Rêjim û soza guftûgoyê li ser pirsa kurdî

Ismail Hemê

Partiya me biryar dabû ku di roja 12/10/2009an de xwepêşindanekê li bajarê Qamişlo saz bike, bi helkefta salvegera (47)min ya serjimêra ewarte ya ku di parêzgeha Hesekê de sala 1962an de hatibû çêkirin û di encamê de bi deh hezaran hevwelatiyên kurd hiştibû bê nasname û hatibûn bi navkirin wek beyanî, û bi helkefta salvegera yekemîn ya fermana serok komar ya (49)an, û jibo şermezarkirina pirojeyên regezperest û şofînî li dijî milletê kurd,û daxwaza çareserkirina pirsgirêka milletê kurd ya netewî li Sûrî
 Lê di roja 11/10/2009 partiyê daxuyaniyek belavkiribû têde bang dabû millet ku partiyê xwepêşindan rawestand ta demek dîtir çimkî rêjîmê soz daye serkirdayetiya partiyê ku di demek nêzîk de wê hevdîtinekê bi wan re bike li ser şêweyên çaresekirina pirsgirêka kurdî li Sûrî û di daxuyanê de hatibû eşkerekirin ku wê hevdîtin bi awakî fermî eşkere bibe.
Bê guman ev cara yekemîne ku rêjîma Sûrî xwe dide ber sozek wiha, û bi rengekî yekser razîdibe ku em li ser zimanê wê daxuyaniyek bi vî awayî bidin, çimkî ev rêjîm tu car li hebûna pirsgirêka kurdî mikur nehatiye, û herdem gotiye ku tu pirsê netewî kurdî li Sûrî tuneye, û li gor vê helwestê hebûna tevger û bizava kurdî siyasî jî inkarkiribû, û digot ew kurdên wek penaber hatine Sûrî bûne ereb, û tu netew ji xeynî ereba li Sûrî tune, û tu kêşên netewî ji tune…!!
Diyare ku rêjîm gihaştiye rastiyê  ku nema dikare hebûna pirsgirêka kurd li Sûrî veşêre û li ser razê, nexasim piştî ku deshilata Turkî xwe daye ber çareserkirina wê pirsgirêkê li Tirkî,tevî ku vê deselatê ta îro negotiye ka wê çawa çareser bike, yan wê çi bidin kurda, lê tenê erêkirin li ser hebûna pirsgirêkê qonaxek mezin û giringe li ser rêça çareseriyê, li gor vê rastiyê gava yekemîn îro li Sûrî jî tête xwestin ku rêjîm erê bike li ser hebûna pirsgirêka kurdî berî ku em bizanibin ev rêjîm çi di serî wê deye û wê çi bide
Em bawerin ku partiya derîkî giring di biryara rêjîmê de vekir û bikêmanî pirsa kurdî di hundirê rêjîmê de xist asta dan û sitandinê de, û kiriye cihê balkêşiyê, û ev bixwe destkewtineke giringe di paşerojê de em dikarin li ser ava bikin.

Em ne li heviyêne ku rêjîma Sûrî tiştê em dixwazin bi pêk bîne, çimkî em baş dizanin ku ev rêjîm çiye û çawaye, lê em tenê dixwazin div ê qonaxê de bi tevgera kurdî re rûnê bi rengekî fermî û erê bike ku pirsa netewî kurdî li Sûrî heye, êdî wê demê rêç li ber hemi daxwazên me dûz dibe.

 jêder:  Belavoka Yekîtî , ya kû komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî mehane dertîne, Hejmar /17/ Çirya pêşî 2621 K

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…