Pêşveçûna Mafên Mirovan û Demokrasî-2

Selman Xelîl
Wergêr: Besam Mistefa

Aristototil xweş dinivîse û yasayên Solonî weha dide nasîn: “Makezagona Solonî destpêka pêşveçûna demokrasiyê li Atînayê ye, wek qonaxeke demî-întîqalî-berbi demokrasiya tam û temam ve, ji ber hindê ew têkel, di xizmeta hemî çînên civakê de bû. Berjewendiyên arîstokratan di yasaya Solonî de dihatin parastin di riya Konseya Aryobacos û Konseya Çarsed kesî de, berjewendiyên demokratxwazan jî di riya beşdariya endamên prolîtariyayê di Konseya Aklîziya û dadgehên gelî de dihatin parastin”. *2
Gava Klîstîns bû waliyê Atînayê yasayên Solonî berdewam kirin û bipêş xistin, û gellek çaksaziyên civakî û siyasî yên mezin bicî anîn, ku xelkên Atînayê bi girêdanek neteweyî ya hevbeş hisiyan, wî–Klîstîns-daxwaz kir ku gel xwe birêve bibe, û hemû welatî wek hevin, lê wî carek din kole li derveyî çarçoveya azadî û wekheviyê hîştin.
Kêmasiya demokrasiya Atînayê ew bû ku mirovan mafên xwe li gor çîna xwe, ne kesayetiya xwe- bi dest dixistin. Takekes bêhêz dihate dîtinê, diviya bû dewlet jiyan û çalakiya wî/ê vehewîne. Takekes di Atînaya Yewnanê de li ser çar çînan dihatin dabeşkirin: *3
1- Çîna malmezinan, walî- dozger û kahîn (oldar)
2- Çîna xudan sin`et (kar)
3- Çîna cotkarên hejar
4- Çîna koleyan.

Di warê siyasî de, desthelata siyasî para çîneke taybet bû, ewjî çîna dewlemendan bû.
Tevî van kêmasiyan jî, lê belê demokrasiya Yewnanê li gor cih û dema xwe pêşkeftî bû, di riya wê de têgeha kilasîkyane ya demokrasî û civaka bajarvaniyê gihîşte me, di gel ramanên welatîbûnê û berpirsiyariyên dewlemend û malmezinan û erkên koleyan, tevî dabeşkirina kar.

Demokrasî li Romayê
Sala 509 b.z qiraletî li Romayê hilweşiya, û xelkê dest bi avakirina sazî û dezgehên siyasî kir ji bo rêgirtinê li pêşiya vegera qiraletî û desthelata takekesane de. Romaniyan sîstemek nû bi navê- Konsol”Conul” damezirandin. Li gora wê, Romaniyan du Konsul hildibijartin da ku di heman demê de walîtiyê bikin, tenê dema salekê desthelata tenfîzî- cîbicîkirinê-di destên wan de ye*4, û nabe Konsol piştî wê demê di desthelatê de bimîne, ji bilî ku ew serkêşê artêşê be û welat di şer de be û şer hê bi dawî nehatibe di roja bidawîhatina dema-sala- Konsolbûna wî de, di vê rewşê de Sênatos(Konseya Yasadananê) dikare maf bidiyê ku ew di posta xwe de bimîne lê tenê di warê şerî de, lê di nava bajêrî de desthelata wî namîne.
Erkên herdu Konsul-an wekehev bûn, her yek ji wan xudan mafê Vîto bû dikaribû biriyarên hevpişkê xwe rabiwestîne, her meh yekî ji wan walîtiya bajarî dikir, lê di qada şer de herroj. Konsul desthelata dadwerî birêve dibir lê di sedsala 4-çarê b.z ev desthelatî ji ya tenfîzî-cîbicîkirinê- hate cudakirin, fonqusiyoneke nû çêbû, taybet bi dadweriyê, di destpêkê de du kesan ew birêve dibir nav li wan dihate kirin (Birîtor), piştre hejmara wan zêde *5, bû.

Di gel berfirehbûna dewletê, hin wezîfeyên nû di warê desthelata cîbicîkirinê de hatine holê, yek jê taybet bi karûbarên darayî–mewdanî bi hilbijartinan dikete wî cihî de, piştre wezîfeya Aydîl- bi çar kesan dihat dagirtin du ji dewlemend û eşrafan û du ji nav gel.
Erka Aydîl-an kontrolkirina kolanê û parastina sîstema giştî ya dewletê û çavdêrîkirina bazarê û sizadana tawanbaran, bû. Wezîfeyeke din jî- çavdêr- bû, erka wî vekolandina jiyana berbijarên wezîfeyên giştî bû, di gel rêvebirina avahiyên giştî yên dewletê, helbet posteya herî bilind di desthelatiya cîbicîkirinê de Konsol bû ku nekarî bû du caran vê postê dagire ji bilî ku dema deh salan di ser wîlayeta wî ya yekemîn de derbas bûba, lê belê desthelata yasadananê bi navê Konseya Sênatoran bû ewjî tenê ji çîna arîstokratan pêk dihat û endametiya wê hetahetayê bû, û bêyî razîbûn û pejirandina wê çi yasa dernediket û dikarîbû herdu Konsulan dadgeh bike piştî bidawîhatina dema wîlayeta wan, ev yek wek cudakirina desthelatiyan li Romayê tête nirxandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…