Nivîskar Salihê Kevirbirî bi pirtûkên xwe yên ku edebiyata kurdî bi toreya dengbêjan, meqaleyên “hevirtirşî”, hevpeyvînên li gel kesayetiyên Kurd bi teyba xwe ya aktîv qeydkirî û weşandî, wergeriya çendîn nivîskarên berzku kirî kurdî û dewlemendkirî, beşdarî panelek edebî li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bû. Panel ji alî rojnamevan Gabar Çiyan ve hate birêvebirin.Çiyan rola edebiyata devkî ku dengbêjan di hunera Kurdî de xemilandiye de rolek girîng da edebiyata Salihê Kevirbirî û ji pirtûka “Filîtê Quto” hin beş xwendin. Bi pirsên rojnamevan Gabar Çiyan û bersîvên Salihê kevirbirî, ew carnan çûn Qefqasya, carnan Ermenistanê, Sibiryayê, herêmên Xerzan, Omeriyan, Torê û h w d…
Piştî navbeyneke ku Kevirbirî pirtûkên xwe imzekirin ve, beşa duyem a panelê pêkhat. Amadevanan ku çendîn nivîskar û rojnamevanên Kurd di nav de bûn – pirsên xwe li ser edebiyata Kevirbirî û pirtûkên wî kirin. Salihê Kevirbirî yek û yek bersîvên pirsan dan.
Bi pêkanîna vê panelê Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê û birêvebirê panelê rojnamevan Gabar Çiyan xebatek hêja kirin ku amadevanên panelê li ser edebiyata Salihê Kevirbirî zêdetir bûn xwedî zanyarî û hezkirinek berztir ji edebiyata Kurdî re peyda bû…
Bergeh – ASOsat TV

Şîrove (0)