BEHÎNAME

Nivîskariya Kevirbirî bi panelek serkeftî de pêk hat

  Nivîskar Salihê Kevirbirî bi pirtûkên xwe yên ku edebiyata kurdî bi toreya dengbêjan, meqaleyên “hevirtirşî”, hevpeyvînên li gel kesayetiyên Kurd bi teyba xwe ya aktîv qeydkirî û weşandî, wergeriya çendîn nivîskarên berzku kirî kurdî û dewlemendkirî, beşdarî panelek edebî li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bû. Panel ji alî rojnamevan Gabar Çiyan ve hate birêvebirin.
Di destpêka panela – nivîskariya Salihê Kevirbirî, de Serokê Kitêbxaneya Kurdî Newzad Hirorî bixêrhatinek germ li Kevirbirî û beşdarên panelê bûn kir. Hirorî li ser xebata edebî, rojnamevanî û nivîskarî ya Salihê Kevirbirî rawesta û nirxek bilind da qelema wî. Paşî nirxandinên Newzad Hirorî, birêvebirê panelê Gabar Çiyan bi lêgerînan di nav edebiyata Kevirbirî û pirtûkên wî de, pirsên aktuell ku karîn edebiyata Kevirbirî bi beşdarvanan baştir bidin nasîn rêz kir.
Çiyan rola edebiyata devkî ku dengbêjan di hunera Kurdî de xemilandiye de rolek girîng da edebiyata Salihê Kevirbirî û ji pirtûka “Filîtê Quto” hin beş xwendin. Bi pirsên rojnamevan Gabar Çiyan û bersîvên Salihê kevirbirî, ew carnan çûn Qefqasya, carnan Ermenistanê, Sibiryayê, herêmên Xerzan, Omeriyan, Torê û h w d…
Piştî navbeyneke ku Kevirbirî pirtûkên xwe imzekirin ve,  beşa duyem a panelê pêkhat. Amadevanan ku çendîn nivîskar û rojnamevanên Kurd di nav de bûn – pirsên xwe li ser edebiyata Kevirbirî û pirtûkên wî kirin. Salihê Kevirbirî yek û yek bersîvên pirsan dan.
Bi pêkanîna vê panelê Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê û birêvebirê panelê rojnamevan Gabar Çiyan xebatek hêja kirin ku amadevanên panelê li ser edebiyata Salihê Kevirbirî zêdetir bûn xwedî zanyarî û hezkirinek berztir ji edebiyata Kurdî re peyda bû…


Bergeh – ASOsat TV

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…