Bêkes Têlo
Dînitî û hoşmendî(mantiq) çînarê hevin,mûyek tixubên wan ji hev vedqetîne.Di avahiyek pirtaq dijîn, di taqa dînîtî ne pençer,ne derî heye, bê rêkûpêke û bêkes e.Berzbûn jêre kêlîkî ye an jî, çerxek kurte .Di ancamê de ,nabe rêber û mînak bo tu kesî û di şûnda, kes li dora xwe nabîne, bêkes û sêwî dimîne.Li ser tehtek bilind rawestyayê bo xwekûjî ji ber tu rêk dîtir nîne ji pêşeroja wî re.Lê hoşmendî, xwedî pençere û derîye ,bi rêxistine û xwedî hogire,rêberê bi berheme, ku ta bêdawî ser rûpela dîrokê dimîne.
Dibe carna dînîtî bibe kesayetiyek navdar bi keda xwe, û xwe li meydana berhemdêriyê biçesipîne ,ev jî ser tilîkan tên hejmartin û tucar nakevin warê hoşyariya netewa xwe ji berku bê şop dimîn in.Rewşa berhmdan bi kurdînûs û ne kurdînûs ,ev mînak pir lê tê .
Ne kurdînûs li ba min dînîtî ye ,bê behane ye,bê hoşmendî ye, ne tenê ji min re ,lê ji her welathez re ku rasteqîne be, ku rûmeta nasnama xwe ser her tiştî bilindtir dibîne.Ji mirovê Ferensî re qebhetiya herî mezin bi Înglîzî binvîsîne an nivîskarek Tirk bi Younanî deqa xwe binivîsîne, jêre weke tolazî bi diya xwe re bike.Yan jî, em bêjin nivîskarek Italî bi Tirkî berhem derêne ha hoo..ha hoo .Evan kesan neku ji netewa xwe ditirsin ku berhemên wan bavêjin û bişewtîn in ,tevlî ku ev jî sedemeke, lê sedema herî berz ew e ku heysîyata nivîskar,dike tu behana nade xwe wek vê gavê bavêje.Û li vira pirsek tê holê gelo çima ev çav ne barî ser zimanê xwe dikin ji rexê nivîskarên kurd ne kurdînûs ?.
Ev mînaka dînîtî û hoşmendî rewşa kurdînûs û ne kurdînûs pir stêleye wek destnîşanek min pêwîst dît ku bînim ziman wek şûrê berxwedanê,wek rûmetdan ji şîrê dayîkan re .Bi rastî pir tore bûm ji hevdîtinek li welat pêkhatbû berî du heftiyan, min zehf dilgiran kir gava ez pêrgî bextewariyê bûm bi hevdîtinek bi nivîskara rêzdar Wezna Hamid re, ku ne kurdînûse .Ser vê mijarê me boçûnên xwe ji hevre diyarkir ,behana xwe tanî ziman ku bi min ne xwedî bingeh bû.Pirtûka xwe ya ji çend çîrokan pêktê bi navê ,, Fîfîka Tirênê ,, diyarî min kir.Pir xemgîn bûm ku pir berhmên hêja diafirîne lê bi zimanê serdestan e.Vayê pêpulek din ,pênûshilgir dûrî xwe dibe, bi yekcarî xwe dispêre û dikeve nav lapê ne kurdînûs yê ,dikeve nav werîsê telîsên axtabûta neyaran ,bi ha ji xwe an jî no.Çiqas bextewar in ewan neyaran bi dûrketina nûserek ji çermê xwe!! .Dilgiran bûm ku hewqas berhmên hêja diafirîne ,ger bi zimanê me ba ,ew ê çiqas wêjeya me dewlemend bikra ,nivîskara ku pirsên wê tazî ne, xwe pêşandan dikin di kolanên saw,êş û bêkesan û bê waran de,Ji civata xomxomî,tirsonek û qidûmşkestî ku nikare xwe di eynikê de bibîne.Nivîskara rêzdar bê guman karê wê û bersiva wê peyve,bawer dikim her kes şabûnê werdiger ji xwendina wê,baweriya wê wisa ye ku peyv ji me tevan mêrxastire,bi hêztire. Bi taybetî gava pênûs hilgir azadiya xwe bi kar tîne,ne azadiya mekroh weke ew bi xwe dibêje .Lê mixabin tim behana heye ji ne kurdînûsan, bersivên wan çikûs dibin ku bi kurdî nizanin .Dibêjim êdî bese tim pirsgirêkan dixin stûyê çiyayek ,êdî bese ne merqdan bo sipehîbûna nivîs, peyv û sitrûktûra zimanê kurdî .Ez gazinên rastgo,rasteqînên zaniyarî bi şewkî xwepaqîn diyar dikim dûrî dîmenên neqşkirî, bi wetaya ziman hoşyara netewe,ziman hebûna nasname ,ziman peydebûna çanada netewî ye. Ger nûser matirsî hilgirê,saw hilgirê civata xwe ye, pênûs hilgirê rasteqîne be, nexwe xema wî rojê bike ku bikene bo lidahatû de ji xwêner re,ez ser asta ziman diaxivim,neku wî tengezarke ji ne kurdînûs yê û tariyê bi serde berde ku bibe şopgerê ne kurdînûs yê ji ber dibe şewkî ji reklama zimanê nivîskar bi hemd an bê hemdî xwe.Nûserê rasteqîne tucar li xwe danayîne ji bilî zimanê civata xwe bi afirîne.Hingî her kes kûmê xwe jêre hildigêve û ez xwe xûz dikim ji bêjana (wî,wê) re û ji nivîskarariya bilind ,destnîşan dikim nivîskariya bilind ,çimkî hin kurdînûs hene bo selka kepînê ne.lê behana wan ser pê nasekin in çimkî bawer dikim ji sersarî ye, ne hej zimane, pir kesan ne kurdînûs bûn ,tekoşînek dijwar meşandin ta gihan radeyek bilind ji nivîsa kurdî û nav pir in .Ji wan kesên ne kurdînûs in hêvîdikim û dibêjim: zimanê me şîrê ji pêsîlên dayîkên ku dilop…dilop mejî û hastên me şîrvedan kir ne . Xwe davê bext û hewara me de ,xwe davê guhên me û ji her berhemdêr kurdînûs û ne kurdînûs re dibêje:
Pir sipehîye tu bighê qûrmên min, bighêjî goşt,hestî û ezmûna tal ku min derbaskir ye.Tenha tu karî fîşeka dawî berdî min.Biryara darzekirin û firîna min bi jor ve ,tenê tu karî bidî.Ez bûm navek ji navan di kolanên saw wek qerpalek avetî .Min serê xwe ne tewand ji vê rewşê ,bi biryarek tund li berxwe didim bê bizdokî û bê çîzbûn bo jiyana xwe bi mercan bikim . Di dawî de,hêvîdikim li min negre rêzdara hêja Wezna Hamid,gotar hemû ne kurdînûs hembêz dike .Ez ê vê jî bêjim ku ne her afirandêr şehrezayê şabûna nivîsê dibe, ger hêza evîna zimanê xwe hest nebe.Kurdînûs dimîn in ser rûpela dîroka netewa xwe, çimkî sêwanê nasnama xwe diparêzin bi zimanê xwe ne bi galagal lê bi nivîs.Ji ber di taqa hoşmendiyê dijî, xwedî pençer , derî û hogire.Ez bi kurdî diramim…diramim û w..d… ! ji berku bi kurdî hatime cebiland .Pozberîya herî girîng li hember me ,ew e, em li gorî zinarên xaka xwe bin û sêwanê zimanê xwe bin ,niqta qedya!.

21.09.2009