
Melevan Resûl Rewşa gulîstanê gule
Xemla buharê cobarên bi xulxule
Hêviya bazan , zinar û latên têr qule
Hêlîna comerdan kakila nîva dile
Saz û û newayê aşiqan , jan û efxana kule
Raste ku em bêjin :(bejna lihevhatî , pergalê xwe dixemilîne) . miletê me jî bi vê bejn û kiyasetê û di nava cografiya welatê xwede , xemlek qeşeng û zehrek bedew ji xweşikbûna welat bi ser bejna xwede berdaye , welat yare û li benda hevokên heskirinê maye , hevokên ji kaniya jîne biherikin û cobarên bi xulxul di gel awaz û sirûdên vejînê maye , da ku tekûz bibe ev xeml û rewş .
Xwezaya bi omîda mirovên merçiqî û meriqî ve , ji temtêla xwe dikeve , nîgarek reşbeleke , wêneyên sergirtî ne , damarên zuha ne , zimanekî lal nikare hevokên şobûn û heskirinê birêse , mirovên ji qeramketî nikarin melûvaniya vê şahiya bedew bi xwazgîniyan re bidin pejirandin .
Bûka welatê me xweşbêjek dive .
Şahiya dîlana me ristebêjek dive .
Azadiya miletê me qehremanek dive .
Serkeftina omîda me zehirbêjek dive .

Şîrove (0)