Konê Reş: Rojnameyên Îro Nikarin Xwe Bigihînin Bejn Û Bala Kovara HAWARê*

Hevdîtin: Siwar Selaheddîn

1-  Mamoste! Bi Kurtî Konê Reş kiye?

* – Selmanê Avdo me. Lê piraniya kurdan min bi navê Konê Reş nas dikin. Konê Reş, navê min yê edebiyat û nivîsandinê ye.  Di sala 1953’an de li gundê bi navê ‘Doda’ ku dikeve navbera Amûdê-Qamîşlo de hatime dinyayê. . 

   Ji salên dirêj ve min daye pey ziman, folklor û toreya gelê xwe. Heta niha di dor 50 kovar, rojname û belavokên kurdî de nivîsên min hatine belav kirin. Piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş û Rezoyê Osê.. ez ji kesên pêşî me li Binxetê ku min jî wek hevalên xwe bi zimanê kurdî nivîsandiye. 
   Xwediyê kovara ‘Gurzek Gul’ im (1989-1992 /Qamîşlo). Tevî A. Baqî Huseynî, heta hejmara 10’an, paşê min bi tena serê xwe berpirsyariya kovarê kir.
   Bavê pênc zaroka me, li bajarê Qamişlo tevî malbeta xwe dijîm.

 

2 – Ji kerema xwe tu dikarî ji me re behsa dîroka pêvajoya rojnamegeriya kurdî li Başûrê Rojava bikî, çilo destpêkir û di çend qunaxan re derbas bûye?

 

* – Bêguman qûnaxa pêşîn li kovara ( Hawar 1932, bi 57 hejmaran û Ronahî 1942 bi 28 hejmaran) destpêkirye. Ewên ku Mîr Celadet Alî Bedir-Xan li Şamê derdixistin. Hem jî Di sala 1943 an de mîr. Dr.Kamîran Bedirxan li Beyrûtê, rojnameyek bi navê ROJA NÛ û yek bi nave Stêr diweşand Ji vê rojnameyê 73 hejmar hatine weşandin, û ji Stêrê bi tenê 3 hejmar.
   Belê qunaxa duwem bi govara Gulîstan/1968 a Cegerxwîn destpêdike û her wiha Gelawêj/1979 a Alpartî, Stêr/1983, Xunav/1086, Gurzek Gul/1989, Zanîn/1991, û wiha kerwanê rojnamegeriya kurdî li Rojava berdewam kir.. Di destpêka salên 1990 î de geşbûnek rojnamegerî di nav me de peyda bû, lê mixabin piştî 2004 an ew geşbûn hin bi hin diçimise..
   
3 – Pêwendiyên Te bi malbata Bedirxaniyan re ji kû destpêkir? Gelo ev hezkirina te ji çi tê?

 

* – Di biçûkaniya xwe de min li çîrok û serpêhatiyên çîrokbêj û dengbêjan di oda bavê xwe de guhdarîdikir, di nav wan çîrokan de çîrokên mîrekên Cizîra Botan dihatin gotin, û wiha mezin bûm û ew mîrekên Botan jî di huş û xeyala min de mezin dibûn, min kes ji an mezintir ne didît..
   Di sala 1977an de çûm Elmaniya ji bo xwendinê, li wir min ji kurmamê xwe sehkir ku mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hatiye Bonê, ji bo avakirina komela dostaniyê di navbera Elman û kurdan de, hingê min ji kurmamê xwe pirsî; Gelo mîr Kamîran kiye ? Got, ew neviyê mîrê Cizîra Bota ye.. Hingê careke din ew çîrokên mîrekên Botan yên ku di biçûkaniya xwe de min sehkiribûn hatin bîra min, û min ji xwe re got: Dêmek Dr. Kamîran Bedirxan ji wan mîrekên Botaye..Û wiha ji wê hingê ve, bi evîndariyek mezin min daye ser şopa Bedirxaniyan bi tevayî û vê paşiyê mîr Celadet Bedirxan bi taybetî..
   Hezkirina min ji wê mîrgeha ku mîr Bedirxanê Botî ava kiribû tê, ji wan gotinên ku di sirgûniyê de ji zarokên xwe re gotibûn te (Yê ku zimanê Cizîra Botan jibîr bike ne kurê mine..). Ji wê (Peymana Pîroz)re tê, ewa ku di sala 1828 an de di nav hempa û axayên kurdan de avakiribû bo serxwebûnek xwecihî… Ji bo vê gotina wî a giranbiha(Dîn dînê Xwedê ye, Em tev birayê hevin). Û ji wê rojnameya Kurdistan re tê, ewa ku kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan di roja 22 nîsana 1898 an de li Qahîra, paytexta Misrê çap dikir û li kurdistanê belav dikir…
   Ji encamên wan têkiliyên durist yên ku Bedirxaniyan di sala 1919 an de, berî peymana (Sîverê) û di sala 1927 an de, di avakirina komela Xoybûnê de… û wiha bi sedan ji çalakî û bizavên ku Bedirxaniyan di ber gelê kurd de kirine, çi di warê serhildanan de û çi di warê avakirina komeleyên pêşîn de li Stenbolê û çi di warê rewşenbîriya kurdî a giştî de…
    Lê sebaretî Mîr Celadet Bedirxan ez dikarim bibêjim; Ji ber wan tîpên ku ji zimanê kurdî re bijartine, ji ber hawar û gaziya wî ewa ku di nav rûpelên wê de hawarî kurdan kiriye û gotiye (Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîne, xwenasîn riya felat û xweşiyê vedike..)
   Ta ji min bê, û xwîn di damarên bedena min de hebe, ezê li dor vê malbatê û neferên wê, yên çak û rind binivîsim, cihê Bedirxanî lê bijîn bêhna kurdistanê jê difûre…

 

4 – Konê Reş! Tu wek nivîskar û helbestvan, tu di çi warî de xwe bêtir dibînî? Û çima?

 

* –  Ez bêtir xwe wek nivîskar dibînim, lê carna helbest bê destûr, bê pilan, di hiş û xeyalê min de, dilîze, min dike wek jineke ducanî; bêhna min teng dibe, di hisim min tiştekî xwe winda kiriye û barê min giran bûye.. Dema ku ez wan tiştên di xeyal û huşê xwe de tînim ser kaxezê, û di rengê helbestekê de dertînim, hingê ez rehet dibim û barê min sivik dibe.. wek wê jina ducanî, dema ku dizê bê çendî bêhna wê derdikeve, wilo dibêjin.. ez jî wilo me.. 
   Lê tevî vê rewşê helbest bala min nakişîne wek nivîskariye, ez di nivîskariyê de bêtir karim êş û janên xwe û yên civata xwe derînim… Ji ber ku di helbestê de ez neçar dibim ku ronahiyê berdim ser rexekî hûrik di jiyanê de, lê di pexşanê de derfet firehe ku ez ronahiyê berdim ser gelek rexan di mijara xwe de.

 

5 – Hûn ji bo kê dinivîsînin?
* – Ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û mîr Bedirxanê Botî diaxifin dibivîsînim, ji bo xelkên Qamişlo û Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê dinivîsim, ji bo wan lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine, da ku careke din berfa li ser çiyayê Agrî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe dinivîsînim… Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aştî û aramî, her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêjin, û Edûla Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne…
   Erê, ez ji bo gul, kulîlk û nêrgizên kurdistanê dinivîsînim, ewên ku ji zimanê dayka min fam dikin, ewên ku, ez û wan bi yek şûrî dikevin û bi yek şûrî radibin, ewên ku ne ji wan be ez tune me û hebûna xwe di hebûna wan de dibînim, ez ji bo wan dinivîsînim.

 

6 – Gelo! Tu Rewşa bizava rewşenbîrî bi giştî û li rojava bi taybetî çilo dinerixînî ?
* – Rewşa bizava rewşenbîrî a kurdî di roja îro de bi tevgera rewşenbîrî ve girêdayî ye, û bi taybetî bi kovar, rojnameyan ve û vê paşiyê bi Tv û înternêtê ve, hem jî bi çapkirina dîwanênên helbestan û rexneya rast û tekûz ve, ji rex rexnevanên dilsoz û wefadar ve, dûrî xal û xwarxîtiyê…
   Belê mixabin, kovar û rojnameyên me yên ku roja îro têne weşandin yek ji wan nikare xwe bigihîne bejn û bala kovara Hawarê:1932-1943, ev kovara ku bi saya wê navên wek: Cegerxwîn, Qedrî Can û Osman Sebrî.. hwd, di asmanê helbesta kurdî de hatin çespandin.
   Erê, kovarên me yên roja îro dem-demî ne, pêlekê derdikevin û têne rewestandin, ji ber ku zimanê kurdî qedexe ye, ji bil ku piraniya wan yên partiya ne, ew partî jî propakendê ji hevalên xwe re dikin, ewên ku ne rewşenbîrin wan dikin rewşenbîr… û weha rewşenbîrê rast, durist û bê layen di wê navê de sergêjek lê digere… Wek ku me got; ziman qedexe ye, hebestvan û nivîskar jî, sed dijwariyan dibînin ta ku dîwaneke xwe an pirtûkek xwe çap û belav bikin, û piştî çapkirinê, kesî pispor nîne ku berhemên wî/wê bi nerixîne û rexne bike.
   Belê tevî vê rewşê hin nivîskar û helbestvan hene ku navê wan di qada nivîskariya kurdî de bi xurtî hatine çesipandin, çiko wan sûde ji dû wejeyan wergirtiye yek jê wejeya nivîskî bi zimanê dewleta dagirker, çi tirk be çi ereb be û çi fars be û ya din wêje û pêmayê kurdî yê devikî ji bav û kalan, lê mixabin ew jî kêmin…

 

7 – Gotina te a dawî ?

 

   Ez ji dil spasiya te dikim, spasiya rojnameya Evro dikim û bihêvîme ku rojnameya Evro bibe rojan e, hem jî ku beşekî bi kurdiya latînî di nav rûpelên xwe de hembêz bike..

 

* Jêder: Rojnameya EVRO, hejmar:303,çarşem(02/09/2009), Duhok.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…