Şîraniya devê me kurdbêjek e


  Melevan  Resûl

Rewşa gulîstanê gule
Xemla buharê cobarên bi xulxule
Hêviya bazan , zinar û latên têr qule
Hêlîna comerdan kakila nîva dile
Saz û û newayê aşiqan , jan û efxana kule

Meydana bez û cirîdê , pend û tora têr kakile
Xwezaya welate me berhemdar e , hokarên vejîna jiyanê û afrandinê bi metodên serkeftinê pêşkêşî mirovên xwe dike , mîna tabloyek nîgarkirî bi destê wênekêşekî hatiye afrandin  . ev cografiya ji temtêla xwe ketî hîn sûre li ser girêdana giyan û rewan bi hev re , mîjok e û şana hingivîne ji kesên lê xwedî derketîn re , hevbendiya veşartî di bersivê mirovan de maye , heger lê xwedî derkevin , ew tu carî ji herikîna bê beramber , zana kaniyên xwe namiçiqîne , gelo em çiqasî wefadarin ji wê landika em têde hîn bûyîn û firşik bûyîn ?
Raste ku em bêjin :(bejna lihevhatî , pergalê xwe dixemilîne) . miletê me jî bi vê bejn û kiyasetê û di nava cografiya welatê xwede , xemlek qeşeng û zehrek bedew ji xweşikbûna welat bi ser bejna xwede berdaye , welat yare û li benda hevokên heskirinê maye , hevokên ji kaniya jîne biherikin û cobarên bi xulxul di gel awaz û sirûdên vejînê  maye , da ku tekûz bibe ev xeml û rewş .
Xwezaya bi omîda mirovên merçiqî û meriqî ve , ji temtêla xwe dikeve , nîgarek reşbeleke , wêneyên sergirtî ne , damarên zuha ne , zimanekî lal nikare hevokên şobûn û heskirinê birêse , mirovên ji qeramketî nikarin melûvaniya vê şahiya bedew bi xwazgîniyan re bidin pejirandin  .
Bûka welatê me xweşbêjek dive .
Şahiya dîlana me ristebêjek dive .
Azadiya miletê me qehremanek dive .
Serkeftina omîda me zehirbêjek dive .

Şîraniya devê me  kurdbêjek dive .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…