Demhat Dêrikî
Dernegî şevê
Ez û tu û dengê barana şevê
û guve guva hestên serhildêr
li wê mezela nefispiçûk bûbûn yek can
yek giyan û çemên pêşerojê ji canê me diherikîn
tevlî dilopên barana şevê dibûn.
Şevbû,
Şevek serxweş,
Şevek dîn,
Şevek wek hev…
Li vir nepozbilindî
Nekoletî
Ne desthilatdarî
Nedewlemendî
Nehejartî hebû…
Du lêvên agirtenûrî bi xunava xwe
Evin û hezkirin di şeva bê sînor de diafirandin,
diyarî bê bextiya demê dikirin.
Du lêvbûn
Ax, welat, derew û xewnên dihatin kuştin di cenga xwe de bê hiş dikdirin.
Du lêvbûn, du lêvên serxweş
Hev hembêz dikirin…
Geh bin av dibûn, diçûn peytexta sipî bê guneh
Geh li hev temaşedikirin hemû jan li şeva wan dibûn mêhvan
Lê carek din noq dibûn
Hev digirtin, hev diqulipandin
Û di serxweşiya xwe de welatekî ji roniyê avadikirin.