, ya duyem berjewendî ye û ya sêyem rengek ji têgihishtina celebek ji serokeshîran e ku dibêjin em û ne kesek din.
Teqez tevgerek weha mezin û bihêz, weke ya bakur, dê car caran biterpile û shashîtiyan bike, ji ber ku dawiya dawî her tevgerek bi karê insanan ve girêdayî ye û kesek nîne ku nekeve shashîtiyan. Dibe jî ku hinin ji van terpilandinan mezin û bandorin xirab jî bi xwe re anî bin û di pêsherojê de jî bînin.
Lê rexnekirin ew e ku rexnevan bi dil û mejiyekî paqij tev bigere û armanca wî sererastkirin, ne her dem bêhêvîkirin û reshkirin be.
Heger van ”aqilmendên” me bi ”pirrengî” û ”pirdengî”ya ku ev 40-50 sal in, sibê û êvarê pê bang dikin, lê yek ji wan ”proje” û ”program”ên din napejirîne, berevajî salek tê ve nache bê ku ew xwe bi xwe bikevin pêsîra hev, û dawî, ji partiyeke wan 2-3 partiyên nuh tên afirandin, heger van ”aqilmendan” mînakek bashtir biafiranda, dê ne ew, PKKe û rêxistinên pê ve girêdayî, marjinalize bûbana.
Moda herî dawî ku van ”aqilmendên” me pê girtine ew e ku AKPe li ber chavên gelê kurd – ne tenê li bakur – shayik û shîrîn bikin. Kampanya shayik û shîrînkirinê di van demên teng, ên berî hilbijartinan de, gesh û gurtir dikin.
Lê bibêje chawa rîp û shivîleyên dewleta tirk, niha di kesayetiya AKPe de, chawa roj bi roj ji gelê me re ronîtir dibin, hewqas jî hêvî û prognosên van aqilmendan jî pûch dibin.
Di hilbijartinên 29ê adarê de ji bilî slogana ”yan serkeftin, yan serkeftin” pê ve nema ye.
Tevgera azadîxwaz, yek ji ”qereqolên” ku di mejiyê min û xanim Yuksel Acer de hatibû avakirin, rakir. Ez bi xwe pirr sipasdarim û bêgoman birêz Acer jî, dê bi rêvebirina kar û xebatên xwe ji sharedariya Midyadê re kêfxwesh û serbilind be